Rejîma binpêker a zayendperest a komarê û berxwedana jinên kurd
- 09:02 16 Îlon 2022
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Çek û muktedîrên dest guherin, di encama şer, koçberî û surgunê de bi politîkayên perwerde û tenduristiyê civak dîzyan kirin û armanc kirin ku civakê bê hiş bihêlin. Di encama van êrişan de jî Gelê Kurd çanda xwe bi hişê jinê da berdewa kiririn û parastina xwe ya cewherî pêk anî û bi aksiyona ji vir girt jî zêdetir bû hedef."
Rûken Erguneş
Piştî 1'emîn Şerê Cîhanê şûnde bi xerabûna împaratoriyên mezin re bi rêgeza netewpersetiyê, netewdewletên nû derketin holê û pergala serdest ya mêr, kodên xwe li gorî dema nû teşe kir û ev rewş heta îro bi polîtîkayên hatiye meşandin hatiye rûniştin. Ji Yewnanîstanê dest pê dike heta dewletên Balkan ji Osmaniyan vediqetin û wê pêvajoyê gelê di bin kontrola Îmratoriya Osmanî de mane di bin yek dewlet, yek netew de mane. Kutsiyet hatine avakirin û ji bilî Tirkbûnê hemû gelên din di bin zextê de mane. Li gorî cîhaneke nû civak kirine modern, qanûna cil û bergên nû alfaba nû derxistin û bi zor ev empoze kirin.
Ev şikandina îradeya civakî mîlada girîng e. Îttîhat û Terakî ji bo Kurdistanê rapor amade kirin û di raporan de zemîna asîmîlasyon û yekparêziyê amade kirin, ev jî hîmê polîtîkayên îro didome ava dike.
Îsmet Înonu di 5’ê gulana 1925’an de di axaftina xwe ya di Yekitiya Muallîman de kir wiha dibêje:
“Em terbiyayê netewî dixwazin; ev tê çi wateyê? Terbiyayê me wê ye me be û wê ji bo me be. Tirkên ku mahiyetê didin vê axê hene. Lê ev netew mixabin hîna dîmeneke netewa yekparêz ya em dixwazin nîşan nade. Divê kesên biyanî yên nav vê netewê de bihelin. Ji bo vê netewê şaristaniyên din nabe. Ev welat yê yek netewê ye.”
Di îlona 1925’an de Plana Şark Islahat hat aşkerakirin û wek navendên asîmîlasyonê saziyên perwerdê hatine tercîhkirin. Di xaleke vê planê de hat xwestin ku axaftina bi kurdî bê cezakirin û di xalek wê de wiha dibêje:
“Li cihê ku bi eslên xwe tirkin lê nêzî kurdane û li cihên wek Sêrt, Mêrdîn, Stewr ku gele wir bi erebî diaxivin, divê Ocaxên Tirk û dibistan bên vekirin û heta dibistanên zarokên keç bên vekirin.”
Her wiha dibistanên raznê jî bi polîtîka tirkbûnê hatine avakirin û tespîta vê jî dîsa xalên planê ya ‘Li Dêrsîmê li dijî Kurbûnê divê demildest dibistanên razanê bên vekirinê’ ye. Ev daxuyanî, polîtîkayên asîmîlasyonê yên îro jî nîşan didin. Bi kodên netewperest li ser hemû dînamîk û zimanan bi koda ewlehiyê zext hatiye kirin û seknek netewî hatiye ferzkirin. Hîna jî didome. Li dijî kesê ne musliman û kizilbaşan qirkirin û koçberkirin hat ferzkirin û dema netew dewlet hat avakirin ev li kurdan û ermeniyan jî hat kirin. Agirî, Zîlan, Dêrsîm û Mereş.. Ji salên 80’ê heta 90’î jî şewitandina gundan. Li Kurdistanê qadên jiyanê hatin valakirin û xerakirin. Mirov hatin koçberkirin.
Jinên ji gundan koçî bajaran kirin travmayek mezin jiyan. Ji gundan derketin û li bajaran bicih bûn, gund li gorî bajaran hîn bêtir organîzekirî, ji aliyê pergalê ve dihat kontrolkirin. Ev bajar bi vê pêkanîna koçberiyê re bû cihê mîlyonan kesên din.
Jinên Kurd
Der barê koçberiyê de hem saziyên fermî yên Tirkiyeyê hem jî saziyên girîng yên cîhanê daneyên ji hev cuda gotin.
Di rapora Komîsyona Lêkolînê ya TBMM’ê de hat gotin ku ji 1997’an şûnde di çarçoveya OHAL’ê de 905 gund û 2 hezar û 523 mezra ji aliyê dewletê ve hatine valakirin û 378 hezar û 335 kes koçber bûne. Komîteya Penaberan a DYA’yê jî der barê nifûsa koçber bûye de daneya navbera 400 hezar û milyonekî da. Human Rights Watch 2 milyon û GOÇ-DER jî navbera sê mîlyon û nîv û 4 mîlyon de dane da.
Bi hejmar û daneyan hewl hat dayîn ku tiştên hatine jiyîn bên îfadekirin û di salên 2000’î de li Kurdistanê gelek lêkolîn hatin kirin û koçberiya ferzkirî bû mijara sedan tezên akademîk. Ne tenê di mijara hejmarê, navê kesên koç kirine, sedem û dema koçberkirinê û hemû aliyên wê hatine dest girtin. Koçberî, zêdebûna civakî, nerehetbûna kesên li bajar hemû hatin nirxandin. Kê gund vala kir kê şewitand? Li ser van pirsan hat sekinadin.
Bajarên kurd yên di salên 2000’î de bû xezîneya lêkolînê, jinên kurd yên li bajarên Tirkiyeyê di karên bê ewle de xebitîn jî di gelek mijarên lêkolînan de hatine destgirtin û piranî jî gelek caran bûn muxatabên pirsên newekhev. Cerdevaniya hat ferzkirin û asîmîlasyona ku sedema koçberiyê, nehatin dîtin lê bi hezaran pirsên din bûn mijara tezên akademîk. Lê bi zêdebûna STK’yên ku yek ji destkeftiyên muxalefeta kurd e, pirsgirêkên hatin jiyîn hatin çareserkirin. Lê ev rewş hîna jî didome.
Çek û muktedîrên dest guherin, di encama şer, koçberî û surgunê de bi politîkayên perwerde û tenduristiyê civak dîzyan kirin û armanc kirin ku civakê bê hiş bihêlin. Di encama van êrişan de jî Gelê Kurd çanda xwe bi hişê jinê da berdewa kiririn û parastina xwe ya cewherî pêk anî û bi aksiyona ji vir girt jî zêdetir bû hedef. Polîtîkayên asîmîlasyon û binpêkirinê form guhertin û parçebûna civakî hedef girt. Hel dan hiş tune bikin û dema ev kir jî ji ser jinê kir. Di encamê de dîsa herî zêde jin, zarok û ciwan hedef hatin girtin.