Bikaranîna çekên kimyewî di rojeva meclisê de ye
- 16:02 28 Cotmeh 2021
- Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Federal a Kurdistanê bir rojeva meclîsê. kna.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca, êrişên Artêşa Tirk ên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bir rojeva meclisê û pirsa îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî kir.
Bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktayu bibersivîne Feleknas, pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê û xwest ku têkildarî mijarê daxuyanî bê dayîn.
Feleknas, di pêşnûmepirsa xwe de bangên nivîskar, ronakbir, parlamenterên Iraqê û Herêma Kurdistanê ku têkildarî mijarê li saziyên navneteweyî kiribûn bi bîr xist û têkildarî mijarê ev pirs ji Fûat Oktay kirin:
"* Îdiayên ku Tirkiye di êrişên xwe yên li ser xaka Herêma Federal a Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne rast in?
* Derbarê ev îdiayên ku dikevin çarçoveya sûcên şer de lêkolînek hatiye kirin?
* Tirkiye li gorî Peymana Çekên Kîmyewî û Protokola Cenevreyê ku îmze kirine tevdigere?
* Heke îdiayên di çapemeniyê de cih digirin rast bin wê derbarê berpirsyaran de lêpirsîn bê vekirin?"