Li warê Sema Yuce mîtînga fînalê: Em ê dîrokê binivîsin

  • 14:45 11 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
AGIRÎ - Partiya Çep a Kesk li Agiriyê bi tevlibûna bi hezaran mîtînga fînalê li dar xist. Di mîtîngê de hat diyarkirin ku ji bajêr wê 4 parlamener bên hilbijartin, wê hemûyan Partiya Çep a Kesk derxîne û dîrokê binivîsîne. 
  
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Agiriyê bi tevlibûna bi dehhezaran kesî mitîng li dar xist. Mitîng li Xaçerêya Dortyolê hate lidarxistin. Pankarta “Yuce Sema ya Çiyayê Agiriyê hêj jî ro ya te hil tê” mohra xwe li mitîngê da. Her wiha girseyê glek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Piştî ku dayika Sema Yuce, Zennûre Yuce, namzetên parlamenteriyê û nûnerên partiyê girse silav kirin, bernameya mitîngê dest pê kir. 
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Agiriyê Cemal Kaya axivî û wiha got: “Yên ji bo me dibêjin; ‘taqeta wan nema ye’ bila baş li vê qadê binêrin. Tecrîd xistin meriyetê, mirov hatin girtin û împaratoriya tirsê ava kirin lê em netirsiyan. Em kurd in, ev der Kurdistan e.” 
 
'Berxwedana we mizgîniya azadiyê ye'
 
Ji namzetên bajar Zelal Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Berxwedana ku hûn li vê derê raber dikin, mizgîniya azadiyê ye. Ev coşa we, tirsê dixe nava dilê îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê. Ev hilbijartin dê ji bo hemû gelan weke hilbijartineke dîrokî be. Her dengê hûn didin Partiya Çepên Kesk dê bê wateya avakirina civaka demokratîk, nîşaneya pêşeroja azad û birûmet û vekirina deriyên zindanan e.” 
 
Namzet Heval Bozdag jî wiha got: “Ev coşa we dê deriyê zindanên ku hevalên me tê de weke dîlgirtiyan tên ragirtin veke. Gelê me îro nikare çandiniyê bike, bazirgan nikare sewalan bikire, pêşeroja ciwanan dizîn, keda me xwe xwarin. Hûn neçar kirin ku koçî Kanada û Amerikayan bikin. Demekî nêz ma ye ku em ê hesaba vê bipirsin. Serdema pêş ji bo me tevan pir girîng e. Em dixwazin hîn xurtir li ser maseyê cih bigirin. Em perwerdeya bi zimanê dayikê û wekheviya makeqanûnî dixwazin.” 
 
‘Em ê tecrîdê bi dawî bikin’
 
Her wiha namzet Nejla Demîr jî di mitîngê de axivî û wiha derbirî: “Hikûmeta faşîst a AKP’ê qaseyên vî gelî şêlandin. Ev kes razemeniyê tenê ji bo qesrên xwe û alîgirên xwe dikin. Dixwazin ciwanên me bi zextan bêzar bikin. Em ê di vê hilbijartinê de dîwarên wan ên faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bi dawî bikin. Divê em bi vê hêviyê biçin ser sindoqan û dersekî bidin wan. Bila dost û dijmin her kes bizane ku em ê teqez bi ser kevin.” 
 
'Divê em jî bikaribin bi nasnameya xwe bijîn'
 
Ji PSK’ê jî Mehmet Yuce axivî û bal kişand ser tifaqa kurdan. Mehmet, wiha got: “Divê em li her deverê bên gel hev û gelê xwe azad bikin. Mîna her gelan divê em jî bikarin bi nasname û zimanê xwe bijîn. Pirsgirêka me, pirsgirêkeke neteweyî ye. Pirsgirêka me ew e ku zimanê me tê tunekirin, zarokên me tên asîmîlekirin û ev yek talûkeyeke mezin e. Divê makeqanûneke nû were amadekirin û nasnameya me bi awayekî fermî tê de cih bigire.” 
 
'Bêhiqûqî dizî û zilm heye’
 
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivî û tiştên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2014’an de li bajar qewimîn bi bîr xist. Sirri, axaftina xwe wiha domand: “Rayedaran di hilbijartinê de hîle kirin. 30 hezar kes li vir kom bûn û xwedî li vîna xwe derketin. Walî hat cem min û ji bo em belav bibin hêvî ji min kirin. Piştre jî me careke din hilbijartin kir. Di hilbijartina duyemîn de xelkê Agiriyê dersekî baş dan wan. Di dema AKP’ê de li vir dizî hebû. Me pêşiya wan diziyan girt, 100 trîlyon deynê wan da û bihayê 100 trîlyonan jî xizmet kir. Em ê li vî bajarî her 4 parlamenteran jî bi dest bixin. Plakaya me 04 e. Em ê 0’ê bêxin stûyê wan û bişînin. Li vî bajarî bêhiqûqî, dizî û zilm heye. Niha katrîlyonan deynê şaredariyê heye. Bi sedan kes li vir hene ku naçin şaredariyê lê mûçeyê xwe digirin. Heta hinek xebatkarên şaredariyê niha li Îzmîrê xebatên hilbijartinê dikin. Şaredarî milkê bavê we nîne. Yên ku pişta xwe bi îktîdara AKP-MHP’ê germ kiribûn, gef dixwarin. Niha dema hesapirsînê ye. Em qebûl nakin ku li îradeya gel qeyûm were tayînkirin. Ne Suleyman Soylu ne jî yên dikarin vê bikin.  We çawa di 2014’an de li vir dîrok nivîsandibe, hûn dê di 14’ê Gulanê de jî binivîsin.” 
  
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li mitîngê bibe û peyameke bidîmen şand. 
 
Piştî axaftinan, mîtîngê bi stranên Şehrîbana Kurdî berdewam kir.