Bêtehemuliya li hember jinan: 150 kes hatin binçavkirin

  • 23:06 25 Mijdar 2024
  • Rojane
STENBOL- Li gorî agahiyên ku Baroya Stenbolê parvekirin kirine di çalakiya 25’ê Mijdarê ya li Stenbolê pêk hatiye 150 kes hatine binçavkirin.
 
Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinan li Karakoy hatin gel hev. Jinên bi rojane banga ji bo Tunela Taksîmê dikirin, li Karakoyê hatin gel hev. Bi hezaran jinî bi dirûşme û tilîliyan çalakî pêk anîn.
 
Baroya Stenbolê daxuyand ku dema çalakiyê û piştî çalakiyê 150 kes hatine binçavkirin.