HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
- 15:53 30 Hezîran 2021
- Ramyarî
ENQERE - HDP biryara vekişîna ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan da.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya. Piştî CHP, ÎYÎ Partî û HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiyan, di komîsyonê de tenê AKP û MHP man.
Wê parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Semra Guzel ên di Komîsyonê de cih digirtin têkildarî mijarê civîna çapemeniyê li dar bixin.