Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir

  • 15:17 18 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Dadgeha Bilind 10 sal û 10 meh cezayê hepsê ku li Kadîr Şeker hatibû birîn, erê kir. 
 
Li Konyayê Ozgur Dûran li naverasta kolanê tundiyê li Ayşe Dirla dikir. Kadîr Şeker jî xwest li hawara Ayşeyê biçe. Lê di encama vê yekê de Ozgur ji aliyê Kadîr Şeker ve hat kuştin. Dadgeha xwecihî 10 sal û 10 meh cezayê hepse li Kadîr birîbû. Dadgeha Bilind cezayê Kadîr erê kir. Dadgeha Bilind berê cezayê 12 sal û 6 meh ku derbarê Kadîr de hatibû birîn, xera kiribû.