Peyama 25'ê Mijdarê: Em ê li kolanan bin ji bo hev têbikoşin

  • 10:28 27 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Aktîvîsta TJA'yê Dîlan Geyîk wêneyê berxwedana jinan a di 25'ê Mijdarê de bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li Karakoyê bilind bû nirxand û got: “Jin Jiyan Azadî reçeteya jiyana mirovahî ye. Me got ku em sedema têkoşîna hev in. Bi hêza ku ji vir hatiye girtin wê jin li kolanan bin û ji bo hev têbikoşin."
 
 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi berxwedaneke mezin hat pêşwazîkirin. Li Stenbolê li gel her cure astengiyan jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li kolanan kom bûn. Jinên ku gotin ew ji bo hev têdikoşin berxwedana xwe mezin kirin. 
 
Derbarê mijarê de ji Tevgera Jinan a Azad (TJA) Dîlan Geyîk ji ajansa me re axivî. 
 
Walî xwest maf û azadiya kî biparêze?
 
Dîlan Geyîk, diyar kir ku li Stenbolê kolan û cade ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û got: "Ligel vê yekê jî jin çalakiya xwe ya 25'ê Mijdarê li dar xist. Walîtî çalakiya jinan qedexe kir. Ji ber ku maf û azadiya jinê nayê parastin, jin her roj li kolanan tên qetilkirin û qanûna 6284 nayê sepandin li kolanan bûn. 
Ji ber vê yekê me pirsî Ew kesên din kî ne? Bi kêmkirina cezayan wêrekkirina mêran e! Yê ku pêşî li kuştina jinan negirt, ji Peymana Stenbolê di şevekê de xwe vekişand, nehişt Fatma Altinmakas bi zimanê xwe xwe îfade bide û ji kuştina wê berpirsyar bû? Ma ew qatilên jinan bûn? Yên ku Gulistan Doku winda kirin ew bûn? Barîkat, hejmara polîsan a li ser kolanê û her hêmanek ku dikare wekî 'tedbîrên ewlehiyê' were hesibandin, gelek jinên mîna min hêrs kir. Dema jin tên qetilkirin hûn nikarin di heman demê de ewqas polîsan bibînin. Çima li dijî tundiya mêr barîkatên li ser jinan nayên avakirin? Gelek sedem hene ku jin werin cem hev û bi hev re şer bikin. Jin ji bo ku bibin xwe, li ku derê lê bin, li malê, li kar, li kampusê û li kolanan li dijî tundiya mêr têdikoşin. Jin li ber xwe didin û dibêjin têkoşîna me ji bo hev e."
 
'Jin jiyan reçeteya jiyana azad a mirovahî ye'
 
Dîlan Geyîk da zanîn ku di çalakiyê de hemû jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berxwedana xwe mezin kirin û diyar kir ku "Jin jiyan azadî" bûye dirûşmeya  cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çawa ku serpêhatiyên jinan dişibin hev, em dikarin behsa wekheviya çareseriyên wan jî bikin. Jin jiyan reçeteya jiyana azad a mirovahî ye. Em nikarin tu peyvan ji hev veqetînin. Jiyana mirovahî tenê bi jina azad pêkan e. Ji me re dide zanîn ku em nikarin di civakeke ku jin ne azad de jiyana xwe xeyal bikin. Ev hesta hevpar e. Ev soza hemû jinên cîhanê ye ku ji Îranê heta Hindistanê têkoşîna azadiyê didin. Daxuyaniya Walîtiya Amedê ya qedexekirina dirûşma 'Jin jiyan azadî', îspat dike ku gotinên me çiqas rast in. Her zilam û her desthilatdariya ku têkoşîna jinê ya birêxistinkirî dike hedef tenê nîşanî me dide ku em çiqasî di têkoşîna xwe de mafdar in."
 
‘Astengkirin bi tecrîdê ve girêdayî ye' 
 
Aktîvîsta TJA'yê Dîlan Geyîk, destnîşan kir ku bi salan e îktîdar hewldide ku jinan ji qadên kar dûr bixe û li malê heps bike û wiha axivî: "Jin jî li dijî vê yekê li qadan li dijî tecrîd, şer, xizanî û polîtîkayên bêcezahiştinê dengê xwe bilind dike. Çiqas tecrîd giran bû ewqas bandorê li civakê kir. Astengkirina çalakiya jinan a li Taksîmê bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye. Hatina cem hev a jinan ya li dijî şîdeta dewlet-mêr tê îlegalîzekirin. Di her gavê ku em davêjin polîs hatine bi cih kirin bi TOMA'yan kolan hatine dorpêçkirin. Îktîdara ku bi her awayî jinan asteng dike, nekarî rê li ber jinan bigire. Jinan li qadan çalakiya xwe pêk anî û daxwazên xwe gotin." 
 
'Em ê li kolanan bin'
 
Dîlan Geyîk, herî dawî bal kişand ser mezinbûna têkoşîna jinan û got: "Çend cihê ku têkoşîn mezin dibe li vir ewqas cureyên êrişan jî kûr dibe. Di 25'ê Mijdarê de îktîdar bi polîtîkayên qeyûman hewl dide ku derfetên ku jin pirsgirêkên xwe çareser bike ji holê radike. Dû re dirûşma 'Jin jiyan azadî' qedexe kir û li gelek cihan xwest çalakiyên jinan ên 25'ê Mijdarê asteng bike. Ligel her cure astengiyan jin bi israr daketin qadan. Me got ku em sedema têkoşîna hev in. Bi hêza ku ji vir hatiye girtin wê jin li kolanan bin û ji bo hev têbikoşin."