Aynûr Sarica ya TJA’yî: Em li dijî tecrîd, tundiyê li kolanan e
- 09:03 22 Mijdar 2024
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica, ber bi 25’ê Mijdarê ve bal kişand ser normên ku netew-dewlet li jinan ferz dike û wiha got: “Em ê li dijî tecrîd, qetilkirinên jinan, destdirêjiya li zarokan têbikoşin. Em ê felsefeya jin jiyan azadî ya li cîhanê belav bûye bijîn. Em bi rihê piştevaniyê hemû kesî vedixwînin qadên 25’ê mijdarê.”
Jin 25’ê mijdarê di bin siya qetilkirin, tecrîd, destdirêjî û tundiyê de pêşwazî dikin. Jin li dijî tundî û qetikirinan roj bi roj têkoşîna xwe xurt dikin. Jin ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî gelek çalakî û bernameyan pêk tînin.
Berbi 25’ê Mijdarê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica axivî.
‘Em dixwazin protestoyan mezin bikin’
Aynur Sarica got li hemû cîhanê jin hene û li hemû qadan li dijî tundiyê têkoşîneke heye. Aynûr Sarica wiha got: “Berbi 25’ê mijdarê li Kurdistanê çi diqewime çi tê jiyîn, em li ser vê xebatan dimeşînin. Jin pergala ku dest dirêjî hemû jiyana me dikin, ziman dirêjî hemû jiyana me, bedena jinê, fikriyeta jinê û jiyana jinê dike qebûl nake. Bi hev re jiyana xwe bi îradeya xwe pêş xistine. Ev li Tirkiye û Kurdistanê bi protestoyan dikevin jiyanê. Em dixwazin van protestoyan mezin bikin.”
‘Netew-dewlet dixwazin jinan bê nasname bihêlin’
Aynûr Sarica da zanîn ku derdê hemû jinên cîhanê hevpar in û wiha dirêjî dayê: “Pergalên serdest ên mêr, netew-dewlet mafê jinan binpê dikin, jinan davêjin plana dawî, bê nasname dihêlin. Em li ser van nîqaşan dimeşînin. Di encama nîqaşan de derket holê ku pirsgirêkek me bi netew-dewletê re heye. Pirsgirêk ev e ku jin wek kole tên nîşandan. Em wek çareserî dibêjin ku em dikarin çi bikin. Li pêş me pêvajoyek têkoşînê heye. Divê em bi yekîtî têbikoşin.”
‘Şerê taybet derket asta herî jor’
Aynûr Sarica di berdewamiyê de daxuyakirin ku tevgera jinên Kurd tundiyê tenê wek tundiya fîzîkî nanirxînin û wiha dirêjî dayê: “Li Tirkiye û Kurdistanê şerê taybet derket asta herî jor.Ya pergal dixwaze li ser beden û fîzîka jinê pêş bixîne, veguherî rejîma stratejîk. Dem tê vê bi hêzên ewlehiyê, dem tê bi mecrayên cuda dike. Bi her awayî êrîşan didomînin. Yên herî zêde bi bandor dibin jî jin in. Ev ne tenê kolekirin e. Di alî aborî de jî bandorek mezin li ser jinan dibe. Jin nikarin ji hundir derkevin, wek xizmetkar tên dîtin. Lê jin bi hişmendiyê, bûn xwedî zanebûn ku divê tevli têkoşînê bibin.”
‘Divê tecrîd bê rakirin’
Aynûr Sarica balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Tiştên îro tên jiyîn hemû girêdayê tecrîda li ser Birêz Ocalan in. Dema vê dikin ewil tecrîda giran dikin jiyanê. Ji bo pirsgirêk bên çarserkirin divê ewil tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.Feraseta netew dewletê cih nade jinan. Em niha diçin 25’ê Mijdarê û dirûşmeya me ‘li dijî tundiya mêr jin jiyan azadî’ ye.”
‘Em hemû jinan vedixwînin qadan’
Aynûr Sarica di dawiya axaftina xwe de banga ji bo 25’ê Mijdarê kir û wiha got: “Em dixwazin li cihên ku jiyana azad hatiye avakirin bijîn. Em ê li dijî tecrîd, qetilkirinên jinan, destdirêjiya li zarokan têbikoşin. Em ê felsefeya jin jiyan azadî ya li cîhanê belav bûye bijîn. Em bi rihê piştevaniyê hemû kesî vexwendiyê qadên 25’ê mijdarê dikin.”