Ayşe Acar Başaran: Em ê bibin dengê hevalên xwe yên girtî

  • 15:03 6 Gulan 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser geşedanên siyasî û got: "Îro jî li hemberî Gelê Kurd siyaseta şer û tundiyê didin meşandin. Bi dehan hevalên me hîna di girtîgehan de ne. Bi dehan hevalên me li dijî tecrîdê li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Em dixwazin li vir jî bibin dengê hevalên xwe."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya Navenda Giştî civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand geşedanên siyasî. Ayşe di destpêka axaftina xwe de Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bi bîr anî. 
 
Axaftina Ayşeyê wiha ye: 
 
"Îqtîdar li dijî heqîqetê çi ji destê vî tê dike. Li hemberî partiya me her roj siyaseta lîncê tê meşandin. Gotinên birêz Ocalan tên astengkirin. 22 sal in birêz Ocalan li Îmraliyê di nava tecrîdê de ye. Em wateya tecrîdê baş dizanîn, tecrîda li hemberî birêz Ocalan tê wateya şer û tê wateya kûrkirina şerê li Rojhilata Navîn. Îqtîdar bi israr naxweze gotinên Ocalan bighije civakê û bighêje pêşerojê. Em jî bi israr dibêjin ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye û divê tecrîda li hemberî birêz Ocalan bê rakirin. 
 
Dijminatiya xwezayê dikin 
 
Em îro hilberînên polîtîkayên ku li hemberî me tê meşandin dibînin. Li dijderketina tecrîdê ne tenê ji bo kurda ye. Ji ber ku fatureya tecrîdê ji hemû gelan re bi taybetî jî jinan re tê derxistin, her wiha xizan û kedkar jî para xwe ji tecrîdê digirin. Îqtîdar ligel polîtîkayên şer, operasyonên dersînor, di heman demê de jî polîtîkayên ku dijminatiya xwezayê dike jî didomîne. 
 
108 jin hatin kuştin
 
Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê tedbîr hatin girtin, di destpêka nexweşiyê de jî me bang li îqtîdarê kir ku bila tedbîrên lezgîn bên girtin. Bi taybetî di pêvajoya tedbîrên li dijî pandemiyê de jin bi şîdetê re rûbirû man. Betir jin bêkar man û ji kar hatin dûrxistin. Di vê pêvajoyê de em bûn şahîdê bêkarî, xizanî û birçîbûnê. Di meha nîsanê de herî kêm 68 jin bi şîdeta mêran re rûbirû mane. Her wiha 12 jin û zarokek jî jiyana xwe ji dest daye. Di çar mehên ewilî yên 2021’an de herî kêm 108 jin hatin kuştin û mirina 74 jinan jî bi guman e. Ev tişt di çapemeniyê de derketin holê. 
 
Bûyer hêj di bîra me de ye 
 
Li hemberî jinan polîtîkayên dijminatiyê tê meşandin û her wiha jinên ku li dijî şîdetê derdikevin jî hedef tên nîşandan. Ev tişt polîtîkayeke li hemberî jinan tê meşandin. Hanîfe Oz bi êrîşa çawişê pispor re rûbirû ma û xwest dengê xwe bi rêya medyaya civakî bîne ziman. Ji ber ku kesên ku şîdet pêk anî bi unîformayî bû. Em Mûsa Orhan jî tînin bîra xwe û Mûsa tecawizê Îpek Er kir û bû sedema mirina wê. Bûyerên wisa hêj di bîra me de ye. 
 
Edalet tenê li ser tabelayan heye
 
Ji ber ku ger hûn li vî welatî mêr bin û tundiyê li jinan bikin, îqtîdar li pişta we ye.  Kesê ku ji xwe re dibêje Wezîrê Karên Navxweyî 'Wezîrê mêran' li pişta we ye û Wezîrê Malatê jî bêdeng e. Li vî welatî edalet tenê li tabelayê niîvsandî ye. Li gel van hemûyan ger ku kesê tundiyê dike leşker û polîs be ji jixwe di serî de hûn sûcdar in. Henîfe Oz jî yek ji van jina ye. Li gel ku tundî lê hat kirin jî duh li ser medya civakî bû hedefa êrîşan. Ji ber ku divê bêdeng mimana. Divê li hemberî tundiya lê hat kirin dengê xwe dernexista û tişta hat serê wê qebûl bikira. Em li gel hemû jinên ku tundî li wan tê kirin û li gel jinên tundiya dewletê dibînin cih digirin. Em ê dest ji vê têkoşînê bernedin û destûrê nedin gotinên 'mêre kiriye çi bûye?' Em ê li gel jinên ku bêdengî li wan tê ferzikirin bin.
 
Em ê nebin jinên ku hûn dixwazin
 
Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Em dest ji têkoşîna ji bo azadiyê bernadin. Wekî hevalên me yên jin ku ji ber li heberî hovîtiya çetayen a Kobanê bêdeng neman û niha di girtîgehê de ne û wekî hevlên me yên ku ji Doza Kumpasê ya Kobanê tên darizandin û têkoşîna jinê didin û wekî hevalên me yên jin ku ji ber parstina rewa kirine tên darizandin nebin jinên  ku hûn dixwazin û destûrê nedin ku hûn me bi tecawizê re rûbirû bihêlin. Em ê jiyana xwe bi xwe ava bikin.  Em destûrê nadin ku ji ber polîtîkayên şer hûn me xizan bikin û li hemberî we serî natewînin. Em ê li heberî van pêkanînên êrîşkar xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Em ê banga Peymana Stenbolê pêk bînin dubare bikin
 
Em her carê bang dikin; Em îro di pêvajoyeke ku divê jin ji her demê bêhtir li gel hev cih bigirin re derbas dibin. Ji ber ku hemû destkefityên me ji xwe re kirin hedef. Peymana Stenbolê ku wê heta 1'ê Tîrmehê di meriyetê de be wekî ku hatiye fesihkirin nîşan didin. Lê em ê di 11'ê Gulanê de ku salvegera Peymana Stenbolê ye bibêjin 'Peymana Stenbolê yame ye! Peymana Stenbolê pêk bînin'
 
Gelê Kurd bi siyaseta înkar û îmhayê re rûbirû ye
 
Sala ye li Rojhilata Navîn şerekî mezin tê kirin. Herî dawî jî disa bi operasyona ku pêk naîn di xwazin vî şerî mezin tir bikin. Bi sedan sal e ku Gelê Kurd bi siyaseta îmha û înkarê re rû bi rû ye. Nasnameya me nas nakin dixwazin zimanê me tune bikin. Bi vê siyasetê dixwazin îqtîdara xwe li ser piyan bihêlin.  Çareserî bi muzakereyên demokratîk pêkan e ne bi şerê tê meşandin. Bi rêya çareseriyê divê bi birêz Ocalan re muzakere bên kirin. 22 sal e Birêz Oclan hatiye tecrîdkirin. 
 
Hevalên me li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
 
Şer têkbirina aborîyê ye. Lêçûna li şer hat kirin ger ji bo pêşxistina aboriyê bihata kirin wê îro pirsgirêka aboriyê tune bûye. Rêya Îmraliyê demek dirêj e girtî ye. Em bi sala ye bang dikin û em dîsa bang dikin û dibêjin, çareserî ne di şer de di demokrasiyê û di hevdîtinan de ye. Di pêvajoya çareseriyê de ne leşker û ne jî ciwanên kurd nehatin kuştin. Wê demê li Tirkiyeyê demokrasî gav bi gav pêşve diçû. Lê Îqtîdara AKP û MHP'ê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan. Îro jî li ser Gelê kurd siyaseta şer û tundiyê didin meşandin. Bi dehan hevalên me hîna di girtîgehan de ne. Bi dehan hevalên me li dijî tecrîdê li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Em dixwazin li vir jî bibin dengê hevalên xwe."