Îlham Ehmed: Em ji bo bidawîkirina şer di nava hewldanan de ne

  • 11:15 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, diyar kir ku ji bo bidawîkirina şer di nava hewldanan de ne û got: “Hewldanên netewî û navneteweyî yên girîng hene.” 
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed, li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da. Îlham Ehmedê, diyar kir ku agirbest û bidawîkirina çalakiyên leşkerî kevirê bingehîn ê pêkanîna peymana 18’ê Çileyê ye. Îlham Ehmedê bi bîr xist ku di rojên dawîn de tevgereke mezin a koçberiya bi komî ji gelek gund û bajarokan çêbû û her kes li benda vegerê ye.
 
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku zirareke mezin gihiştiye jiyana sivîlan û ji ber sermayê perwerde hatiye sekinandin. Îlham Ehmed, bi domdarî got: “Em xebatên xwe didomînin. Ji bo bidawîanîna vî şerî hewldanên me hene. Hewldanên nîştimanî û navneteweyî yên hêjayî spadariyê hene.”