Jinên keziyên xwe hûnadin:Em ê xwedî li berxwedana jinan derkevin

  • 22:39 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DKHM a Hamburgê bi meşekê êrîşên çeteyan yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Jinan di çalakiyê de bi armanca bertekê keziyên xwe hûnandin.
 
Meclîsa Gel a Kurd ya Demokratîk a Hamburgê (DKHM) bi armanca protestokirina êrîşên li hember Rojava  ji Ji Navenda Hauptbahnhof a Hamburgê heta rote Flora a taxa Sternschanze meşiyan.
 
Meclîsa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Alman, rêxistinên jinan yên çep û soyalîst û Kurd tevli bûn.  Jinan di çalakiyê de keziyên xwe hûnandin û diyar kirin ku wê xwedî li berxwedana jinan derkevin.
 
Çalakî bi dirûşme û sirûdan bidawî bû.