'Ji bo rawestandina tundiya li ser jinê em ê bi hev re bixebitin'

  • 16:08 25 Mijdar 2024
  • Rojane
 
AMED - Cîgira Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Evîn Yelboga, bal kişand ser 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û diyar kir ku ji bo rawestandina tundiya li ser jinê wê hemû bi hev re bixebitin.
 
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, 19’emîn civîna xwe ya asayî ya meha Mijdarê pêk anî. Endamên meclîsê beşdarî rûniştina bi serokatiya Cîgira Serokê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Evîn Yelboga bûn. Di vekirina rûniştinê de Cîgira Serokê Meclîsê Evîn Yelboga der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê axivî.
 
Evîn Yelboga, diyar kir ku weke şaredariyên bajar û navçeyan bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ev salek e kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" dane destpêkirin û got, “Em ê hemû bi hev re bi şiyara 'Em neqediyane, em ê bi hev re tundiyê rawestînin' têbikoşin. Me soz da vê yekê. 25ê mijdarê ne rojek e ku tenê di rojekê de cî bigire. Ji ber ku jin her roj rastî tundiya fîzîkî, devkî û derûnî tên. Divê mêr jî piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Em ê her tim li kolanan bin, gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin."