Dînamîka jiyanê ya ciwantiyê: Leyla Şaylemez

  • 09:15 7 Çile 2026
  • Portre
Semra Turan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Şaylemez ku yek ji 3 jinên Kurd yên li Parîsê hat qetilkirinê, bi têkoşîn, berxwedan û mîsyona xwe ya pêşengtiyê wek dînamîka zindî ya ciwanên Kurd di bîran de cih digire.
 
Di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîsa Fransayê yek ji kadroya damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), hatin qetilkirin.
 
Tevî di ser komkujiyê de 13 sal derbas bû hikûmeta Fransayê hîna piştperdeya komkujiyê ronî nekiriye û dosya bi polîtîka bêcezahiştinê girt. Bi îtîrafên tetikkêş Omer Guney jî derket holê ku bûyer ji aliyê MÎT’ê ve hatiye organîzekirin.
 
13 sal derbas bû
 
Tevî 13 sal di ser bûyerê re derbas bû jinên cîhanê her sê jinên Kurd yên pêşeng jibîr nekirin. Her sê jinên Kurd îsal jî di serî de li Ewropa û her derê cîhanê wê bê bibîranîn. Wê daxwaza bila piştperdeya komkujiyê bê ronîkirin û gumanbar bên dîtin jî bê dubarekirin.
 
Me îro çîroka yek ji sê jinên pêşeng yên Kurd Leyla Şaylemez girt dest.
 
Navê xwe ji Leyla Qasim girt
 
Malbata Leyla Şaylmez ku ji Licê ya Amedê bû ji ber zextên dewletê  1987’an de koçî Mersînê dikin. Leyla Şaylemez di 1’ê Çileyê 1988’an de li Mersînê tê dinê û navê xwe  jî ji pêşenga têkoîna jin^ne Kurd Leyla Qasim digire.
 
Leyla Şaylemez ku 2 salî bû bavê wê Cumalî Şaylemez ji ber zilm û zordariya dewletê piştî Mêrsînê koçî Almanyayê kir. Leyla Şaylemez a ku zarokatiya xwe li maleke du qatî ya li Mêrsînê bi navê berê Barbaros û navê wê yê îroyîn Egrîçamê bi dayik, xwişk, pismam, dotma û mamên xwe re derbas kir, di sala 1994'an de li gel 5 xwişk û birayên xwe çû Almanyayê. Piştî du salan li gel dayika wê ferdên malbatê yên din jî ketin rêya koçberiyê ya Almanyayê. Leyla Şaylemez bi kesayeta xwe ya serhildêr balê dikişîne û bi kesayeta xwe ya têkoşer di bîranînên me de dimîne.
 
Tevgera kurd nas dike
 
Leyla Şaylemez û malbata wê ku di sala 1994'an de li bajarê Halle yê eyaleta Sachsen-Anhalt a Almanyayê bi cih bûn, bi salan di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê dan. Malbata wê ji bilî perwerdeya li dibistanên almanî, zarokên xwe dibirin komeleyên kurdan da ku ji nirxên xwe yên çandî dûr nekevin. Leyla Şeylamez a ku di nava komên folklorê de cih girt, weke keseke serhildêr di bîranînan de ma. Piştî xwendina 9 salan, dema ku amadekariya ketina zanîngehê dikir, dest bi nasîna tevgera kurd kir û bi awayekî aktîf beşdarî xebatên wê bû. Di sala 2008’an de beşdarî çalakiyên ciwanan bû û li gelek deverên Ewropayê çalakiyên ciwanan li dar xist. 
 
Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vedigere Ewropayê
 
Leyla Şeylamez a di sala 2010'an de tevlî PKK'ê bû, 2 sal şûnde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vegeriya Ewropayê û li cihê ku lê mabû bi awayekî çalaktir xebatên xwe domand. Pêşî ji bo dermankirina xwe çû Almanyayê. Dema xebatên xwe yên ciwantiyê dimeşandin, li Hannoverê ku îstîxbarata Tirk lê kom bûbû, timî ji aliyê polîsên Elman ve dihat şopandin. Ji ber serdegirtin û zextên dawî ji bo xebatên xwe bidomîne çû Parîsê.
 
 
Xeyala wê ew bû ku tevli Newroza Amedê bibe
 
Leyla Şaylemez a ku xeyala wê ya herî mezin dîtina Amedê û beşdarbûna Newroza Amedê bû, ji bo azadkirina xaka ku hesreta wê bû, di jiyana xwe ya kurt de berxwedanek mezin da. Bavê Leyla Şeylamez keça xwe weke "Heqê navê xwe da" pênase dike, Leyla Şeylamez jî weke yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd tê bibîranîn. Têkoşîna wê di têkoşîna jinên Kurd de ne tenê ji bo azadiya neteweyî, ji bo wekheviya zayendî jî bû çavkaniyek girîng a hêviyê.