'Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên rê dide ber Şamê berde'

  • 09:02 24 Çile 2026
  • Rojane
Buşra Turan
 
WAN - Gonul Uzunay ya DBP’î da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd hîmê pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" ava kiriye û êrîşên li hember Rojav ali dijî pêvajoyê ye. Gonul Uzunay da zanîn ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê.
 
Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku di 6’ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê hatin destpêkirin didomin. Li her çar alî Kurdistan û Ewropayê berxwedana li dijî êrîşan didomin. Bertekên li dijî êrîşan didomin û ji her çar alî Kurdistanê gel diherike sînorê Rojava. Ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga seferberiyê hat kirin.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) a Wanê Gonul Uzunay êrîşên li dijî Rojava û pêvajoya dimeşe de axivî.
 
‘Ev pêvajo encama berxwedanê ye’
 
Gonul Uzunay diyar kir ku gelê Kurd bi salane ji bo nasname û mafên xwe têdikoşin û got: “Bi salane tevî komkujî û qirkirina gelê Kurd dest ji daxwaz, nasname û zimanê xwe berneda. Kurd her çiqas li çar parçeyan hatibin veqetandin jî têkoşîna xwe li her derê cîhanê meşandin. Ev têkoşîn tenê ji bo gelê me ji bo hemû gelên bindest hatiye meşandin. Em îro behsa pêvajoyekê dikin ev bi saya têkoşîna hatiye dayînê pêk hatiye.”
 
‘Desthilatdarî hewl didin pêşiya destkeftiyan bixitimîne’
 
Gonul Uzunay pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibîr xist û got banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê gelek girîng e. Gonul Uzunbay wiha berdewam kir: “26 sale Birêz Ocalan dibin tecrîda giran de ye. Tevî vê ji bo aştiyê israr kiriye. bi tayber di sedsala 21’ê de di dema ku şer û pevçûn giran bûn de ji bo gelê Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn alternatîfek pêkêş kir. Lê desthilatdarî em dibînin ku hewl dide pêşiya destkeftiyan bixitimîne.”
 
‘Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê’
 
Gonul Uzunay wiha berdewam kir: “Modela li Rojava hat avakirin ji bo aştî û demorkasiyê alternatnîfek rast bû. Belê dibe ku îro êrîş li hember vê modelê hebe dibe ku zirar hebin. Lê ev paradîgma  wê wek heqîqetek alternatîfê hebûna xwe biparêze.Divê êdî civak, jin, ciwan û rewşenbîr bi Birêz Ocalan re bên gel hev û fikrên wî nîqaş bikin. Ji ber vê jî divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê.”
 
‘Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe berde’
 
Gonul Uzunay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de gelê Kurd, Durzî, Elewî, Suryanî û hemû gelên li Rojava bi komkujiyan re tê rû hev.Paradîgma Abdullah Ocalan xeta azadî û demorkasiyê av abike. Alternatîfek rast e.  Em behsa pêvajo aştî û civaka demokratîk dikin. Ev salek didome. Lê li Rojava êrîş didomin.  Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên ku rê dide ber Şamê berde. Divê piştgiriya ji bo çeteyan berde. Erka dikeve ser civakê heve ku li dora banga ‘aştî û civaka demokratîk’ bibin yek û pêşeroja mirovahiyê bê parastin.”