‘Em ê tifaqa Talîbanê bi dengê jinan têk bibin'
- 09:13 10 Gulan 2023
- Ramyarî
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Endama Plarforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê Gulîzar Îpek, têkildarî polîtîkayên taybet ên şer a li hemberî jinan axivî û got: "Ji bo guhertina pergala heyî ev hilbijartin gelek girîng e. Ez bang li jinan dikim ku ji bo guherîna vê pergalê dengê xwe bikarbînin û em jin teqez dê bi ser kevin."
Îktîdara AKP’ê ku 21 sal in îktîdarê, her gav ji bo tunekirin û binpêkirina mafên jinan polîtîkayên şerê taybet kir meriyetê. Ji qadên jiyanê bigire heta qadên darazê mafê jinê hat tunekirin. Piştî ku Peymana Stenbolê hat betalkirin êrişên li dijî jinê zêdetir bûn. Kujer û êrişkar bê ceza hatin hîştin. Daraz û îktîdar jî her tim parastina kiryaran kir.
Sazî, dezgeh û rêxistinên jinan ji bo guherîna îktîdarê ya ku dijminatiya jinan dike bal dikişînin ser girîngiya hilbijartina 14'ê Gulanê. Endama Plarforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê Gulîzar Îpek, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
‘Li Kurdistanê şerê taybet tê meşandin’
Gulîzar, destnîşan kir ku li Kurdistanê li ser jinan polîtîkayên şerê taybet bi awayek cidî tê meşandin û wiha got: “Wekî ku tê zanîn demek berê li Colemergê komek çete derketibûn holê û bi vîdeoyan jinan re şantajê dikirin. Bi van vîdeoyan hem sîxûriyê li jinan ferz kirin û hem jî bi zorê fûhûşê jinan dinan kirin û pergalek bi vê awayî avakiribûn. Ev qirêjî gelek belav bûye û ev yek jî parçeyeke polîtîkayên dewletê ne. Em li Amed, Mêrdîn, Şirnex û her deverên Kurdistanê dibin şahidê van bûyeran."
'Jinên ciwan dibin hedefa sereke'
Gulîzar, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa jinên kurd: "Ya ku civakê ava dike jin e. Hemû kes jî baş dizane ku ya civakê diguherîne jî jin e. Ji ber vê yekê her gavê êrişê li jinan dikin. Li Tirkiyeyê rojê herî kêm 3 an jî 5 jin tên qetilkirin. Taybetî li Kurdistanê li dijî jinên kurd ev êriş zêdetir in û bi taybetî dijî jinên ciwan. Bi taybetî berê ciwanan didin tiryakê. Her wiha li dijî zarokên malbatên bi nirx ev êriş gelek zêde ye. Polîtîkayên wek tiryak û fûhûşê li ser zarokên van malbatan tên meşandin."
‘Li dijî polîtîkayên şer rêxistinbûn girîng e'
Gulîzar, bi lêv kir ku pergal êrişê jinan dike lê jin li dijî vê yekê gihîştine asta zanyariyê. Gulîzar, da zanîn ku jin ji polîtîkayên vê pergalê qebûl nakin û daketine qada, serî rakirine û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Sedsal in dewlet van polîtîkayan dimeşînin. Lê jin jî li dijî van polîtîkayan polîtîkayên xwe pêşve dibin û dadikevin qadan. Jin tînin ziman ku ew rûyê reş ên îktîdarê û polîtîkayên wan qebûl nakin. Jin ji bo ku neyên van lîstokan xwe diparêzin. Divê em vê yekê zêdetir ji jinan re bêjin û xwe bigihînin gelek jinan. Pêwîste em zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê jî divê em kolan bi kolan tax bi tax bigerin û van polîtîkayan vebêjin.”
‘Tifaqa Cûmhûr tifaqek qirêj e’
Gulîzar, bi lêv kir ku tifaqa Cûmhûr tifaqek gelek qirêje û got pêwîste behsa îktîdara 20 salî ya qirêj AKP’ê bê kirin. Gulîzar, destnîşan kir ku îktîdar welat bi qirkirin û polîtîkayên bêehlaqî bi rêve dibe û wiha pê de çû: “Wekî ku hûn ji zanin îktîdara AKP’ê bi Refah û Hudapar'ê re bû tifaq. Tifaqiya AKP’ê û Hudaparê berê veşartî bû lê niha aşkere ye. Em zanin ku Hudapar bermayî yê Hîzbûllahê ye. Em têkiliya Hudapar û Hîzbûllahê zanin ku çawa ye. Partiya Yenîden Refah û Hudaparê, daxwazên xwe yên li dijî jinan anîn ziman. Wekî ku tê zanın ev îktîdar bi şevekî ji Peymana Stenbolê betal kir. Zagona hejmara 6284'an a ku jinê bi her awayî ji tundiyê diparast kir sedema nîqaşan. Di daxuyaniyên wan tifaqan de tê dîtin ku bi tevahî dixwazin wekheviya zayendî ya civakî bi temamî ji holê rakin. Ev jî nîşanî me dide ku tarîtiyek çiqasî kûr e. Daxwaza wan ew e ku jinan di nava çar dîwaran de bihêlin. Ev yek jî nîşan dide ku pêşerojek tarî li benda jinê ye. Em ji vê tifaqê re dikarin bibêjin tifaqa Talîban."
'Em jin li her derê ne'
Gulîzar di axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên jinan a li dijî tifaqa qirêj û got: "Lê jin tînin ziman ku ew vê tifaqê qebûl nakin. Pêşiya me hilbijartin heye. Em wek jin vê tifaqa qirêj û Talîban bişînin li ser sergoyên dîrokî. Ji ber ku jin pêşerojek tarî naxwazin. Ji xwe 21 sal in li dijî jinan û destkeftiyên wan êriş tên kirin. Mafên me yên ku em bi têkoşînek mezin hatin bidestxistin yek bi yek ji destên me tên girtin. Bifikirin ku di îktîdara 21 salan a AKP’ê de tundiya li dijî jinê ji sedî hezar 400 zêde bûye. Divê ev yek wek tiştek biçûk neyê dîtin. Jin her tim tên qetilkirin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Lê belê em jin dibêjin li dijî hemû tiştî em li her derê ne.”
‘Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê’
Gulîzar, da zanîn ku gelek partiyan beyannameya xwe ya hilbijartinê aşkere kirine û wiha behsa beyannameya Partiya Çep a Kesk kir: “Deklarasyona Partiya Çep a Kesk gelek girîng bû. Di deklarasyonê de hem sedî 50 kotaya jinê, hem Wezîrtiya Jinê, hem perwerdehiya tevlîhev, hem wekheviya zayenda civakî, hem jî zagona hejmara 6284'an û hem jî ji bo Peymana Stenbolê carekedin bê pêkanîn cih digirt. Pêşniyarên Partiya Çep a Kesk a ji bo jinan pêşî vekirî bû. Jin dê vê tifaqa reş di 15’ê Gulanê de bişîne ser sergoyên dîrokî. Ji ber vê yekê jî jin li her derê têdikoşin. Ev hilbijartin ji bo me jinan hilbijartinek dîrokî ye. Em îro şerê hebûn û tunebûnê didin. Ger ku ev tifaqa bi ser keve pêşerojeke tarî li benda me jina ye. Ji ber vê yekê jî ji bo serkeftinê divê em têkoşînek mezin bidin. Em bi dengê xwe vê tifaqa Talîban ji holê rabikin. Em rêvebiriya yek kesî naxwazin. Em dibêjin siyaseteke demokratîk. Lê belê agahiya îktîdarê ji vê siyaseta demokratîk û agahiya wan tuneye. Ji ber ku ev îktîdar bi tenê ji aliyê jinan ve tê meşandin û welatek wek şerîatê dixwazin. Welateke ku jin tê de tunebe dixwazin. Lê em jin dibêjin ev sedsala 21’emîn sedsala jinê ye. Ji ber vê yekê em jin li cihê xwe nasekinin. Ji ber vê jî em dibêjin em li her derê ne.”
‘Bi dengê jinan dê guherîn pêk bê'
Gulîzar, destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk bi her awayî dibe dengê jinan û wiha got: "Jbo ku îktîdara AKP’ê û MHP’ê ji holê rabibe em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu. Lê her wiha gelek kêmasiyên mezin ên vê Tifaqa Mîllet hene. Di deklarasyona xwe de zêde cih nedane jinan û di qadên hilbijartinê de jin zêde cih nagirin. Dema ku em lîsteyên parlamenteriyê dinêrin hejmara jinê gelek kêm e ku em jin dibêjin cihanê dikarin biguherînin. Ji ber vê yekê jî di rêvebiriyan de divê zêdetir jin cih bigirin. Lê ev Tifaqa Millet jî zêde cih neda jinê. Ev jî kêmasiyek mezin e. Ev tifaq jî ji bo jinan divê biryarên baş bigire. Mînak di deklarasyona Partiya Çep a Kesk de jin bi her awayî hatiye fikarandin. Di Tifaqa Millet de Peymana Stenbolê cih negirtiye. Divê carekedin Peymana Stenbolê bê pratîzekirin û zagona hejmara 6284'an neyê nîqaşkirin. Wezîra Jinê divê teqez bê avakirin. Dengê me jinan dê vê pergalê biguherîne.”
‘Em ê teqez bi ser kevin’
Gulîzar, bang hemû jinan kir ku ji bo guhertina vê pergalê dakevin qadan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em tax bi tax û kolan bi kolan bigerin û vê yekê ji jinan re vebêjin. Jin jin dikarin vê hilbijartinê diyar bikin. Divê em ji hemû jinan re behsa girîngiya vê hilbijartinê bikin. Divê em ji hemû kesî re behsa ne pêşerojek tarî, pêşrojek ronî û demokratîk bikin. Bi paradîgmaya jina azadîxwaz a ekolojîk a demokratîk vê li her derê divê vebêjin û bi vê paradîgmayê tevbigerin. Ez di wê baweriyê de me em ê 15’ê Gulanê de vê îktîdarê bişînin. Em jin teqez bi ser kevin. 15’ê Gulanê dê ji bo me bibe serkeftin. Ez bawerin ku dê hemû jin sindoqên xwe biparêzin.”