'Li Tirkiyeyê rojnamevanî bi awayekî azad nayê kirin'

  • 14:53 2 Mijdar 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li hember girtina nûçegihanên JINNEWS û MA'yê nerazîbûn nîşan da û got: "Li Tirkiyeyê rojnamevanî bi awayekî azad nayê kirin."
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş têkildarî binçavkirina bi îşkenceyê ya nûçegihanên MA û JINNEWS’ê û girtina wan a ji ber nûçeyên çêkirine li Lijneya Giştî ya Meclisê axivî. 
 
Meral, diyar kir ku rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine girtin û got: “Tu welatên cîhanê di serî de jî Tirkiye ji bo rojnamevanên digirin re nabêjin ‘Ji ber rojnamevantî dikir ez digirim’, hincetekê digirin. Em her tim dibêjin, îro ji nivî zêdetirî welat li gorî pîvanên desthilatê mûameleya terorîstiyê lê tê kirin. Em baş dizanin ku kesên hatine girtin rojnamevan in. Gotin îşkence li wan hatiye kirin, em li bendê bûn ku ji van re jî bersiv were dayîn.”
 
‘Şahida rojnamevana me’
 
Meral, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bila herkes bizane ku ev tenê hinceteke, li Tirkiyeyê rojnamevanî bi awayekî azad nayê kirin, bi taybetî jî rojnamevanên mûxalîf, bi bikaranîna darazê ya weke çek a desthilatê tên girtin. Ez bi xwe şahid im ku 11 rojnamevanan rojnamevantî kiriye. Parlamentereke ku gelek caran bi Berîvan Altan û Dîren Yurtsever re hevpeyvîn kiriye. Ez bawer im parlamenterên din jî bikaribûna bi awayekî azad axiftibûna wê ev roportaj wan bi xwe dabûna. Min tenê navê Berîvan û Dîrenê anî ziman lê ez ji vir dibêjim ku şahidê rojnamevanên din im jî.”