Pervîn Buldan: Ger em bibin yek dê aştî û aramî bi ser keve
- 14:54 11 Sibat 2020
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, ev tabloya reş ne qedera Tirkiyeyê ye û rizgarbûna vê tabloyê pêkan e û got: "Ger ku em bibin yek û bi hev re têbikoşin em dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Ji ber vê yekê HDP rêya çareserî û heviyê ye. Ew mahkûmê windakirinê ne. Ger ku ew winda bikin dê demokrasî bi ser bikeve. Aştî û aramî dê bi ser bikeve."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê di civîna koma HDP'e ya meclîsê de axivî. Pervîn, ewil helwesta Serokê AKP'ê Erdogan ê li Kirkkaleyê di mîtînga TOK'î de çay belav kir şermezar kir û wiha got: "Piştî aşût bi ser welatiyan de ket û 41 welatiyan jiyana xwe ji dest dan li Kirkkaleyê çaya kêfê belav kir. Me hemûyan dît. Divê xwedê hinek şermê bide wan. Dema mirov di bin aşûtê de man, Serokomar Erdogan li Kirkkale çay belav dikir. Divê mirov hinek şerm bike. Gelê Miksê vê yekê heq nake. Di rewşek wisa de Serokê AKP'ê bi qasî mîtingê li dar bixe şerm nake. Li pey şovê ye. Me hemûyan bi hevre ev dît. Ev hemû nîşanî me didin ku bi vê îqtîdarê rê nameşe. Ewlehiya tu kesî tune ye."
'Li dijî hovîtiyê berdxwedan...'
Pervîn, anî ziman ku di salvegera komkujiya jêrzemînên li Cizîrê de aşût li Wanê ket û wiha got: "Em carek din ji hemû gelê me sebrê û sersaxiyê dixwazin. 7'ê sibat 2016'an di heman demê de salvegera Jêrzemîna Cizîrê bûn. Di jêrzemînê de komkujî pêk hat. 177 kesan di jêrzemînê de bi giştî 282 mirovan li Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Mirovên di jêrzemînên hovîtiyê de jiyana xwe ji dest dan sedema wê îqtîdara AKP'ê ye. Ji bo rayedarên eskerî neyên cezakirin û darizandin AKP'ê zagon derxistin. Berpirsiyarê vê yekê dîsa AKP ye. Hişmendiya qeyûm tayînî şaredariya Cizîrê kir, hişmendiya mirov di jêrzemînên Cizîrê de qetil kirin û li Roboskî 34 mirov qetil kirin heman hişmendî ye. Wan bi hovîtiyê di rûpelên reş ên dirokê de cihê xwe girtin. Lê gelê Cizîrê li dijî wê hovîtiyê bi berxwedanê di rûpelên dîrokê de cih girtin."
'Medyaya civakî dikin hedef'
Pervîn, sekna hikûmetê ya li hemberî Gezî jî rexne kir û wiha pêde çû: "Xwediyê hovîtiya jêrzemînên Cizîrê îro ceza li çalakgerên Geziyê dibirin. Bûyerê Geziyê pira navbera Colemêrg û Edîrneyê ye. Di darizandina Gezî de gel tên darizandin. Dixwazin bi vê darizandinê pira di navbera gelan de hilweşînin. Ji gelên Tirkiye ditirsin, ji kesên aştî, demokrasiyê dixwazin ditirsin. Duh Erdogan got 'Medya civakî sergo ye' Em dibêjin Medya Civakî ne sergo ye. Ya sergo berhemên we ne. Li vir dîsa medya civakî dikin hedef û dixwazin medya civakî bedeng bikin. Em dibêjin hûn nikarin medya civakî bedeng bikin. Dê mirov fikrên xwe bînin ziman. Hûn nikarin li hemberî wê bibin asteng. Hûn nikarin li hemberî ruhê tekoşîna hevpar a Gezî û Cizîrê bibin asteng. Em ê teqez bigêjin rojên ku hemû rengê vî welatî hatine cem hev û bi hevre dijîn."
'Hevalên me ligirtîgehan dîl hatine girtin'
Pervîn, bal kişand ser darizandina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û wiha axivî: "Duh Mizrakli hat darizandin. Dixwazin wî darizînin. Lê nikarin darizînin. Tu carî dê hêza wan tune be ku heqîqetê darizînin. Mizrakli dê her dem qirêjî û diziya wan li ser çavê wan bixe. Her hevalê me li girtîgehan dîl hatine girtin. Yên doza Gezî vekirine dozgerên cemaetê ne. Lê niha yên didarizînin dadgerê hikûmetê ne. Nigê siyasî yê FETO AKP û îqtîdara AKP'ê ye. Ev hemû hevalên hev ên dozê ne. Hevalên hev ên dozê di doza Selehattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag de dibin yek. Naxwazin ev milê wan ê siyasî derkevin holê. Naxwazin sûcê wan derkevin holê. Ev hemû yek in. Hişmendiya wan yek e. Ger ku hûn ne milê siyasî yê FETO bin çima hûn Selahattin û Fîgen bernadin. Îktîdar li gel FETO êrîşî hêzên demokratîk dikin. Ev tev yek in."
'Dijminê demokrasiyê ne'
Pervîn, anî ziman ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aştî û demokrasiyê ceza dikin û wiha pêde çû: "Ma me hûn in ê ku Abdullah Ocalan li dijî mekanîka darbeyê hûn hişyar kiribû, niha wî tecrîd dikin. Hûn dijminê demokrasiyê û dijminê aştiyê ne. Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêza mezin a Demokrasiyê. Di 9'ê Cotmehê dîsa êrîşî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê kirin."
'Hikûmet pêvajoya çareseriyê xera kir'
Pervîn, li ser rola HDP'ê jî rawestiya û got: "HDP yekane xeta çareseriyê ye. HDP bendewariya hemû gel û civaka Tirkiyeyê ye. Îtîfaqa AKP-MHP'ê dibe sedem ku cenaze ji Idlibê bên. Em sersaxiyê ji malbatên eskerên ku li Idlibê jiyana xwe ji dest dane. Me li dijî teskereyê AKP - MHP hişyar kir. Lê em guhdar nekir. Divê Tirkiye bi lez destê xwe ji Sûriyeyê bikişîne û Sûriye teslîmî vîna gelê Sûriyeyê bike. Em dibînin ku ji Îmraliyê dest pê kirine û hemû civaka Tirkiyeyê tecrîd kiriye. Abdullah Ocalan di pêvajoya çarekeriyê de bang kir û got 'Werin em bi hevre bi hêza navxweyî vê pêvajoyê çareser bikin' Lê hikûmetê dest ji vê pêvajoyê berda û pêvajo xera kir. Ger ku îro deriyê Îmraliyê nehatiya gritin dê tu kes li Rojhilata Navîn nemirana. Dê ceza tune bûya. Dê şer û kuştun tune bûya. Rejîma yekperest ji aştî, demokrasî û çareseriyê ditirse."
'Heta tecrîda bi dawî nebe adalet nayê'
Pervîn, destnîşan kir ku aqilê dewlet û îktîdarê ku bawer dike pirsgirêka kurd a sedsalan bi tecrîd, qeyûm, girtin, binçavkirin û şer çareser bike û xwe dixapînin û wiha dom kir: "Em carek din dibêjin heta tecrîd bi dawî nebe edalet û aştî nayê. Heta ku tecrîd bi dawî nebe çareserî û demokrasî pêş nakeve. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna parastina pêşerojê ye. Ger ku tecrîd bişkê, dê faşizm jî bişkê. Teqez wê rojek bê deriyê îmraliyê vebe. Gelên Tirkiye û civaka Tirkiyeyê wê deriyê îmraliyê veke. Teqez pêşejora demokratîk dê bi ser bikeve. Yên winda bikin hûn hişmendiya faşîst a yekperest in."
'Li Tirkiyeyê 26 milyon mirov xizan e'
Pervîn, bal kişand ser qeyrana aborî û wiha axivî: "Tirkiye di dîrokê de tu carî bi qasî niha xizanî nedîtiye. Niha Enflasyon ji sedî 12 ye. Her ku diçe betalî û xizanî zêde dibe. Li Tirkiyeyê 26 milyon mirov xizan e. Herî zêde Mûş, Wan, Qers, Colemêrg. Riha û bajarên herêmê ye. Îktîdar bi zanebûn mirovên vê herêmê xizan dike. Pereyên ji bo xizaniyê li şer xerç dike. Çavkaniyên ku divê ji bo aboriyê bên cudakarin, ji bo xizmên xwe xerç dikin. Gel li dijî xizaniyê têdikoşe. Lê îxtîdar dixwazin bihişta dewlemendiyê ava bikin. Ev nizanin birçîbûn, xizanî çiye. Bi çavê Qesrê derve gul û gulîstan e. Lê rojên borî li Enqereyê bavekî got zarokên min birçîne û bedena xwe da ber agir."
'Ol dikin amûrê siyasetê'
Pervîn, bil kişand ser amûrên siyasetê ya îktîdarê wiha bi lêv kir: "Baweriya mirovan dikin amûrê siyaset û îktîdarê. Rizîbûn û genîbûn li her derê belav bûye. Ev ketiye nava karê diyanetê jî. Cudakarî, îsraf û herêmî belav bûye. Ol dikin amûrê siyasetê. Bûne zurna îktîdarê. Divê hemû beşên civakê ji vê rizîbûn û genîbûnê îtîrazê bikin. Ger ku civak bêdeng be, ew jî dê bidizin û talan bikin. Divê em hemû bi hevre îtîfaqa demokrasiyê, îqtîdara karker, betal û bindestan bi hevre li dijî vê yekê derkevin. Ger ku AKP biçe dê aştî, edalet û aramî bê. Wê demê em rê bidin wan bila biçin."
Pervîn, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kongreya HDP'ê ya ku dê di 23'yê sibatê bê lidarxistin û wiha got: "Ev tabloya reş ne qedera Tirkiye ye. Derketina ji vê tabloyê pêkan e. Ger ku em bibin yek û bi hevre têbikoşin em dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Ji ber vê yekê HDP rêya çareserî û heviyê ye. Ew mahkûmê windakirinê ne. Ger ku ew winda bikin dê demokrasî bi ser bikeve. Aştî û aramî dê bi ser bikeve. Di 23'yê Sibatê de kongreya mezin a HDP'ê heye. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku tev li kongreya HDP'ê bibin. Em bang li karker, kedkar, jinan û hemû kesên alîgirê demokrasî, aştî û edaletê dikin ku tev li kongreyê bibin. Ev kongre dê bibe Kongreya Tirkiyeyê."