Meral Daniş Beştaş:Tirkbûn, sunîbûn û mêrtî tê berdewamkirin

  • 09:06 8 Kanûn 2022
  • Ramyarî
 
Melek Avci 
 
ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş metna pêşnûma destura bingehîn a maseya 6’an nixand û got: “Tirkbûn, sunnîbûn û mêrtî tê berdewamkirin. Li şûna Tirk Gelê Tirk nivîsin tu beramberê wê tune. Ev ne nûbûne. Ev tadîlat û restorasyone.”
 
Maseya 6’an ya ji CHP, Îyî Partî, Patiya Saadet, Partiya Demokrat, Partiya Deva û Gelecek pêk tê di 28’ê Mijdarê de pêşnûmeya destura bingehîn ya li ser li hev kiribûn parvekirin. Di pêşnûmeyê de di xala 84’an a Destura Bingehîn ya 1982’yan de û 9 sernavên beşan, di sernavê made û 6 sernavan de guherîn hatiye pêşniyarkirin û tifaqa ku îdiaya azadî û wekheviyê dike, der barê pirsgirêka kurd, zayenda civakî, jin, ol û azadiya fikr û ramanê de gotin guhertine an jî li gotinan pêvekên zêde bicih kirine û guherÎneke bi kok pêşniyar nekirin.
Li dijî vê rexneyên ‘we kîjan guherîn kirine’ hatin kirin.
 
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş der barê pêşnûmeya destura bingehîn a maseya 6’an weşandiye nirxadina ‘pêngavek pozîtîfe’ lê gelek kêmasiyên wê hene, ji bo pirsgirêka kurd, çareserî û nûbûnek li ser navê azadiya ol tune. Meralê da zanîn ku ev rewşa restorekirina destura bingehîn ya heyî ye. 
 
Meralê pêşnûmeya ji aliyê maseya 6’an ve wek ‘pêşnûma peymana civakî’ hatiye binavkirin nirxand û got ev pêşnûme peymana civakî nahewîne û wiha vegot: “Beriya her tiştî partiyên cuda, welatî, rêxistinên civaka sivîl, rayagiştî ya demokrat, hêzên demokrasiyê tevli vê metnê nehatinekirin û nehatiye nîqaşkirin. Ev metn tenê ji aliyê kesên ji aliyê maseya 6’an ve hatine pewyirdarkirin, ji aliyê hiqûqnasên hatine peywirdarkirin ve hatiye avakirin. Ji ber vê jî em dikarin bêjin bi tevlibûnek zelal, nîqaşkirineke berfireh ev metn nehatiye amadekirin. Ji xwe îdiayeke wan ya di vî alî de jî tune. Peymana civakî beriya her tiştî divê bi civakê re pêk bê. Divê hawireke siyasî û demokratî ya ku ev bê nîqaşkirinê hebe. Maseya 6’an li gorî nêrînên xwe yên navbera xwe ev metn ava kirine.”
 
Yekparêzî tê berdewamkirin
 
Meralê her wiha destnîşan kir ku bi metna hatiye avakirin ‘tirkbûn, sunîbûn û mêrtî tê berdewamkirin’ û ev tişt anî ziman: “Di Destura Bingehîn a 1982’yan jî heman tişt derbasdare.  Di destura bingehîn de jî di vê metnê de jî jin, bawerî, nasnameyên cuda ne mijara gotinê ne. Yanî yekparêzî bi heman awayî tê domandin. Pir bawerî, nasnameyî tune. Ya girîng jin tune ne.Di alî rolên zayenda civakî de pergala berê tê domandin.”
 
‘Guhertina gotinan guhertinê pêk nayne’ 
 
Meralê axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Li şuna azadiyê hurriyet tê bikaranîn. Ev tu tiştekî naguhere. Di xalên din de jî hinek gotin hatine guhertin. Di xalekê de li şûna spartekên gel, têgeha hurriyetê anîne. Belê azadiya gel derxistine pêş ev guherînek pozîtîfe lê ji bilî vê;  bi têgehên wekê lijneya ewlehiya netewî, pergala cemawerî û hinek têgehên din sînorkirina azadiyan nayê qebûlkirin. di rewşa têgehên evqas şênber bikevin pêşnûma destura bingehîn, dikar ji aliyê kesên ku qanûnan pêk tînin ve bi berfirehî bê şîrovekirin û zanist jî bi vî awayî dikarin bê girtin, rojnameger û akademîsyen jî bi heman awayî dikarin bên girtin. Niha li Tirkiyeyê ji xwe em vê dijîn.”
 
Restorasyona beriya 2002’an
 
Meralê diyar kir ku ev pêşnûme xebata restorekirinê ye û di vê mijarê de jî wiha got: “Ev vegera dema beriya Erdogan e. Gelek xalên amade kirine vegere beriya dema 2002’yan e. Em îdia û  bêrîkirineke ji bo wê demê dibînin. Yanî dibêjin ku beriya Erdogan her tişt gelek baş bû tu pirsgirêk tunebû. Pêşnûme niyeta baş dihewîne. Lê ji bo pirsgirêkên heyî jî çareseriyê pêşkêş nake. Em mafê wan bidinê, hinek sererastkirin pozîtîfin. Bi hiyetek baş hatine kirin. Em dikarin vê pêngavek erênî qebûl bikin. Ya di vir de tê nîqaşkirin ev e ‘Gelo têr dike an nan’. Gelo pirsgirêka kurd, elewiyan, jinan, civaka Tirkiyeyê çareser dike an na? Li gorî me ev pêşnûme qels e, têr nake.”
 
‘Divê perspektîfek berfireh pêşkêş bikin’
 
Meralê her wiha destnîşan kir ku tiştekî nû têde tune û da zanîn ku ji br vê sedemê divê maseya 6’an bi perspektîfeke berfireh ya ku çareseriyên mayînde pêk tîne, pisgirêkên heyî ji holê radike, nêz bibe. Meralê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hemû muxalefte û partiyên siyasî nêzîkatiya li hember Kurdan û pirsgirêka kurd zelal bikin. Yên li dora wê maseyê rudinin nêrînên cuda temsîl dikin û ji heman cihî li mijaran nanêrin. Ez vê zelal bînim ziman, li Tirkiyeyê  turnusola demokratîkbûnê mijara Kurde, mijara jinê ye, azadiya ol û wijdanê ye. Nêzîkatiya li hember tecrîd, li hember şer e, li hember perwerda ziman jî gelek girîng in. Hele ku di peymanek civakî de. Tirkiye êdî ne xwedî civak û nasnameyên ku ji ser yek nîjad, yek ziman û yek nasnamê bê meşandinê ye. Ez careke din dubare dikim ku tenê bi fikra tamîrat û tadîlatê yanê bi restorasyonê, pirsgirêkên li Tirkiyeyê nikarin bên çareserkirin.”