Meral Çîçek: Dixwazin li Başûr hêzên kurdan tasfiye bikin
- 09:07 22 Kanûn 2020
- Ramyarî
Kibriye Evren
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta mafên jinan Meral Çîçek, bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Di sala 2007'an de Erdogan berê xwe da Washingtonê û piştî hevdîtinê di nav de Tirkiye, Irak û KDP'ê heyî mekanîzmayeke sê alî li Başûr hat avakirin. Ev mekanîzma hêj di devrê de ye. Ev mekanîzma xweseriya Başûr tu carî qebûl nake û li dijî vê her tim di nava tevgerê de ne."
Li Herêma Fedaral a Kurdistanê demek dirêje krîzek siyasî û aboriyê heye. Hewldanên ku li hemberî krîzên heyî tên kirin têrê nakin. Serdestiya Iraq, Tirkiye û Amerîkayê bandora xwe li herêmê dike û beyî wan li vir siyasetek nayê meşandin. Ev tişt dibe sedema ji holê rakirina destkeftiyên ku hatine bidestxistin. Parçebûna partiyên siyasî yên herêmê rê li ber têkçûnê hebûna kurdan vedike. Aktîvîsta mafên jinan Meral Çîçek ji ajansa me re behsa rewş û polîtîkayên ku li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin kir.
* Li Herêma Federal a Kurdistanê niha krîzekî siyasî heye û bêtir jî îsal krîza siyasetê bêtir di rojevê de ma hûn vê mijarê çawa dinirxînin?
Divê mirova krîza ku li Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê wekî krîza binyatî bigire dest. Herêm di sala 2005'an de bi fermî bû xwediyê statuya xweser. Lê bi fiilî di sala 1991’an de ji hêla hêzên kurd ve tê birêvebirin. Çend bi navê pergala parlamentoyê tê birêvebirin jî lê di rastiyê de pergaleke parvekirina qadan heye û wisa tê birêvebirin. Ji hêla du partiyan ve du rêveberî hene, ji ber ku di dema navbeykariya Amerîkayê de nakokî û pevçûn nehatin çareserkirin lewma jî rêveberiyeke hevpar nehat avakirin. Li ser berjewendiyên biçûk rêvebertî hat kirin. Di encamê de jî bêpolîtîkabûyîn derket holê. Mînak di hêla aborî, ewlehî, têkiliya bi Iraqê re û dewletên biyanî re polîtîka nehatin pêşxistin. Pirsgirêk nehatin çareserkirin û hilberîna naxweyî nehat pêş xistin. Polîtîka tenê xwe bi ser dahatên niftê hatin pêşxistin. Di sala 2014’an de DAÎŞ derket holê û piştî vê jî buhaya niftê daket û ev tişt jî bû sedema krîza aborî, niha karmend nikarin mûçeyên xwe bigrin. Di esasê xwe de krîza ku derketî krîzên demên borî ne. Niha serokdewlet sedema pirsgirêkan ji derve digere û dixwaze krîza heyî veşere.
* Bi salane têkiliya di navbera Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê de tên zanîn. Salên borî siyaset bi veşarî dihat kirin lê niha bi vekirî tê meşandin. Tê xuyakirin ku siyaseta li herêmê ji hêla Tirkiyeyê ve tê meşandin. Li gorî we ev mijar divê çawa bê şîrovekirin?
Tirkiye di nava 40 salan de li Herêma Federal a Kurdistanê têkiliya xwe pêş ket. Her tim li dijî statibûna kurdan derket û niha jî di heman helwestê de ne. Tirkiye di salên 80’yan de xweseriyê ku di navbera YNK û Rêjima Baasê de hatî îlankirin têk bir. Di sala 2003’yan de jî li dijî statuyê carek din ket nava hewldanan. Di sala 2017’an de li herêmê referandumek pêk hat û Tirkiye bi fermî kurdan tehdît kir. Serokkomarê Tirkiyeyê niha jî dibêje "Me nekarî em statuya xweser têk bibin û em poşman in". Tehemûlê kurdan nakin û ji ber vê jî ji bo tasfiyekirina hêzên kurdan ji xwe re hevkaran digerin. Ji ber vê jî 40 sal in Tirkiye mudaxaleyê axa Başûr dike. Dewlat tirk bi şantajan polîtîkaya xwe ya derve dimeşîne. Têkiliya îro ya PDK û Tirkiyeyê ji hevdû naqetin û bûne yek. Ji ber ku PDK têkiliya xwe ya aboriyê bi Tirkiyeyê re danî û ev tişt niha bû sedema mezinbûna krîza aborî di navbera hikûmeta Iraqê de. Tirkiye girêdanbûna PDK'ê li gorî berjewendiyên xwe teşe dide.
* Li herêmê bi saya bedelan gelek destkeftî hatin bi destxistin. Bi siyaseta ku niha tê meşandin dibe ku destkeftiyên kurdan têk biçin. Derbarê vê mijarê de hûn çi difikirin?
Bi rastî bi saya bedelên giran ên gelê Başûr gelek destkeftî hatin bidestxistin. 100 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran gund hatin valakirin. Bi saya wan bedelan axa Başûr ji Rêjima Baasê hat rizgarkirin. Mesele ne tenê rizgarkirina erdnegariyê ye. Tişta girîng jî pergala ku dê bê avakirin e. Ev pergal azadiya gelan nas dike û pergalek azad, adilane û demokratîk e gelo? Gel ew qas behsa serxwebûnê dikin çima di hela aboriyê de ne serbixwe ne? Çima li gorî esasên hilberînê polîtîkayên aboriyê nayên afirandin? Di dahatên niftê de girêdanbûnek çawa heye? Çima siyaseta yekitiya navxweyî nayê pêşxistin, çima têkilêyên parçekirî û girêdayî derve polîtîka tên meşandin? Çima xwedî hezêk leşkerî di êrîşên DAÎŞ'ê nebûn yek? Li vir her tiş rojane ye ji bo pêşerojê stratejiyek nîne. Dema wisa dibe jî hemû destkeftiyên kurdan her tim di nava xetereyê de dibin. Fikra 'Amerîka dê me biparêz e' her tim li pêş e.
* Di siyaseta ku li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin ne tenê Tirkiye Amerîka jî aktorekî sereke ye. Bandora siyaseta Amerîkayê hêj li herêmê heye. Divê mirov wan aktoran çawa binirxîne û li vir polîtîkayek çawa tê meşandin?
Di şerê cîhanê ya yekem de li ser axa Başûr Îngilistan serdest bû, lê piştî demek Amerîka li vir serdestiya xwe îlan kir. Amerîka li Iraqê Başûr wekî amûrekê siyasî bikar anî. Ji bo berjewendiyên xwe hêzên li Başûr dîzayn kir. Di sala 1998’an de li hemberî Komploya Navneteweyî li Başûr şerê navxweyî bi dawî kir û PDK û YNKê ji Washingtonê dûr xist. Di sala 2007'an de Erdogan berê xwe da Washingtonê û bi Bush re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê li Başûr, di nav de Tirkiye, Irak û KDP'ê heyî mekanîzmaya sê alî hat avakirin. Herî dawiyê li ser Şengalê hevpeymanek di navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin. Lê di esasê xwe de ev hevpeyman di navbera Iraq, KDP û Tirkiyeyê de hat îmzekirin. Mîmarê vê jî Amerîka bi xwe ye. Alîgirê esasî ya şerê cîhanê ya seyêm Amerîka bi xwe ye. Amerîka dixwaze li Sûriyê û Başûr li gorî berjewendiyên xwe dîzaynek çêke. Her wiha Amerîka dixwaze bandora Îranê jî têk bibe. Ji bo vê jî bi Başûr lîstîk tên amadekirin. Her wiha Washington piştgirî nedabû referanduma sala 2017'an, ji ber vê jî Amerîka ne dostê kurda ye û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.
* Çima PDK dibe alîgirê siyaseta derve û çima pêşengtiyê vê siyasetê re dike, Her wiha li vir rol û mîsyona parlamentoyê û nêzîkatiya saziyên sivîl li hemberî mijarê hûn çawa şîrove dikin? Gelo bertekên ku tên nîşandan terê dikin?
Ji ber ku PDK xwe li Başûr hêza yekem dibîne, ji ber vê jî siyaseteke tekane bi rêve dibe. Di esasê xwe de li vir bandora Parlamentoya Kurdistanê nîne. Bi rastî parlamento li gorî rol û misyona xwe nasnameyek li pêş nexist û xwedî pratîkekî nebûn. Qada ku siyasetê bike nîne. Bi şeklî jî kêm dimîne. Niha hikûmet ji hêla PDK, YNK û Goranê pêk tê lê têkiliya di navbera wan ne têkiliyeke hikûmetê ye. Ji 111 kursiyan tenê 23 kursî yên partiyên biçûk in û ev jî bandorê li siyasetê nakin.
* Li dijî siyaseta ku tê meşandin gel ligel binçavkirin, girtin û zextan li qadan helwesta xwe nîşan dan. Hûn bertek û nerazîbûnên gel çawa dinirxînin?
Krîza ku em qal dikin bi her awayî bandorê li welatiyan dike. Aliyek heye û ji sala 2015'an heta niha mûçeyên 1.2 milyon kesan kêm tên dayîn. Kesîma ku li vir dixebitin mûçeyên xwe ji hikûmetê digirin. Ji ber ku gelek qad hatin serbixwekirin dahat hatin zêdekirin. Di qada tenduristî û perwerdê de bê edaletiyek zêde dibe. Di nava gel de hestên bêedaletiyê mezin dibe. Demên borî li hemberî nelirêtiyê gelek çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Niha ji hêla gelek karmendan ve jî çalakî tên lidarxistin. Lê li hemberî çalakiyên protestoyî mudaxaleyên bi tund pêk hatin. Di mudaxaleyan de çalakvanên ciwan hedef hatin girtin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Heta ku li hemberî pirsgirêkan polîtîkayekî çareseriyê neyê pêşxistin dê tu carî li herêmê aramî pêk neyê.
* Ligel geşedanên siyasî û civakî li herêmê rol û mîsyona çapemeniyê çiye û hûn dikarin derbarê wê de çi bêjin?
Li herêmê gelek çapemenî girêdayî partiyên siyasî ne. Lewra jî li gorî xet û polîtîkayên partiyên xwe tevdigerin. Gelek caran nakokiyên di navpera partiyan bi rêya çapemeniyê bi zelalî tê ziman. Gelek caran ev tişt li gorî bajaran dibe sedema mudaxelaya li ser çapemeniyê jî. Ligel wê jî li hemberî çapemeniya serbixe û muxalîf jî zextek mezin heye. Gelek rojnameger ji ber nûçeyên xwe hatin girtin û wekî Şervan Şervanî. Ligel çapemeniya partiyan çapemeniya ku rastiyê vedibêjin jî hene.
* Niha ligel rewşa heyî hewldanên ji bo yekitiyê hene û ev mijar li Herêma Federal a Kurdistanê çawa tê destgirtin?
Hezên siyasî û civakî yên Başûr di gotinê de piştgiriyê didin avakirina yekitiya neteweyî. Hemû partî bal dikişînin ser girîngiya yekitiyê. Lê di hêla pratîk de tiştek nîne. Li vir gotin nayên pratîzekirin û pirsgirêk wisa li herêmê heye. Derdorên ku bi rastî ji bo yekitiyê tevdigerin hene. Rojên borî ji hêla KNK’ê ve şandeyek hat avakirin û ev şande li Başûr bi partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl re hevdîtin pêk anîn. Her wiha jinên ku ji bo yekitiyê du caran konferans pêk anîn niha jî hewldanên xwe ji bo yekitiyê didomînin. Ji bo em bighijên encamekî divê vîzyonek polîtîk û nexşerêyek hebe.