Li Silêmaniyê peyama ‘Bijî berxwedana Rojava’
- 20:46 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên Silêmaniyê ji bo piştevaniya li gel berxwedana Rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Xelkê Silêmaniyê bi dirûşmeyan êrişên li ser Rojava şermezarkirin.
Çalakiyên xelkê Silêmaniyê ji bo piştgirî û piştevaniya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên li ser Rojava, berdewamin.
Di heman çarçoveyê de li ber Baxê Giştî yê li kolana Salim a bajarê Silêmaniyê, meşek girseyî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hate lidarxistin. Bi hezaran kesan bi yek dengî piştevaniya xwe ji gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dubare kirin.
Xwepêşanderan daxwaz û banga rawestandina êriş û dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê kirin. Her wiha tekezî kirin ku hertim wê li gel xwişk û birayên xwe yên Rojava bin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li beramberî êrişên li ser herêmên sivîl û saziyên xizmetgûzariyê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.
Biryare di çarçoveya berdewamiya çalakiyên piştevaniyê de, sibe roja îniyê saet 14:30’an de li ber Baxê Giştî xwepêşandanek mezin were lidarxistin.







