Li Pirsûsê gel bend hilweşandin

  • 15:29 8 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Li Pirsûsê, girseyek ji benda polîsan derbas bû û ji bo protestokirina êrîşê meşiya.
 
Li hember êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li taxên Şêxmeqsut, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê, xelkê navçeya Pirsûsê  a li Rîhayê meşek li dar xist. Girseya ku li ofîsa navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûbû, bi êrişa polîsan rû bi rû man.
 
Girseya ku dixwest ber bi rêya Kobanî ve bimeşe, ji bendan derbas bû û dest bi meşê kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" berz kir. 
 
Girse bi çepik, tilîliyan û dirûşmeyan meşiya.