Namzeta serbixwe Ronak: Ne guhertina rû divê zîhniyet biguhere
- 09:08 5 Cotmeh 2021
- Ramyarî
Sema Çaglak
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzeta serbixwe ya Iraqê Ronak Mecîd diyar kir ku pêdivî bi parlementoyeke aştîxwaz heye û got: "Ev hilbijartin ji bo guhertina rûyên kesan nîne, heke zîhniyet neguhere, wê demê rûyên nû dê bi kêrî tiştekî nayên. Zîhniyeta cuda ya ku dixwaze kar bike dê bibe mînak û li Herêma Kurdistanê û Iraqê guhertînan pêk bîne."
Li Iraqê di 30'ê mijdara sala 2019'an de ji ber ji ber aloziya siyasî û protestoyên gel hikûmeta bi serokatiya Adil Ebdilmehdî îstifa kiribû. Serokê Servîsa Îstixbaratê ya Iraqê Mistefa El-Kazimî hikûmeteke nû ava kir. Niha li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê amadekariya hilbijartina pêşwext a parlamentoyê tê kirin. Hilbijartina dê di 10'ê cotmehê de pêk bê. Li tevahiya Iraqê 3 hezar û 249 namzet hene û di nav de jî 951 namzetên jin hene.
Di sala 2003'yan de ji hêla hikûmeta Iraqê ve, makeqanûn ji bo kotaya jinan hat sererastkirin, li gorî kotayê jî divê hejmar ji sedî 25'ê derbastir nebe. Piştî pergala kotayê di sala 2005'an de ji 275 kursiyan jin 70 kursî bi dest xistin. Di sala 2010'an de ji 325 kursiyan jinan 83 kursî bi dest xistin. Di sala 2014'an de 83 jin bûn parlamenter û bi taybetî jî 22 namzet bê kota ketin parlamentoyê. Her wiha di sala 2018'an de jî jinan 84 kursî bi destxistin, hîn namzet bi kotayê û hin namzet jî bê kota bi ser ketin.
Her wiha li gel parlamenteriyê, jin di wezaretan de jî cih girtin. Di salên 2004- 2005'an de 6 jin bûn wezîr, cara yekem û cara dawiyê ewqas jin bûn wezîr. Di salên 2005- 2006'an de 5 jin, di salên 2006-2010'an de 3 jin, 2010-2014'an de 2 jin, di salên 2014- 2018'an de jî 2 jin û herî dawiyê jî di sala 2020'î de jî tenê jinek bû wezîr. Di xwepêşandanên sala 2019'an de ya ku bû sedema guherîna hikûmetê, helwest, çalakî û pêşengiya jinan jî girîng bû. Li her bajarê Iraqê jin daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin û bal kişandin ser temsîliyeta jinan a qada siyasetê.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) diyar kiribû ku wê bi 4 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibin. Ji 4 namzetan 3 namzetên Tevgera Azadî jin in. Yek jî wan namzetên serbixwe Ronak Mecîd e. Ronak, namzeta herêma 2'yem a parêzgeha Silêmaniyê ye. Ronak derbarê hilbijartinên Iraqê de ji ajansa me re axivî.
Bandora polîtîkayên hêzên hegemonîk
Ronak di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser aloziyên ku li Îraqê de tên jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Aloziyên li Iraqê, ji salên 2003'yan de ji ber polîtîkayên hêzên hegemonîk ên cîhanê yên derdewletê bêtir kûr bûn. Polîtîka û berjewendiyên hêzên hegemonîk ya ku bandorê li rewşa xelkê dike û bandora li ser xizmetguzariya hikûmetê jî kir. Wek em dizanin, ne xizmetguzariyek baş hebû û ne jî rewşa xelkê başbû. Berovajî vê rewşa çend kesan tenê baş bû, lê rewşa welatiyan jî roj bi roj xirabtir dibû. Hem rewşa aborî hem jî rewşa hikûmetê bi hev re xirab dibû. Li Iraqê, hem hikûmet û hem jî serokatiya hikûmetê di hela kontrolê de kêm ma."
'Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê hevkariyek kirin'
Ronak, derbarê polîtîkayên ku rê li ber xitimandina siyaset, qeyrana aborî û siyasî vekir de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li ser van aloziyan, hikûmeta Îraq û Parlamentoya Herêma Kurdistanê di navbera xwe de hevkariyekî kirin. Kurdekî kirin serokkomar, şiîyekî kirin serokwezîr û suniyek jî kirin serokê parlamentoyê. Hevkariya ku di nav xwe de kirin ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe bû. Ji ber vê rewşa xirab û polîtikayên hikûmetê di meha cotmehê de gel daket kolanan. Bi taybetî jî Gelê Ereb daketin kolanan. Xwepêşandanên mezin pêk hatin û gel bersiveke tund da hikûmetê. Kuştina xwepêşandêr û rojnamegeran bêtir bû sedem ku gel dakevin qadan. Bi taybetî jî sunî li Iraqê çalakî li dar xistin. Li ser van geşedanan Mistefa el-Kazîmî hat ser kar û bû serokwezîr. Dema ku Adil Ebdilmehdî desthilatdar bû û daxwaz kir ku divê gel serokezîr biguherîne. Jixwe gel daxwaz dikir ku parlamento bê fesîhkirin. Lê ev tişt pêk nehat û li şûna wê biryara hilbijartineke pêşwext hat girtin."
‘Ji bo siyaseta Iraqê zîhniyetek cuda divê’
Ronak, di axaftina xwe de bal kişand ser guherîna zihniyetê ya li parlamentoyê û got: "Piştî parlamenter li meclîsê rûnên wê hikûmeta nû bê hilbijartin. Eger wekî berê ji bo dabeşkirina serokatiyên hikûmeta Iraqê, heman rê bê ceribandin dê li Iraqê carek din çalakiyên protestoyî pêk bên. Pêdivî bi parlementoyeke aştîxwaz heye. Ev hilbijartin ji bo guhertina rûyên kesan nîne, heke zîhniyet neguhere, wê demê rûyên nû yên ku werin dê bi kêrî tiştekî nayên. Demên borî jî me dît çend rû guherîbin jî bi heman zîhniyetê polîtîka tê meşandin. Ji ber vê yekê, divê bi zîhniyeteke cuda li Encûmena Nûnerên Iraqê were sepandin. Zîhniyeteke cuda ku dixwaze karê xwe yê parlamentoyê bike û dê bibe mînakek ji bo cîhanê, da ku guhertin li Iraqê bi giştî û li Herêma Kurdistanê pêk bê. Ji ber ku em dizanin ku bi salane li hemberî partiyên desthilatdar ne tenê li Herêma Federal a Kurdistanê, li Iraqê jî bêhêvîtiyek heye. Her wiha ji ber sîstema desthilatê ya ku hem Iraq û hem jî herêma Kurdistanê tê birêvebirin, heta niha di zîhniyetê de guhertin çênebûye. Ev tişt bû sedema protestoyan a gel."
'Tirkiye li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi bandor e'
Ronak di axaftina xwe de siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê nirxand û got: "Dewleta Tirk li hemberî herêmê êrişên xwe didomîne. Em dizanin ku Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li Iraqê. Ji ber ku serweriya Iraqê bin pê dike, serweriya Iraqê û serweriya Herêma Kurdistanê hatiye binpêkirin. Ji ber vê yekê tişta ku em dizanin ew e ku dewleta dagirker a Tirk di bin navekî de naçe başûrê Kurdistanê û êrîşên xwe pêk bîne. Lê belê hewl dide wan deran dagir bike, hewl dide êrîşên xwe berfireh bike û hewl dide ku hegemonyaya xwe li wê derê saz bike. Ne tenê armanc dike ku li başûrê Kurdistanê be, jixwe dixwaze bandorê li her aliyê herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Tenê ne li başûr û Iraqê, di heman demê de li hemberî Rojava û Sûriyeyê jî heman polîtîkayên xwe dimeşîne. Bi vê armancê alîkariyê dide komên çeteyan. Li Lîbyayê hin cihan bi bandor e û bi hevkariya wan çeteyan dixwaze bandora xwe ya li Tûnis û Misrê jî berfireh bike.”
‘Li dijî dagirkeriyê divê parlamento helwestê nîşan bide'
Ronak, li hemberî polîtîkayên Dewleta Tirk, bal kişand ser helwesta parlamentoya Iraqê û wiha bi lêv kir: "Li dijî dagirkirina Dewleta Tirk divê Parlamentoya Iraqê helwestekî nîşan bide. Heya niha hinek partiyên ereb û kurd li dijî vê dagirkeriyê helwest nîşan dan lê têr nekir. Helwesta serokkomara Iraqê jî tenê di sînorê şermezarkirinê de ma. Divê hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk qanûnekî di parlamentoyê de derxe û serweriya xwe biparêze. Divê ax û erdnigariya xwe biparêze. Pêwist e ku ji ber van binpêkirinan bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî bike ku Dewleta Tirk ji başûrê Kurdîstanê û ji tevahî Iraqê derkeve.”
‘Bi kotayê re rê li ber siyaseta jinan digirin'
Ronak, ligel nirxandina pêvajoya siyasî, polîtîkayên hikûmetan û hilbijartina parlamentoyê, bal kişand ser rewşa jinan û wiha axivî: "Li Iraqê sîstema kotayê heye û bi vî awayî rêjeya hilbijirîna jinan kêm e. Di çarçoveya kotayê de heta niha jin di Parlamentoyê Herêma Kurdîstanê û Parlamentoya Iraqê de cih girt. Bi kotayê jin dibin parlamenter. Ev tişt ji bo biryargirtina jinê ye lê Lê belê ev pergal ji bo zêdebûna hejmara hilbijartina jinê dibe asteng. Bi vê ferasetê pergal xwe muhafaza dike. Mînak di nav 200 kursiyan de tenê 10-20 kursî didin jinan. Bi sîstema kota re tenê ji sedî 25 jin dikarin di parlementoyê de cih bigirin. Ev jî hişmendiyekê baviksalarî ye. Li gorî fikr û hişmendiya wan jin nikare siyasetê bike. Lê eger sîstema kotayê ji holê rabe dê li gelek deveran jin dê bikarin bi deng û rengê xwe di nav siyasetê de cih bigirin. Jin xwedî li fikriyatekê aştîxwaz, hevsengî, yeksanînê ye. Lewra divê parlementoyê Iraqê bi fikriyeta jinê bê birêvebirin. Jin dikare pirsgirêka civakê bighîne qada siyasetê. Herî zêde jin dikare bibe denge civakê. Ji ber ku di nav civakê de herî zêde jin bi pirsgirêkan re rûbirû dimîne. Jin dikare siyasetê bike û birêvebibe. Jin dikare hevsengiyê bike, da ku ji bo hemû qadên civakê re jiyanek bi aram pêk bîne."
'Li parlamentoyê bibim dengê gel'
Ronak, wiha derbarê namzetiya jinan de axivî: "Hejmara namzetên jin gelek kêm in. Lê siyaset bi parlamentoyê sînor nîne. Siyaset beşek li parlamentoyê, beşek jî di nav civakê de ye. Gel niha bi zilm û zordariyê re rûbirû ne, hem li Herêma Fedaral a Kurdistanê û hem jî li Iraqê. Li dijî wê ez tevlî hilbijartinê bûm. Ji bo çareseriya van alozî û geşedanên siyasî ez bûm namzet. Ji bo ku ew zîhniyeta hişmendiya mêr a li ser parlementoya Iraqê bi dawî bînin ez tevlî hilbijartinê bûm. Ji bo ku Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin ez beşdarî xebatên siyasî dibim. Geşedanên li başûrê Kurdîstanê û Iraqê bi awayekî rasteqîn ji raya giştî re nayê ragihandin, lewra divê ji bo pirsgirêkên gel ragihandinek durîst hebe. Di heman deme de ji bo parastina mafê gel û daxwazên gel ragihînim, xizmetê bikim wek jinek ez tevlî siyasetê bûm. Her wiha ez dixwazim li parlamentoyê bibim dengê kurdan û zext û zilma li hemberî kurdan li parlamentoyê bidim bihistandin."
‘Li dijî dagirkeriyê biçin ser sindoqan...'
Namzeta serbixwe Ronak wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî dagirkeriyê bilindkirina deng girîng e, divê qanûn ji bo berjewendiyên gel werin derxistin. Ez li vir bang li welatiyan dikim ku biçin ser sindoqan dengê xwe bikarbînin. Eger neçin ser sindoqan dê ew desthîlatdarî bihêztir bibe.”