'Hêzên ji derve û partiyên siyasî divê peyama gelê Başûrê Kurdistanê bibînin'

  • 09:01 19 Cotmeh 2021
  • Ramyarî
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Rojnamevana Başûrê Kurdistanê Gulîstan Tara têkildarî hilbijartinên parlamentoya Iraqê û boykota gel wiha got:"Gel ji bo guherîna hikumetê di xwepêşandanan de berdêlên giran da. Lê di hilbijartinan de tê gotin ku ji sedî 41 dengdayin pêk hatiye. Ya rast jî ji sedî 21 dengdayin pêk hatiye. Ev boykotek mezin e û pêwîst e hemû hêzên ji derve û partiyên siyasî peyama gel baş bibînin. Divê partiyên siyasî ji gel re rexnedayîna xwe bide."
 
Hilbijartinên pêşwext ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi pirsgirêkên mezin re derbas bûn. Li gorî amarên (îstatîstîk) hilbijartinê, di tevahiya Iraqê de 25 milyon kes xwedîyê mafê dengdayinê ne lê ji wan tenê 9 milyon kesî dengê xwe bi kar aniye. Li gorî vê jî ji sedî 41 kesî deng daye. Tenê di Şengalê de 83 hezar deng hene, ji wan jî tenê 13 hezar kesan dengê xwe daye. Têkildarî encaman rojnamevan Gulîstan Tara pêşbînî û nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.
 
'Sîstemek antîdemokratîk heye'
 
Gulistanê da zanîn ku dîmenên niha li Başûrê Kurdistanê û Iraqê tên dîtin rewşa hemû Rojhilata Navîn nîşan dide û wiha berdewam kir:" Hêzên hegemonîk li Başûr şerê xwe yê berjewendiyan û desthilatdariyê dide meşandin. Başûrê Kurdistanê ango tevahiya Mezopotamyayê xwediyê xakeke dewlemend e û niha ev hêzan li ser gavên şerekî mezin diavêjin. Em dikarin bêjin 3'yemîn şerê cîhanê pêl bi pêl li ser vê xakê rû dide. Pirsgirêka Başûr a herî mezin jî demokrasî û azadî ye. Ango her desthilatdariya hatiye, gotiye 'em ê demokrasiyê bînin'. Weke 2003'yan Emerîqayê Sedam xist û got 'em ê demokrasiye ava bikin'. Dema em roja îro dibînin ev gotin li hewa man. Jixwe axek di bin bişaftinê de be çiqas rast e em li wir qala van gotinan bikin. Başûr hîna di bin desthilatdariya Emerîqa, Îran û hêzên din de tê birêvebirin. Ger demokrasî û azadiyek hebe bi destên van deshilatdaran jî ne pêkan e. Weke ku Birêz Abdullah Ocalan jî dibêje pêwîst e netew dewlet werin hilweşandin û li şûna wê pirolî, pirrengî, pirçandî û xweseriyek were avakirin. Encax em ê bikaribin bi xwe demokrasî û azadiyê bi dest bixin."
 
'Em nikarin qala hilbijartinek demokratîk û xweser bikin'
 
Gulîstanê bi lêv kir ku di van şert û mercên sîstema Iraq û Başûr de ew nikarin qala hilbijartinek demokratîk û xweser jî bikin. Gulîstanê wiha berdewam kir:"Weke me di serî de jî got ev sîstem di bin rêveberiya hêzên ji derve de tê rêvebirin. Encamên hilbijartinê jî wê bê guman ne di bin berjewendiyên gelan de, di bin berjwendiya van hêzan de be. Em dibînin heta niha di aliyê pirsgirêkên civakî, aborî, siyasî, jinan de gavên çareseriyê nehatine avêtin. Ji bo xizmeta gel, ji bo berjewendiyên gel ango ji bo azadiya gel tu tiştek nehatiye kirin. Ji ber vê yekê jî di salên 2019'an de li gelek deveran xwepêşandanên gel pêk hatin. Welatiyan xwestin hikumeta ku nikare gel bi rê ve bibe êdî were guhertin. Di encamê de jî bi hezaran kes hatin qetilkirin û birîndar kirin. Li ser xwîna wan kesan hilbijartinên pêşwext pêk hatin. Di wê demê de ji bo gel soz hat dayîn. Piştî 2 salan di 10'ê Cotmehê de hilbijartin pêk hatin."
 
'Hêzên ji derve û partiyên siyasî divê peyama gelê Başûr bibînin'
 
Gulîstanê da zanîn ku herçiqasî ji bo hilweşîna hikumeta heyî xwepêşandanên gel çêbûn jî li gorî salên din paşketinek mezin hebû û li Başûr îsal atmosferek pir cuda hebû. Gulîstanê hilbijartinên salên 2014'an bi bîr anî û wiha pê de çû:"Di hilbijartinên berê de hêviyek a gel a guherîna hikumetê hebû. Lê vê carê ew hêvî tune bû. Beriya hilbijartinê zêdetirî welatiyan biryara boykotê girtibûn. Beriya niha di xwepêşandanan de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan, êdî gel ne bawer e ku bi van rêbazan jî rewş were guhertin. Ji ber ku ew dibêjin çiqasî em deng bidin jî wê her hikumet heman be û rewşê jî wisa berdewam bike. Tê gotin ku di hilbijartinan de ji sedî 41 kesî deng dane. Lê ya rast ji sedî 21 e. Ev rêjeyek gelek ketiye ku divê herkes vê peyama gel bibîne. Hêzên ji derve û partiyên siyasî divê peyama gelê Başûr bibînin. Partiya Goran weke rexnedayîn daxuyaniyek da û endamên wan ên konseyê bi tevahî îstifa kirin. Pêwîst e hemû partiyên din jî ji bo gel rexnedayîna xwe bidin. Me mînaka Goran da. Goran ji YNK'ê qut bû û ji bo guherîna hinek tiştan hêvî da gel."
 
'PDK'ê hemû lîstok ji xwe re rewa dît'
 
Gulîstanê diyar kir ku ji derveyî boykotê pirsgirêkên mezin derketin û ev agahî parve kir:"Ev pirsgirêk bi taybetî jî li Şengalê rû dan. Pêşbîniyên di derbarê Şengalê de vala hatin derxistin. Dihat hêvîkirin ku gelê Şengalê bi hilbijartinan bersivek xurt bidin îxaneta ku li wan hatiye kirin. Namzetên ku derxistiban wê ji bo xweseriya Şengalê gavek girîng ba. Lê belê em bûn şahidê lîstokan. Beriya hilbijartinê û di nava hilbijartinê de jî astengiyên mezin hatin derxistin. Her roj êriş û daxwazên ketina Şengalê hebûn. Hilbijartinê dereng dest pê kir. 21 sindoq hatin sekinandin. Êzidiyên di qempan de hatin astengkirin. Ev ji rêbaz û planên dewleta tirk bûn. Dewleta tirk PDK bi kar dianî. Rêjeya dengdayinê li Şengalê gelek kêm bû. Cihê herî bi coş û bi hêvî hilbijartin pêşwazî kir jî Şengal bi xwe bû. Lê mixabin PDK a ku bi êrişan nikaribû bikeve hundirê Şengalê hemû lîstok ji xwe re rewa dît. PDK'ê hemû qirêjî rewa dît."
 
'Divê yekîtiya jinên siyasetmedar çêbibe'
 
Gulîstanê bal kişand ser namezetên jin ên hatine hilbijartin û wiha got:"Cihê şanaziyê ye ku gelek jin hatine hilbijartin. Lê li gorî me jimar ne girîng e. Pêwîstî bi yekîtiya jinan heye. Di pirsgirêkên civakî û jinan de pêwîst e ew pêşengtiyê bikin. Bi taybetî jî ji bo demokrastî û azadiya gel. Ji ber ku jin aştiyê dixwazin û ew ê ji bo berjewendiyên xwe tenê xebatan nedin meşandin. Lê belê ev jin jî xwe di bin siya wan partiyan de û berjwendiyên wan de dihêlin. Ji bo wan pirsên me hene. Ger ku ew jinan temsîl dikin, çima ewqas qetilkirin û tundiya li ser jinê zêde ye? Çima zagonên li dijî qetilkirin û tundiyê nayên derxistin? Ma nikarin pirsgirêkên jinan bînin ser ziman? Ev yek mixabin kêmasiyên mezin in. Em pê dizanin ku li vir her jina dikeve nav siyasetê têkoşînek mezin dide. Heta digihêje wê astê ji mêran zêdetir hewil dide û berdêlê dide. Lewra divê bikaribe vê têkoşîna jinê jî mezin bike û bibe serî. Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê yekîtiya jinên siyasetmedar pêk were."
 
'Şengal îxanetê ji bîr nake'
 
Gulîstanê herî dawî wiha got:"Têkildarî hilbijartinên hatine kirin gelek îtiraz hene, bi taybet jî li Şengalê. Gelê Şengalê wê vê hilbijartinê erê neke. Bê guman e ku gelê Şengalê ne qetlîamê ne jî îxanet ji bîr nekiriye. Bi taybet jî bi peymana 9'ê Cotmehê re û hilbijartinan re wê careke din hewil bidin bikevin axa Şengalê. Ji ber vê sedemê divê Şengal tim di rojeva me de be. Ango berxwedanek mezin li wir heye. Bi taybetî jî berxwedana dayikan şayanê gotinê ye."