Ayşe Acar Başaran: Îqtîdar hevkarê vî sûcî ye!
- 14:28 8 Kanûn 2022
- Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a li meclisê derbarê rojeva zaroka 6 salî ya ji aliyê Cemiyeta Îsmaîlaga ve hat zewicandin de axivî, diyar kir ku polîtîkayên îqtîdarê sûcên li dijî zarokan meşrû dikin û got, "Em careke din bang li Wezîra Malbtê û Wezîrê Dadê dikin û dibêjin hûn hevkarên vî sûcî ne an na. Heta ku kiriyar neyên aşkerakirin, bi bêcezatiyê bên xelatkirin hûn hevkarên vî sûcî ne."
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, derbarê zewaca zaroka 6 salî ya li Weqfa Hiranur a Cemaeta Îsmaîlaga de civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşeyê der barê "êrîşa zayendî ya li dijî zarokan" a li weqfê de jî diyar kir ku berê jî bûyerên bi vî rengî qewimîne û li hemberî wê bêdeng mane û wiha got: "Çend sal berê li Weqfa Ensar dîsa îrîşa zayendî li zarokan hat kirin û wezîra wê demê jî got, 'Ji carekeê tiştek nabe.' Dîsa dema me careke din bûyerek bi vî rengî dît, Wezîrê Malbatê sê rojan bêdeng ma.
Hewldanên ji bo şofandina bêrêtiyan
Ayşeyê bal kişand ser beraetkirina dozên tacîz û tecawizê yên ji aliyê dewletê ve tên berdewamkirin û wiha got: “Piştî ku keça Yusuf Ziya Gumuşel a Damezrînerê Weqfa Hiranur a Cemaeta Îsmaîlga çend roj berê çû serî li dozgeriyê da derket holê ku zaroka 6 salî bi destûra dayik û bavê xwe bi salan di bin navê zewacê de bi murîdekî re bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye hiştin û piştî ku derketiye holê ducanî ye û tesat wê ya hestiyan hatiye kirin, di testa hestî de jî bêrêtî hatiye kirin. Ev bêrêtiya ku hat kirin jî bû rojeva Tirkiyeyê. ”
'Destdirêjî tê meşrûkirin'
Ayşe, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên zayendi ya li hemberî zarokan: "Di Weqfa Ensarê de jî destdirêjî pêk hatin. Wezarên wê demê li şûna ku lêkolîn bike, lêpîrsin bide destpêkirin û îstîfa bike gotibû 'Ji bo carekî tiştek nabe' bûyera destdirêjiyê asayî dît. Dema bûyerek din bi heman rengî pêk hat 3 rojan heman wezîr bêdeng ma. Demek dirêje jî di nav raya giştî de bûyera desdirêjiya li hemberî zaroka 6 salî heye, lê heta niha tu daxuyanî derbarê mijarê de nehat kirin. Lê belê dema li welat kesên ku ramanê xwe tîne ziman hedef tên nîşandan. Piştî demekî gotin dê mudaxilî dozê bibin. Gelo hûn li benda çi bûn. Lê belê îqtîdar, wek helwesteke polîtîk bi ser mijarê de naçe û bûyerê wek bûyereke meşrû digre dest. Ji aliyek gotinên îqtîdarê û ji aliyek jî helwesta darazê dibe sedema bûyerên bi vî rengî."
'Wezareta Dadê daneyan vedişere'
Ayşe destnîşan kir ku Wezareta Dadê ji sala 2012'yan heta îro bûyerên destdirêjiyê ya li hemberî zarokan vedişere û wiha bi lêv kir: "Li gorî rapora ÎHD'ê ya sala 2018'an li vî welatî bûyerên destdirêjiyê ya li hemberî zarokan tenê ji sedî 5 derdikeve holê û ji sedî 95 jî tê veşartin. Wezareta Edaletê derbarê mijare de heta niha tu agahî nedaye rayagiştî. Divê derbarê mijarê de Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê daneyan parvebike. Li şûna ku komîsyon ava bike, li dijî destdirêjiyê derkeve, tedbîrên hewce bigire û weqfan kontrol bike, hewl dide ku bûyerên destdirejiyê dernekevin holê."
'Daraz sûcdaran diparêze'
Ayşe, bûyerên ku hatî jiyîn wiha anî ziman: "Em ji Wezareta Edaletê dipirsin, ji sala 2017'an heta niha çima daneyên destdirêjiyê nayên parvekirin. Çima israr nakin ku tişta pêwist bê kirin. Daraz jî sûcdaran diparêze. Herî dawî Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp tecawizê zarokekî kiribû û wek daxwaza zarok heyî hat nîşandan û Cîhan ji dozê bereat kir. Demen borî jî Wezirê Edaletê gotibû 'Dibe ku zarok daxwaz kiribe'. Zêdebûna bûyerên wisa ji ber wan gotin û helwestan derdikeve holê. Îqtîdar bi helwesta xwe rê li ber bûyerên wisa vedike û daraz jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê zarokan ber bi xetereyê ve dibin.
Daxwaza me ya avakirina komîsyona lêkolînê hat redkirin
Li kuçe, cihên kar, wargehan, dibistanan, weqfan zarok her roj bi talûkeyekê rû bi rû ne. Em hem bûyera herî dawî ya li ser çapemeniyê hem jî meseleyên din wekî munferît qebûl nakin. Me xwest komîsyona lêkolînê bê kirin, lê belê ev daxwaza me di bingeha meclîsê de hat redkirin. Em pêşnûmeyan didin lê bersiv nayê dayin. Em daxuyaniyê dixwazin lê belê bê bersiv dimînin. Derbarê vê mijarê de niha li meclîsê nîqaşek tê meşandin ji bo komîsyonek hevpar bê avakirin. Ev pêşketineke erênî ye lê belê divê ev komîsyon bi rastî jî bi awayekî bi rêk û pêk peywira xwe bi cih bînin. Çimkî gelek caran li ser bingeha meclîsê komîsyonên wiha hatin amadekirin lê belê peywira xwe bi rêk û pêk bi cih neanîn.
Ji bo zarok bên parastin em ê li berxwe bidin
Em li vir wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê wekî Koma Jinê ya HDP'ê em dibêjin em ê bi ser bûyerên bi vî rengî de herin. Ev komîsyon bê avakirn an nê avakirin em ê ji bo zarokan têbikoşin. Ji bo kesên dibe sedema van bûyerana jî ceza bigirin em têdikoşin. Em li vir bang li raya giştî dikin: Bi rojan hûn têkoşînekê didin. Bi rojan e li ser derketina vê meseleyê li dijî îstismarkirina zarokan dengekî hevpar bilind dikin. Em deng bi qîmet e. Heta ev îstismarkirina li ser zarokan bi dawî bibe em ê têbikoşin. Ev hêza me û bandora me heye.
Kesên li hemberî îstismarkirina zarokan bêndeg bin ew jî hevparê sûc in
Em careke din bang li Wezîra Malbatê dikin: Hûn hevparê vî sûcî ne. Em careke din bang li Wezîrê Dadê dikin hûn hevparê vî sûcî ne. Heta hûn bersûcan dernexin holê, hûn bi bêcezahiştinê bi xelat bikin, heta hûn li hemberî vêya sekneke xurt nîşan nedin, hûn hevparê vî sûcî ne. We hewl da ku di bin navê zewaca zû de rê li îstismara li ser zarokan veke. Loma hûn hevparê vî sûcî ne. Kesên dibêjin zaroka 6,7,10 salî dikare bizewice di bin navê "azadiya îfadeyê de" nayên darizandin derbarê wan de biryara neşopandinê tê dayin. Her kesê çavên xwe ji vê re bigirin hevparên sûc in. Em bang li jin û raya giştî ya demokratîk dikin, em nebin hevparên vî sûcî. Em têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ev kes bên cezakirin û qadeke azad û ewle ji zarokan re bê afirandin em têkoşîna xwe bidomînin. Em ji hemû kesên ku piştgirî dan vê têkoşînê re spas dikin."