Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
- 12:16 30 Adar 2023
- Ramyarî
ENQERE - Danasîna strana “Dîsa Em” a hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a ku muzîka wê ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye hûnandin, hat kirin.
Bakurê Kurdistanê û Tirkiye gav bi gav ber bi hilbijartina serokkomariyê û giştî ve diçe. Partiya Çep a Kesk jî ku di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de dê biçe hilbijartinê zend û bendên xwe bada ye. Partiya Çep a Kesk îro li hotêlek Enqereyê Danezana Hilbijartinê eşkere kir. Di civîna lansmanê de danasîna strana kurdî ya hilbijartinê jî hat kirin. Gotinên stranê aydî helbestvan Mihemed Pîrosî ne û muzîka wê jî ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye hûnandin. Danasîna strana ku klîb jê re çêkirine, hat kirin.
Gotinên strana hilbijartinê ya “Dîsa Em” a Partiya Çep a Kesk wiha ye:
"Li her derê em hene
Şiyar û amade ne
Bawerî coş û ken e
Hêvîya gelên xwe ne
Dîsa dîsa em
Xeta serfîraziyê
Dîsa dîsa em
Her tişt ji bo azadiyê
Vê dizî û wêranê
Em rê nadin talanê
Li dijî marastinê
Em hêza berxwedanê
Dîsa dîsa em
Xeta serfîraziyê
Dîsa dîsa em
Her tişt ji bo azadiyê
Em hêza demokrasiyê
Wekhevî û biratiyê
Li hember zilm û zoriyê
Em hêza mirovahiyê
Dîsa dîsa em
Xeta serfîraziyê
Dîsa dîsa em
Her tişt ji bo azadiyê
Jin, jiyan û azadî
Hejandin cotên kezî
Cîwan bi yek awazî
Ji bo serkeftinê dibezî
Dîsa dîsa em
Xeta serfîraziyê
Dîsa dîsa em
Her tişt ji bo azadiyê"