Meral Daniş Beştaş: Rola HDP’ê ya di pêvajoya çareseriyê de tê darizandin

  • 10:20 27 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku rola HDP’ê ya di pêvajoya çareseriyê de hinceta doza girtinê hatiye nîşandan û got: “Ji pêvajoya çareseriyê heta doza girtinê heyeta me berpirs tê dîtin. Ger ev sûc be divê ew gumanbarên sereke bin. Hevdîtinên bi rayedarên KCK’ê re hatin kirin, ji derveyê agahiya AKP û MYK’ê nebû.”
 
Li Tirkiyeyê yekem car ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derî hatin vekirin lê ev pir dirêj berdewam nekir. Pêvajoya çareseriyê ya ku bi fermî ji hevdîtinê re hat vekirin û dewletê tê de cih girt hat înkarkirin û hat rakirin.  Ji aliyê Serdogeriya Komarê ya Dadgeriyê ve der barê doza girtina HDP’ê de îdianame hat amadekirin û rola HDP’ê ya di pêvajoya çareseriyê de wek delîl kirin dosyayê. Parêzeran di parastina pêş ku pêşkêşî DDB’ê kirin de diyar kirin ku hevdîtinên pêvajoya çareseriyê û Îmraliyê nikarin bibin hinceta girtinê û li dijî rêgezên hiqûqa gerdunî ne. Desthilatdarî ku bi awayekî fermî di pêvajoya çareseriyê de cih girtibû jî ji nedîtîve hat û tenê siyasetmedarên kurd tên darizandin.
 
Di pêvajoya çareseriyê de çi hatin jiyîn. Nêzîkatiya HDP’ê çi bû? Abdullah Ocalan çi gotibû? 
 
Greva birçîbûnê ya girtiyan
 
Di 27’ê Tîrmeha 2011’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tecîda giran dest pê kir û bi vê re di 2012’an de pevçûnên dijwar hatin jiyin. Girtiyên PKK û PAJK’ê di 12’ê îlonê de greva birçîbûnê kirin û 68 rojan berdewam kir. Bi banga Abdullah Ocalan bi dawî bû.
 
Li Parîsê sê jinên Kurd hatin qetilkirin
 
Di 3’ê Çileyê 2013’an de heyeta ji BDP’ê Ayla Akat Ata û Ahmet Turk pêk dihat çû Îmraliyê. Di pêvajoya hevdîtin berdewam dikirin de 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê sê siyasetmedarên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Abdullah Ocalan ev komkujî wek ‘mekanîka darbeyê ketiye dewrê’ nirxand û got wê muzakere bidomin. Leşker, polîs û qeymeqamê destê PKK’ê de di 13’ê Adarê de teslîmê Tirkiyeyê hat kirin.
 
Newroza Amedê
 
Di Newroza 2013’an a Amedê de peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan hat xwendin. Abdullah Ocalan di peyamê de got ‘Ji pêvajoya berxwedana çekdarî, ber bi siyaseta demokratîk derî vedibe. Me bi dehan salên we ji bo vî gelî feda kir. Me bedelên mezin dan. Tu têkoşîn û fedekarî vala neçû. Bila êdî çek bisekinin fikr û siyaset biaxivie.” Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, got wê 8’ê Gulanê de vekişîn dest pê bike û koma ewil di 14’ê Gulanê de gihişt Qendîlê. Lê der barê vekişînê de pêngavên qanûnî nehatin avêtin. Di 9’ê îlonê de KCK’ê daxuyanî da û got vekişîn hatiye sekinandin lê agirbest tê parastin.
 
Di pevajoya çaresesriyê de hilbijartinên herêmî pêk hatin. Di pêvajoyê de gelek bûyer hatin jiyîn. Di 2014’an de DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir.  Hikûmetê li hundir bi kurdan re muzakere dikir lê li Sûriyeyê êrîşê kurdan dikir. Gotna Erdogan ya ‘Kobanê li ber ketinê ye’ rê li ber bertekan vekir.
 
Astek nû
 
Çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê cotmehê li her derê Tirkieyê pelav bûn. Çalakî bi peyama Abdullah Ocalan rawestiyan. Abdullah Ocalan di 21’ê cotmehê de bi hevkariya heyeta Îmraliyê diyar kir ku ji 15’ê cotmehê şûnde pêvajo aştiyê ketiye astek nû û divê lez bidin xebatên pêvajoya muzakareyê. Bernameyek ji 4 salan pêk dihat amade kir.
 
Tevî hemû hewldanên Abdullah Ocalan, di civîna MGK’ê ya 30’ê cotmeha 2014’an de biryara plana têkbirinê hat girtin.  Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan Mutabakata Dolmabahçeyê red kir,niyeta xwe ya qedandina pêvajoya çareseriyê diyar kir.
 
‘Bi heman rêbazan ev mijar nayê çareserkirin’
 
Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku doza ji bo girtinê li HDP’ê hatiye vekirin berdewama înkarkirina nasnameyê ya ji ‘plana şark islahatê’ heta niha didome û got: “Ji Mufetişiya Umumî, heta Plana Şark Islahat, ji  warkirinê heta komkujiya Dêrsîmê berdewama gelek pêkanîne.Seranserê dîrokê desthilatdarî, partî, lîder guherîn. Cîhan pêş ket lê Tiriye hîna di mijara Kurd e pêş neketiye. Em îro jî bi înkarê re rû bi rû ne. Bi heman rêbazan girtin, binçavkirin û komkujiyan pirsgirêk nayê çareserkirin. Tirkiye demokratîk nabe.”
 
‘Em têkoşîna heqîqetê didin’
 
Meralê her wiha bi lêv kir ku doza girtina HDP’ê jî yek ji van polîtÎkayene û HDP li Tirkiyeyê di serî de ji kurdan, nasname û baweriyên cuda piştgiriyê dibîne û wiha dirêjî dayê: “Taybetiya me ya ji wan em têkoşîna heqîqetê didin. Pirsgirêka kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê mijara serekeye. Demokratîkbûn girêdayê vê ye. Dixwazin HDP’ê bigirin, ji ber nêzîkatiya li hember mijara Kurd wisa dikin.”
 
‘Li dijî destura bingehîn e’
 
Meralê ev tişt anî ziman: “Pêvajoya çareseriyê dikin hinceta girtina HDP’ê. Ev ne qanûnî ye.Pêvajoya çarseriyê dikin mijara darizandinê. Dozê kumpasê ne û tu aliyê wan yên qanûnî tune. Ev ne di hiqûqa ceza Tirk, ne di destura bingehîn a Tirkiyeyê, ne di peymanên navneteweyî û ne jî di biryarên DMME’ê de heye. AKP û MHP van biryaran bi hev re didin. Her wiha aşkera jî dikin. Devlet Bahçelî di civîna koma xwe de her tim DDB’ê tehdî dide. Serokê partiyekê nikare dadgehê tehdîd bike. Ev sûce.”
 
‘Em her tim li pişt pêvajoya çareseriyê ne’
 
Meralê her wiha destnîşan kir ku ew her tim li pişt pêvajoya çareseriyê ne her tim partiyeke ku çareserî û diyalog parastine û ev nixandin kir: “Me tu car negot hevdîtinên Îmraliyê şaşin, me negot berdewama pêvajoya çareseriyê şaşe. Me duh jî parast û em îro jî diparêzin. Pêvajoya çareseriyê ne dijqanûniye. Berovajî vê aliyên pêvajoyê bi qanûna hejmar 6551 ev kirin bin parastinê. Kê parast? Rayedarên dewletê yên wê demê parast. Îro Îdrîs Baluken girtiye. Li îmraliyê tecrîdek giran heye. Birêz Ocalan wê demê pêşniyarên ku pêşiya Tirkiyeyê vedike kir. Di Newroza Amedê de destpêka pêvajoyê deklere kir.”
 
‘Rola HDP’ê hêsankirin bû’
 
Meral li ser rola HDP’ê ya di pêvajoya çareseriyê de jî sekinî û ev tişt bi lêv kir: “Pirsgirêka çek danînê ne pirsgirêka HDP’ê ye, HDP tenê wek siyasî aliyek bû. Hewldana wan hêsankirina pêvajoyê bû. Di doza girtinê de vê dikin hincet. Ev jî tê wateya ku AKP’ê hîna hinek tişt fêm nekirine. Dema hewl dide me bigire, sûcê ku wan jî kiriye înkar dikin. Li vî welatÎ hawira şer tu car çareserî neanî û nayne jî. AKP dibêje pirsgirêka Kurd tune. Ev jî îlana dijminahiya li hember Kurdane. Demên dawî de em bûyerên ku hişê mirovan nagire dijîn. Herî dawî konsera Mem Ararat hat qedexekirin. Hulusî Akar got ‘ne li hundir ne li derve cihek wek Kurdistan tune’. Dîrokê jî nizane. Ev ne nezanîne. Ev înkare.”
 
‘HDP wê neyê girtin’
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Desthilatdariyê bi aşkera got ew biryarên DMME’ê nas nakin. Em dibêjin ku divê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin. Em vê diparêzin. Di yek gotinek me de nikarin şîdetê bibînin. Em bi riya siyasetê dixwazin pirsgirêk bê çareserkirin. Tabloyek wisa aşkera heye. Ji ber vê HDP wê neyê girtin. Biryara girtinê bê dayîn jî wê ji DMME’ê bê vegerandin. HDP wê neyê girtin.”