Jinên ji eniya siyaset û kedê: Li şûna polîtîkayên şer diyalog şert e
- 09:06 1 Cotmeh 2021
- Ramyarî
ENQERE/WAN - Jinan deklerasyona ‘Ji bo aştî û demokrasiyê bang’ nirxandin û diyar kirin ku çareserî ji nexşerêya demokratîk derbas dibe û divê muxalefet di vê mijarê de wêrek tev bigere û projeyek xurt dane holê.
HDP’ê di 27’ê îlonê de bi dirûşma ‘Banga ji bo aştî û demokrasiyê’ deklerasyonek ji 11 xalî pêk dihat aşkera kir. Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, bi avakirina zemîneke çarserî û diyalogê û meclîsê dikare bê çareserkirin.
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Sekretera Jinan a Platforma Konferderasyona Sendîkaya Karkerên Cemawerîyê (KESK) Done Gevger û Cîgira Hevseroktiya Partiya Azadî û Mirov (PÎA) Menîce Gulmez ji ajansa me re di vê mijarê de nirxandin kirin.
'Desthilatdarî dizane piştgiriya gel kêm bûye'
Selmayê da zanîn pirsgirêkên aborî, perwerde, tenduristî û heta polîtîka derve, roj bi roj giran dibin û bandorê li ser hemû aliyan dike. Selmayê wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî jî dizane piştgiriya gel kêm bûye. HDP’ê di vê pêvajoyê de daxwaz û bendewariyên gel esas girt û xebat meşand. Ligel hilberandina polîtîkayên li alî gel, platformên wan ên têkoşîna hevpar jî girîng in û di vê mijarê de peywira HDP û parlamenteroyê pir girîng e. Lê divê her kes bepirsyariya xwe bîne cih.”
‘Berpirsyarî ne tenê ya HDP’ê ye’
Selmayê bi lêv kir ku HDP’ê di vê pêvajoyê de xebatên der barê bendewarî û daxwazên gel de meşandiye û ligel polîtîkayên li alî gel afirandiye, platformên wan ên têkoşîna hevpar jî girîng in û wiha pê de çû: “Di vê mijarê de peywira wê ya li Parlamentoyê gelek girîng e û divê her kes van berpirsyariyan bîne cih. Divê partiyên siyasî, rêxistin, ked û baweriyan berpirsyariyê bigirin. Em hemû bi vê berpirsyariyê re rû bi rû ne.”
‘Çareserî di nexşerêyek demokratîk de derbas dibe’
Selmayê der barê pirsgirêka kurd a di deklerasyonê de jî derbas dibe ev nirxandin kir: “Çavkaniya pirsgirêka kurd, di înkarkirina daxwazên demokratîk a gelê kurd de ye. Çareseriya pirsgirêka kurd di nexşerêyek demokratîk de derbas dibe. Ji ber vê jî di têkiliya muxatabiyê de hebûna nûnerên siyasî û gelê kurd girîng e, lê di vê mijarê de hemû hêzên demokrasiyê berpirs in.”
‘Divê nîqaşa rejîmek alternatîf bê meşandin’
Selmayê der barê aborî, polîtîka hundir û derve, azadiya siyasî û mafên demokratîk ên deklerasyonê de jî wiha bi lêv kir: “Dîroka me ya siyasî bi tecrubeyên girîng tije ye. Hilbijartin û sindoq girîng e lê ev parçeyek têkoşînê ye. Ji aboriyê bigirin heta polîtîkaya derve û hundir, heta mafên demokratîk û azadiya siyasî. Çareserî bi restorasyona rejîmê nabe. Destûra Bingehîn jî tê de, divê nîqaşa rejîmek alternatîf bê kirin. Divê hêzên ku rejîmeke demokratîk ava dike bên gel hev. Partiya me tenê vê hewcedariyê datîne holê. Lê pêkanîna vê berpirsyariya hemû hêzan e.”
‘Daxwazên muxalefeta civakî ne’
Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher jî bi lêv kir ku pêvajoyê yekser dişopîne û got rêgezên deklerasyonê hewcedariyên muxalefeta civakî tîne ziman û got: “Me ji bo van pirsgirêkan nîqaşên xwe dikirin. Ez di vî alî de deklerasyonê erênî dibînim.”
‘Li şûna polîtîkaya şer diyalog’
Doneyê di berdewamiyê de wiha nirxandin kir: “Der barê muxatabiya pirsgirêka kurd de deklerasyoneke wek bersiv e. Em wek KESK'ê bi salane vê dibêjin. Ji bo çarseriyê divê herkes bibe alîyê vê pêvajoyê. Ji îro şûnde ji bo çareseriya demokratîk, divê ji her derê tevgerek erênî bê. Ji bo pêvajoya diyalogê divê hîmên demokratîk bên avêtin. Ev girîng e. Pêvajoya muzakereyeke zelal ji bo her kesî girîng e. Divê Tifaqa Mîllet ji vir şûnde dawî li nêzîkatiyên xwe yên bi fikar bîne, nîqaş zelal û vekirî bên kirin. Li şûna yekparêziyê piranî, li şûna zayendperestiyê, wekheviya zayenda civakî , li şûna lêpirsînkirina baweriyan, tevgera wijdanê giştî bê destpêkirin. Divê nîqaşeke ku hemû gelan dibîne bê meşandin.”
‘Xwegîhandina hemû aliyan girîng e’
Doneyê destnîşan kir ku piştî deklerasyonê jî girîng e û HDP û hemû hêzên demokratîk di zemîna berfireh de nîqaşê bimeşîne, bi muxataban re nîqaşan bimeşîne û xwe bigînin girseyên berfireh. Doneyê bal kişand ser kampanyaya jinên HDP’î ya ‘Ji xizaniya jinê re na’ û bi lêv kir ku di çarçoveya vê kampanyayê de xebatên hatine meşandin girîng in û wiha domand: “Di pêvajoya me got xizanî bûye jin, de divê polîtîkayek der barê vê de hebûna. Di bin navê jiyana malbat û xebatê de xebata nerm a nîv demî hatiye hedefkirin, piştî vê jin bê ewle hatine hiştin. Em li dijî vê di nokteya ku desthilatdariya siyasî pêşniyarên çareseriya xurt bimeşînin, dibin hevpar. Li ku û çawa em bînin gel hev girîng e. Li dijî polîtîkayên şer, HDP bi tifaqek berfireh dikare pêvajoyê bimeşîne.”
‘Em piştgiriyê didên’
Cîgira Hevserokatiya Partiya Azadî û Mirov (PÎA) Menîce Gulmez jî piştgiya xwe ya ji bo deklerasyonê anî ziman û got deklerasyon ji bo mafê mirovan û demokrasiyê ferz e û kakila wê derxistiye holê.
Menîceyê di axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Partiyên siyasî bi giştî heman mijaran tînin ziman. Lê mixabin pratîkek tune ye. Hêviya me ev e ku deklerasyona 11 salî ya HDP’ê daniye holê. Ji ber zîhniyeta yekparêz a desthilatdariyê, derfetek mezin daye destê muxaletê. Ji bo demokrasiyê muxalîf dikarin bên gel hev. Di hilbijartinên pêş de hatina gel hev girîng e. Beriya her tiştî divê muxalefet ji alternatîfan netirse. Muxalefeteke xurt a li hember helwesta hikûmetê, wê gel jî piştgiriyê bidê.”
‘Kêr gihişt hestî’
Menîceyê bal kişand ser krîzên li her qadê tên jiyîn û wiha bal kişand ser: “Êdî kes nikare tiştekî bigire. Mirov di sermayê de radizên. Mirov betal man. Azadî hatin qutkirin. Kêr gihiştiye hestî. Ger ku muxalefet projeyek xurt daneyne holê, wê derfetê ji hikûmetê re ava bike. Divê CHP baweriyê bide gelê kurd. Em dibînin ku CHP xebatên cuda û nerm di demên dawî de dimeşîne, lê wek zîhniyet neguherî. Divê mafên kurdan bikevin bin ewlehiyê. Ji ber vê divê her kes çi ji destên wan tê bikin. Em jî pewyira bikeve ser milê me dikin.”