'Ji bo girtiyên nexweş tedbîrên çawa hatin girtin?’
- 12:21 19 Adar 2020
- Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, mijara girtiyên nexweş û pirsgirêkên paqijiyê yên ji ber vîrûsa koronayê yên li girtîgehan bir rojeva Meclîsê û ev pirs kir: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de, li dijî vîrûsa koronayê, bi taybetî ji bo girtiyên nexweşîna giran tedbîrên çawa hatin girtin?
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar, pirsgirêkên paqijiyê yên ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) yên di girtîgehan de, bir rojeva meclîsê. Pero, diyar kir ku hejmareke zêde ya girtiyan heye û bal kişand ser rîska vîrûsê ya ku gardiyen bi xwe re bibin girtîgehan.
Pero, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş wiha got: “Rîska vîrûs li girtiyan belav bibe pir zedê ye. Dîsa girtiyên temenê wan ji 60 salî mezintir, jinên ducanî, jinên zarokên wan heyî, di girtîgehan de hene. Li gorî daneyên ÎHD’ê yên 2019’an, 458 girtiyên nexweşiyên wan giran hene. Bi giştî 1334 girtiyên nexweş hene. Ji ber vê talokeyek mezin li girtîgehan heye.”
Pero, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşînên giran Semîre Dîrekçî, Fatma Ozbay û Mehmet Emîn Ozkan û derbarê mijarê de ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul kirin:
“*Tedbîrên çawa li dijî vîrûsa koronayê di girtîgehan hatine girtin? Gelo ev tedbîr têrê dikin?
*Ji bo paqijiya girtiyan, gelo malzeyên paqijiyê hatine dayîn?
*Gelo testa vîrûsa koronayê ji bo girtiyan hatiye kirin? Ger hatibe kirin, çend girtî bi vîrûsê ketine?
*Gelo li revîrên girtîgehan li dijî vîrûsê tedbîr hatine girtin?
*Di girtîgehan de gelo çend jinên ducanî hene? Ji bo girtiyên ducanî çi tedbîrên we hene?
*Gelo ji bo girtiyên nexweş, tedbîrên çawa li dijî vîrûsa korona hatine girtin?
*Gelo wê girtiyên nexweş çi demê bên berdan?
*Ji bo berdana girtiyên nexweş, jinên ducanî û zarokan gelo hewldaneke we heye yan na?”