Foza Yûsif bang li gel kir: Helwesta Bakurê Kurdistanê pir girîng e
- 15:32 8 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Foza Yûsif tekildarî êrişên li ser taxên Kurdan anî ziman ku hîn agahî hene ku êriş bi alîkariya Tirkiyeyê destpêkiriye û got: “Em di bin xetereya qirkirinê de ne. Ji bo pêşî bê girtin em bang li gelê xwe û kesên demokrat dikin ku rabin ser pêyan.”
Hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ji şevê din vê bê navber bi çeken giran, tang û topan êrişî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Di nav arteşa Sûriyeyê de komên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nureddin Zengî yên giredayî Tirkiyeyê jî hene. Li dijî êrişan hêzên ewlekariya hundirîn û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li berxwe didin. Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê aşkera kir ku di encama êrişan de, heta niha 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji ser 60 kesan re jî birîndar bûne.
Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Hevseroka Heyeta Muzakereya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif tekildarî rewşa dawî ya êrişan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
'Tu guherîn çênebûye
Foza Yûsif anî ziman ku wan di destpêka êrişan de wan hewl dayê bi hikumeta Şamê re dîylogê pêşbixîn û wiha got: “Lê her tim bi awayekî neyînî bersiv dan. Heta niha jî bi helwesta xwe ya êrişan de bi israr in. Nezikatiya wan neguheriyê. Rêyedarên Amerîka jî hewldan agirbesteke pêkbînin û bi rêya muzakereyê êrişan rawestînin û tîfaqa 1'ê Nîsanê nîqaş bikin lê mixabin hikumeta demkî ya Şamê bersiveke erênî nedayê û di şer de bi israr e. Di helwesta wan de jî tu guherîn çênebûye.”
'Komên çekdar ên êrişî taxan dikin'
Foza Yûsif destnîşan kir ku komên çekdar ên êrişî taxan dikin giredayî Tirkiyeyê ne û wiha got: “Agahî hene ku çeteyên êrişî taxan dikin û welatiyên sivîl qetil dikin giredayî Tirkiyeyê ne. Tê gotin ku bi alîkariya Tirkiyeyê êriş hatinê pêşxistin. Ew agahî çiqas rastin nizanin. Lê daxuyaniyên dawî ya dewleta Tirk cesaret dan van çeteyan ku êrişî taxan bikin. Ji bo wê jî aşkerayê ku rewşa îro diqewimê bandora daxuyaniyên rêyedarên Tirkiyeyê. Piştî van gefan destpêkirina êrişan manidar e. Beriya civîna Parîse jî amadekariya êrişan hebû. Lê dibe ku ji bo rojeva dewletên Ereb ku li dijî tîfaqa bi Îsraîlê re ne biguherînin jî êriş kirin. Lê helwesta hikumeta Şamê û gefên Tirkiyeyê beriya civîna Parîse jî amadekariya êrişan hebû.”
‘Divê gelê me li her derê rabe ser pêyan’
Di dawiya axaftina xwe de Foza Yûsiv diyar kir ku ew di bin xetereya qirkirinê de ne û ew bang ji gel û raya giştî ya cîhanê kir: “Îro gelê me di bin xetereya qirkirinê de ne. Îro yên êrişî gelê me dikin endamên DAIŞ'ê ne. Ew yek ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê xetereyeke mezin e. Di serî de partiyên siyasî, saziyên civakî û gelê Kurdistanê pêvîstê di vê pêvajoya dîrokî de piştgiriya berxwedana bi rûmet a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin. Di heman demê de di warê dîplomasî û çalakiyan de ji bo li ser raya giştî ya cîhanê zextê ava bike erkeke mezin dikeve ser milê gelê me yê dervayî welat. Ji bo wê jî erkeke mezin dikeve li ser tevahî gelê me. Ji bo em hebûn û nasnameya xwe biparêzin, destkêftiyên şoreşê mayindê bikin divê ew berxwedan bigehejê serkêftinê. Ji bo wê jî çawa serdema Kobanê de gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê derdora Kobanê bûn xelek îro jî ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heman helwestê nişan bidin. Hewceyê di vê pêvajoya dîrokî de ku em çarenûsa xwe diyar dikin hemû kes helwesta xwe nişan bide. Banga me ji Tirkiye û tevahî cîhanê ji bo demokratan jî ev e; Em destkêftiyên xwe diparêzin. Me êrişî tu kesan nekiriyê. Lê em di bin xetereya qirkirinê de ne. Ji bo qirkirinek neqewime. Pêvîstê hezên demokrat li hemberî vê yekê bisekinê. Taybet ji bo gelê Bakurê Kurdistanê jî em bang dikin; Bakurê Kurdistanê hertim piştgiriya Rojava kir. Niha pêvajoyeke pir giran rê ve diçe. Ji bo ew berxwedan bi serbikeve helwesta Bakurê Kurdistanê pir girîng e. Em bawerin çawa rojên derbasbûyî de Rojava tenê nehat hiştin dîsa dê tenê neyê hiştin. Gelê Kurd dê careke din rola xwe ya dîrokî rabe.”







