Sebahat Tuncel: Li dijî tecrîdê em ê hêviya xwe mezin bikin

  • 09:42 19 Sibat 2021
  • Ramyarî
 
Habibe Eren
 
ENQERE - Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel derbarê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de li ji Girtîgeha lê dimîne nirxandin kir û got, "Bi biharê re em ê hêviyên xwe mezin bikin. Em ê hem li dijî polîtîkayên tecrîdê û hem jî li dijî polîtîkayên şer azadiyê bixwazin, berxwedan û têkoşînê mezin bikin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi piştigiriya hêzên navneteweyî 22 sal berê anîn Tirkiyeyê. Bi komploya navneteweyî Abdullah Ocalan hat teslîmkirin û niha li Girava Îmraliyê tê girtin. Tecrîda li ser Ocalan her diçe zêde dibe. Girtiyên di girtîgehan de li dijî tecrîdê dîsa dest bi gireva birçîbûnê kirin. 
 
Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ket roja xwe ya 85'emîn. Girtî jî peyaman berdewamiya têkoşînê didin. Yek ji girtiya ku ket greva birçîbûnê Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel bû. Sebahata ev nêzî 4 salî ye girtî ye li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di koma 3'yem de cihê xwe girtibû. 
 
Sebahatê di salvegera 15'ê Sibatê de kompşo û grevên birçîbûnê yên niha li girtîgehan didomin nirxand. 
 
* Ji ber komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal derbas bûn. Armanca komployê çi bû û gihaşt armanca xwe? Rola hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê di vê komployê de çawa bû?
 
Astengiya li pêşberî çareserkirina merseleya kurd ji ber zihniyeta kesên dewletê bi rê ve dibin e. Dewleta tirk bi salan e li dijî daxwazên kurdan ên azadî, nasname, ziman çand û hunerê polîtikayên xwe yên înkar, îmha û pişaftinê dixe meriyetê. Îktidar biguherin jî ev polîtîkayên dewletê naguherin. Kurdan li dijî vê têkoşîn dane û gelek raperîn di dîrokê de qewimîne. Kurdan bi têkoşîna xwe destkeftiyên mezin bi dest xistine. 
 
Di polîtikayên navneteweyî yên dewletê de jî polîtikayên li dij kurdan hene. Bi taybet li Îran, Irak û Sûriyeyê ji ber diplomasiya dewleta tirk ji bo kurd qedera xwe tayin neke astengiyan derdixin. Anîna Birêz Abdullah Ocalan jî encama van polîtikayan e. Naxwazin kurd qedera xwe tayin bikin. Têkoşîna Birêz Ocalan a valaderxistina vê komployê nehiştiye komploger bigihêjin armanca xwe. 
 
*Li Îmraliyê ev 22 sal in polîtikayeke çawa ya tecrîdê tê kirin? Roleke çawa ya komployê ya li ser kûrkirina şer heye?
 
Polîtikayên şer ên li ser kurdan di heman navendê de tê pêşxistin. Birêz Ocalan ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşe lê belê dewlet vê yekê naxwaze. Ji ber kurdan tune dihesibînin di polîtikayên tecrîdê de israr dikin. Dema em dinêrin êrişên li ser Rojava û êrişên li Tirkiyeyê li ser kurdan di heman demê de tên kirin. Di têkiliyên derve yên Tirkiyeyê de jî polîtikayên dijbertiya kurdan dikin di meriyetê de ne û hîn didomin. 
 
AKP di avakirina rejîma komarê ya duyem de daxwazan kurdan a azadî û maf tune dihesibîne. Loma êrişên li dijî kurdan bi taybet HDP'ê zêdetir dibin. Polîtikayên tecrîdê jî ji vana ne qut in. Lê belê bi biharê re em ê hêviyên xwe mezin bikin. Em ê hem li dijî polîtîkayên tecrîdê û hem jî li dijî polîtîkayên şer azadiyê bixwazin, berxwedan û têkoşînê mezin bikin.
 
*Mafê telefonê û hevdîtina bi parêzeran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salane bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Ocalan berê gotibû "tecrîda mutlak û îdam dişibin hevdu tenê rêbaz cuda ne". Têkildarî vê yekê hûn dixwazin çi bibêjin?
 
Pêkanîna tecrîdê îşkence û sûcê mirovatiyê ye. Hemû parêzvanên mafên mirovan bi salan e vê yekê dibêjin. Her wiha banga bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê dikin. Lê belê îktidar guhê xwe ji vê bangê re digire. Pêkanînên tecrîdê bêtir kûr dike. Wekî CPT jî dibêje îşkence û hiqûqek taybet li Îmraliyê di meriyetê de ye. Li ser birêz Ocalan û hevalên wî tecrîda mutlaq û îzolasyon hene. Wekî Ocalan îfade dike ev wekî siyasî jixwe tê wateya îdamê. Rewşa astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê nayê qebûlkirin. Bi derketina zagona înfazê ya herî dawî ev tecrîd tê xwestin li hemû girtîgehan belav bibe. Tifaqa faşîst a cumhur bi zagona înfazê ya herî dawî bi rêbazên nû azadî û mafên girtiyan binpê dike. 
 
*Li Îmraliyê tecrîdeke 22 salan mijara gotinê ye. Ev tecrîda giran a didome li hemû civakê belav dibe. Ev siyaseta li ser tecrîdê hatiye avakirin divê em çawa binirxînin?
 
Qeyrana sîstema modernîteya kapîtalîst a roja me ya îro tê gotin ber bi dawiyê ve tê. Ev ji aliyê hinek aliyan ve tê nîqaşkirin. Tirkiyeya parçeyekî ji vê kapîtalîzmê ye di nava qeyraneke kûr de ye. Ev qeyran her diçe kûrtir dibe. Tifaqa faşîst a cumhur bi sîstema serokatiyê ya netewperwer, zayendperest, oldar, otorîter dixwaze vê qeyranê bi dawî bîne. Dema vê yekê dike di serî de kurd hemû kesên ne ji wan e dixwazin krîmînalîze bikin. Bi Zagona Têkoşîna bi Terorê  (TMK) dixwazin hemû civakê têxin binê zextê. Îro dema mirov li mafê xwe biger û heman hinekî be jî li dijî îktidarê derkeve tê binçavkirin û girtin. Sedema van tiştan merseleya kurd a nehatiye çareserkirin e. Polîtikayên îktidarê ya li dij kurdan tevî aboriyê gelek tiştî bi bandor dike. Êrişên li dijî nûnerên kurdan, destkeftiyên kurdan, siyaseta qeyûman, binçavkirin, zext girtin li Tirkiyeyê belav bûne. Tirkiye wekî girtîgeheke vekirî ye. 
 
*Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîdê hatin destpêkirin niha di kîja astê de ye? Hûn dikarin behsa atmosfera li girtîgehan bikin?
 
Leyla Guven di mijdara 2018'an de li dijî polîtîkayên tecrîdê, ji bo merseleya kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî 200 rojî Birêz Ocalan bi birayê xwe û hevalên xwe re hevditin kiribû. Lê ev dirêj nedomand. Hukumetê bi polîtîkayên kêfî mafên zagonî tune hesiband. Di vê pêvajoyê de CPT rapor eşkere kir. Di raporê de bi taybet hat goin li Îmraliyê rejima hiqûq taybet di meriyetê de ye. Lê dewletê guh neda û tecrîd kûrtir kir. Ji bo bidawîkirina polîtikayê li dij kurdan, ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên li girtîgehan û tecrîdê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li ku derê têkoşîn hebe moral jî heye...Lê belê bi hinceta pandemiyê çalakiyên hevpar û nedîtina hevdu dibe sedema pirsgirêkên cidî. Ev saleke dawîye hemû maf tê binpêkirin. Îktidara dibêje hayat eve sigar niha me di hucreyan de tecrîd dike. Hevalên me yên dikevin greva birçîbûnê jî têkilarî wan lêpirsîn tê destpêkirin û ceza li wan tê birîn. Di dema pêvajoya grevê de ji aliyê îdareyê ve tu kontrola tendirustiyê jî nayê kirin. Lê belê tevî  vana têkoşîna li zindanan girîng e. 
 
*Ji pêvajoya li pêşiya me peyamek hûn bixwazin dibin gel heye?
 
Li pêşiya me 8'ê Adarê û Newroz hene. Sala borî ji ber pandemiyê pîrozbahî nehat kirin. Îktidar li kuçeyan her xebata xwe dide meşandin. Lê belê li kuçeyan çalakî ji muxalefetê tê astengkirin. Îsal jî em di nava şerdê pandemiyê de 8'ê Adarê û Newrozê pêşawazî dikin. Di vê pêvajoyê de me pêwistiya maf, azadî, demokrasiyê bêtir fam kir. Loma em ê di biharê de bi hev re hêviyên xwe xurt bikin. Li dijî qetilkirina xwezayê, li dijî zextên li ser azadiyê em ê têkoşîna xwe mezin bikin.