Serokkomarê AKP'yî Peymana Stenbolê hedef girt
- 10:31 9 Mijdar 2021
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan ku piştî civîna Kabîneyê daxuyanî da, careke din rêxistinên jinan û Peymana Stenbolê kirin hedefa xwe.
Bi pêşengtiya Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan civîna Kabîne li Kûlliye yê hat kirin. Civînê bi qasî 3 seat û 40 deqqe berdewam kir. Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. Tayyîp Erdogan bertek nîşanî kesên ku li hemberî tezkereyê derketin dan û jinên ku xwedî li Peymana Stenbolê derketin hedef girtin.
Erdogan bi van gotinan jin hedef girtin :" Hûn jin çi karî dikin? Dema ku li jinên di rêxistina we da cîh digirin heqeret were kirin hûn radibin piya û bertek nîşan didin? Dema ku li xweşikên şehîdan heqerek tê kirin hûn çima dengê xwe dernaxin û dernakevin qadan? Dibê ku dema qala Peymana Stenbolê hat kirin herî pêşî jin li hemberî vê derkevin. "