Li Peyasê “Şahiya Veguherîna Ekolojîk” hat lidarxistin

  • 15:52 4 Hezîran 2026
  • Ekolojî
AMED -Şaredariya Peyasê bi boneya 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanî, bi dirûşma “Şahiya Veguherîna Ekolojîk” rêzeçalakiyên rengîn li dar xistin.
 
Gerînendetîya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermahî ya Şaredariya Peyasê, bi armanca bilindkirina hişmendiya ekolojîk pîrozbahiyeke taybet organîze kir. Şahî li Baxçeyê Perwerdehiya Ekolojîk a ku di nav Parka 75an de cih digire hat lidarxistin. Di şahiyê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî amade bûn. Hevşaredaran di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya jiyanî ya jîngehê û vezîvirandinê û diyar kirin ku ji bo ragihandina vê hişmendiyê ji nifşên pêşerojê re, çalakiyên bi vê rengî gelekî qîmetdar in.
 
Ji rêwîtiya tovan heta çêkirina kompostê çalakiyên rengîn
 
Di nav çarçoveya şahiyê de gelek atelye û çalakiyên pratîkî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de “Rêwîtiya Tovan û Çêkirina Kompostê”: Beşdar bi çerxa jiyana riwekan û girîngiya tovan a di xwezayê de hesiyan. Bi çêkirina “gogên tovan” ezmûneke pratîkî bi dest xistin. Her wiha rêbazên ji nû ve nirxandina bermahiyên organîk û çêkirina gubeya kompostê jî hatin nîşandan. Pê re “Baxçeyê Min ê Seleteyê”: Di vê çalakiyê de çandina şînahiyên mîkro hat danasîn û bal hat kişandin ser girîngiya xwarina saxlem û hilberîna domdar, “Ji Cawên Kevn Alternatîfên li Dijî Naylonê”: Ji bo kêmkirina firaq û kîsên plastîk, atelyeyên boyaxkirina çenteyên qumaşî û çêkirina çenteyan ji cawên kevn hatin sazkirin. Bi vê yekê girîngiya vezîvirandina tekstîlê hat nişandan û herî dawî jî “Ji Bo Çûkan Êmdankên Xwarinê”: Ji bo parastina çûkên bajaran û geşkirina hezkirina xwezayê di dilê zarok û mezinan de, êmdankên xwarinê yên ji bo çûkan hatin çêkirin. Di heman demê de çawaniya vezîvirandina kaxezan bi awayekî pratîkî hat nîşandan.
 
Li qadê her wiha “Standa Dildarên Jîngehê ya Şaredariya Peyasê” hat vegirtin û çalakiyên wekî pevguhertina pirtûk û lîstokan hatin lidarxistin.
 
“Îro hûn bi çend karbonan hatin vir?”
 
Yek ji çalakiyên herî balkêş a şahiyê jî pîvandina şopa karbonê bû. Ji bo hişmendiya li ser veguhastina ekolojîk û kêm-karbon, şopa karbonê ya beşdaran hat hesabkirin. Di encama vê çalakiyê de, ew welatiyê/a ku bi herî kêm şopa karbonê gihîştibû qada şahiyê, wekî xelat şitileke guldankê wergirt.
 
Şahî bi lîstik û xebatên dildarî yên hawirdorparêziyê îro heta êvarî wê bidome û bi dawî bibe.