Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş (2)
- 09:05 22 Mijdar 2024
- Dosya
Lêpirsîna Rojîn Kabaîş: Gelo hinek tên parastin?
Memîhan Zeydan
WAN - Parêzer Ebru Demîrtepe der barê xwendekara zanîngehên Rojîn Kabaîş ku winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin û herwiha veşartina li ser dosyayê de axivî û got: “Bi biryara veşariyêre, bi hişê me hemûyan re pirsa "Gelo hinek kes tên parastin" ava bû. Biryara veşartiyê dijhiqûqiye. Em çareya hev û dinin. Yên me ji vê tundiyê biparêze em in, têkoşîna me ye.”
Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) ya pola yekemîn a beşa Pêşketina Zarokan Rojîn Kabaîş ya 21 salî 27’ê îlonê de saet di 18.30’an de ji yurda Keçikan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya kampusê derket û carek din agahî jê nehat girtin. 18 roj şûnde cenazeya wê li perava Molla Kasim ya 20 km durî zanîngehê hat dîtin. Otopiyê peşîn li Saziya Tipa Edlî ya Wanê hat kirin û cenazeya wê li Amedê hat definkirin. Lê heman rojê biryara veşartiyê anîn ser dosya wê û pêş otopsî nehat parvekirin. Di otopsiya pêşî de sedema mirina wê nehat zelalkirin lê hatibû hînkirin ku laşê wê şîn bûye û laşê wê xera bûye.
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê parêzer Ebru Demîrtepe derbarê pêvajoya lêgerîna Rojîn Kabaîş û biryara veşariyê de axivî.
Ebru Demîrtepe da zanîn ku otopsiyê 8 saetan berdewam kiriye di rapora otopsiya hatiye amadekirin de sedema mirinê nehatiye tespîtkirin. Ebru Demîrtepe wiha vegot: “Ji ber ava gola Wanê ji ber 10 rojan zêdetir di avê de mabû sabûnbûn mijara gotinê bû. Di vê astê de nayê zanîn ku sedem ji çi pêk hatiye. Em ê di rapora otopsiya berfireh de fêr bibin. Di otopsiya pêşî de em nikarin tespît bikin.”
‘Ji bo me ji lêpirsînên dûr bigirin hewl dan’
Ebru Demîrtepe wiha dirêjî dayê: “Di lêpirsînê de xeleta binpêkirinan heye. Lêpirîn bi baldarî nehat kirin. 18 rojan de der barê îhtîmalên "hat revandin, întîxar kir an jî tiştekî din hat serê wê" de agahiya me çênebû. Bi zanebûn em ji pêvajoya lêpirsînê dûr girtin. Ji ber veşartiyê me xwe nikaribû bigihînin agahiyan. OHD, Komeleya Jinan a Star, Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê, Platforma Jinan Wanê hewldan alîkariya pêvajoyê bikin. Lê wan bi zanebûne m dûr girtin. Lêpirsîn bi baldarî nehat meşandin. Lêkolînkirina telefonê nehat kirin an jî pir dereng man. Lêeolînkirina dîmenên kamerayan baş nehat kirin.”
Îtîrazê biryara veşariyê hat kirin
Ebru Demîrtepe got tu hinceta biryara veşariyê ya dane ser dosyayê tuneye û daxuyakirin ku got hevalên wan yên dosyayê idşopînin îtîrazê biryara veşartiyê kirine. Ebruyê wiha bi lêv kir: “Mirina Rojînê bi guman e. Mirinek bi guman mijara gotinê ye lê amîrê mulk û rektor ji daxuyaniyê direvin. Ev nikare bê qebûlkirin. Walîtî û rektor wek temaşevan in.”
‘Gelo hinek tên parastin’
Ebru Demîrtepe daxuyakirin ku bi biryara veşariyê re pisa "Gelo hinek tên parastin" tê hişê mirovan û wiha bi lêv kir: “Li herêmê bi polîtîkayên şerê taybet de tundiya li ser jinan zêde bûye. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên ji bo unîformayiyan, nelêpirsînkirin mijara gotinê ye. Sedema gumana me polîtîkayên li herêmê tên meşandinê ne. Piştî me daxwaz kir li gundê nêzî wir lêkolîn hat kirin. Hinek dikarin delîlan tunde bikin. Berê gumanan dikarin bidin aliyê din. Lê her tim li ser întîxarê sekinin.”
‘Em çareya hev û dinin’
Ebru Demîrtepe wiha dawî lê anî: “Divê em jin zêdetir li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin. Divê em bi dengekî bilind û têkoşîna bê navber li dijî qetilkirina jinan rawestin. Em çareya hev û dinin. Yên me ji vê tundiyê biparêze em in, têkoşîna me ye.”