Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (22)
- 09:06 22 Mijdar 2024
- Dosya
Atena Daemî ya Îranî: 'Jin jiyan azadî' daxwaza gelan e!
Melek Avci
ENQERE - Aktîvîsta Îranî Atena Daemî diyar kir ku seranserê dîrokê gelek jinan ne tenê jiyana jinan, ya civakê jî bi serkeftin guhertine û got: “Jinên ji rolên siyasî û civakî hatin dûrxistin, wek lîderên tevgerê derketin holê. Bêguman bedela vê têkoşîna demdirêjî giran bû.”
Jinên li dijî tundiya mêr bê navber têdikoşin, dîwarên hatine danîn yek bi yek hildiweşînin. Îro ji welatên cuda ‘Jin jiyan azadî’ bilind dibe û wan dîwarên ku digotin hilnaweşin, bi dengê jinan dihejin.
Li girtîgehê 7 sal
Atena Daemî ewil behsa têkoşîna xwe kir û wiha got: "Ji ber li dijî darvekirinê derketim, ji ber min mafê jin û zarokan parast di 2014’an de hatim girtin. 2022’yan de hatim berdan. Sê sal û nivan girtî mam. Piştî tahliyeyê fêr bûm ku li girtîgehê bi nexweşiya multîpl skleroz (MS) ketime. Li girtîgehê derketibû û pêş ketibû. 7 meh piştî derketina min Jîna Mahsa hat qetiklirin û serhildanan dest pê kir. Tevgera azadiya jiyanê, ji jinan dest pê kir. Ji ber tevli aktîvîzmê bûm zilm li min hat kirin û 8 mehan neçar mam xwe veşêrim. Dermankirina min jî rawestiya ji ber vê rewşa min xera bû. Neçar mam derkevin. Saleke li Kanadayê me.”
‘Jin newekheviyek mezin dijîn’
Atena Daemî balkişand ser teşeyên tundiya li ser jinan a li Îranê û wiha vegot: “Min her tim şahidiya sînorkirin û qedexekirinan kir. Dema girtina xwe de jî min gelek jinên di temenê biçûk de hatine zewicandin dît. Jinên ku bi salan bêyî piştgirî di nav malbatê de îşkenceyê dibînin, hinek jin serî li sûcên ku hevjîn bikujin didin. Ev jî bi giştî bi cezayê mirinê encam dibe. Li welatê min jin ji ber qanûn û rejimê newekheviyek mezin dijîn.”
Astengiyên li pêş jinan
Atena Deamî di berdewamiya axaftina xwe de wiha balkişand ser astengiyên li pêş jinên Îranê: “Li Îranê jin bi salan ji destberdanê bêpar hatin hiştin. Mafê jinan hîna tam nayê parastin. Mafê kurdajê hîna bi sînorkirinan re rû bir û ye. Kurtaj derveyê qanûnê tê dîtin. Her wiha astengiyên tevlibûna qada siyasî, aborî û civakî jî didomin. Ji bo jinên di nava malbatê de tundiyê dibînin piştgiriya qanûnî gels e. Gelek jin di malbatê de tudniya fîzîkî û zayendî dibînin. Ligel vê nûçeyê newekhev û mafên din jî tên sînorkirin. Li hember xebatên jinan astengî didomin. Rolên zayendperest tên ferzkirin.”
‘Jin têkoşîna xwe xurt dikin’
Atena Daemî der barê têkoşîna li dijî cureyên tundiya li ser jinan jî ev nirxandin kir: “Hişmendiya zêde bû li dijî normên civakî û qanûnên sînorkirî, jin xurt bûn û li gorî salên borî jin ji bo mafên xwe hîn bêtir ketin hewldana têkoşînê. Gelek jin wek parçeyeke têkoşîna xweseriyê, encamên girîng dan ber çavan û li qadên cemaerî bêyî laçika ku tê ferzkirin, digerin. Aktîvîstên jin civîn û semîran pêk bînin. Ji bo piştegiriya jinên tundiyê dibînin xebatên parastinê tên meşandin.”
‘Jin Jiyan azadî’ wek banga wekhevî û azadiyê tê dîtin
Atena Daemî balkişand ser 25’ê Mijdarê û wiha daxuyand: “Li Îranê aktîvîstên jin ku ji bo mafê jinan û mirovan têdikoşin, di alî zêdekirina hişmendiyê de gavên girîng avêtine. Li seranserê salê bi wesîleyên cuda di mijara jinê de gel agahdar kirine û hişmendîbûn zêdekirin. Ji bo mafê jinan tevgereke mezin teşwîqkirin. Piştî Jîna Amînî ev tevger hîn zêdetir derket holê. Tevgera ‘jin jiyan azadî’ piştî mirina trajîk a Jîna Emînî gûr bû. Jinên kurd ev dirûşme yekem car li ser gora wê berz kirin û li seranserê welat deng da. Ev dirûşme li seransrê welat wek bangeke wekhevî û azadiyê tê dîtin.”
‘Divê em piştevaniyê mezin bikin’
Atena Daemî di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Ez bi hêza me ya ku dikare wekheviyê pêk bîne û her cureyê tundiyê ji holê rabike bawer dikim. Ji ber vê jî ji dil bi piştevaniya jinê bawer dikim. Seranserê dîrokê gelek jinan ne tenê jiyana jinan, ya civakê jî bi serkeftin guhertine. Jinên ji rolên siyasî û civakî hatin dûrxistin, wek lîderên tevgerê derketin holê. Bêguman bedela vê têkoşîna demdirêjî giran bû Ji bo wekhevî û mafê jinan divê piştevanî bê domandin.”