Jinên HDP û Partiya Çep a Kesk: Em ê bi ser kevin!
- 15:41 19 Gulan 2023
- Ramyarî
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çep a Kesk der barê tûra duyemîn a hilbijartinê de daxuyaniyek dan û gotin, “Em di 28’ê Gulanê de ji bo hilweşandina rejîma yek mêrî tên. Em ê bi ser bikevin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û PaPartiya Çep a Kesk hilbijartinên 14'ê Gulanê nirxandin û helwesta xwe ya derbarê hilbijartinên Serokkomariyê yên ku derbasî tûra duyemîn bûne, eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew hîn jî bi biryar in ku rejîma yek mêrî bişînin û soza "wê jin biguherin" dan.
Partiya yekem ku temsîliyeta wekhev dike
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me qonaxa yekem a hilbijartina 14’ê Gulanê li pey xwe hişt. Weke Partiya Çep a Kes em di Hilbijartinên parlamenteriyê de bi nûnertiya jinan a xurt ketin meclisê. Li gorî daneyên ne fermî; Digel ku me encamên ku dixwestin bi dest nexist jî, ji 61'ên parlamenteran 29 jê jin bûn yekane partiya ku di meclîsê de ji sedî 50 temsîliyeta wekhev bi dest xist ya me bû. Di hilbijartinên ku bi îdîaya 'Em ê bi jinan re biguherînin' ketin nava tevgerê, em careke din bi hevgirtina jinan a li hemberî tifaqa serdest a mêr bi ser ketin.
Em ê karê xwe yê nîvco bi qedînin
Lê karekî me yê ku nîvco maye heye! Tifaqeke dijminantiya jinan dike û bi vê dijminantiyê pêşve dikeve heye û bi polîtîkayên ku dixwaze di bin navê xwedîderketinê de jinan hepsî malê bike dixwaze welat rêve bibe.
Banga me ji bo jina ye; ji bo jiyeneke nû werin em bi hev re di 28'ê Gulanê de rejîma yek mêrî hilweşînin û ji guhertinê re bibin çira! Ji bo ku em careke din hêza jinan nîşanî dijiminên wan bidin."