Fezlekeyên sala nû dîsa kirin para HDP'ê
- 10:35 6 Cotmeh 2021
- Ramyarî
ENQERE - Biryara fezlekeyên sala zagonsaziyê ya nû ji bo 3 parlamenterên HDP'ê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz hat dayin.
Tezkereyên Serokkomariyê yên derbarê Rakirina Destnedanê yên sala zagonsaziyê ya nû ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve di lîsteya "Qaxizên Tê" hat weşandin. Dosyayên aîdî Serokwekîla Komê ya HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz ji aliyê endamên Komisyona Edalet û Zagonê hewaleyî Komisyona Tevhilev hat kirin.