Ji Hezex bang: Dê tifaqa HTŞ- Tirkiye têk biçe
- 16:41 21 Çile 2026
- Rojane
ŞIRNEX -Piştî meşa li Hezexê ya bi beşdariya bi hezaran kesên ji her temenî li dijî êrîşên li ser Rojava, di axaftinan de peyama ku tifaqa DAIŞ-Tirkiyeyê 10 sal berê têk çû û tifaqa HTŞ-Tirkiyeyê jî wê têk biçe hat dayîn.
Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Navçeya Hezexa Şirnexê bi hezaran kes li qada bajar hatin cem hev. Girseyê pankarta, “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye” û “Şoreşa Rojava tirs û xofa dijmin e” vekir û dest bi meşê kir. Di meşê de dowîzên, “Rojava xeta sor e”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Bijî Kurdistan” rakirin û sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmet e li rûmetê xwedî derkeve” berz kirin. Di meşê de êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMO'yê ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin, hatin şermezarkirin.
Daxuyaniya ku piştî rêzgiritnê hat dayîn de Hevserokê navçeyê yê DEM Partiyê Nîyazî Çevîrîm, diyar kir ku hata Rojava azad bibe dê têkoşîna wan bidome.
'Berxwedan dê bi ser bikeve'
Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku gelê Hezexê peyama pêwîst daye zihniyeta DAIŞ'ê û got, "Îro em li her çar beşên Kurdistanê yekgirtî ne. Em di her warî de yekgirtî ne. Bi vê yekîtiyê em ê bi ser bikevin. Deh sal berê, gelê me yê li Rojava xwe li hember komkujiyan parast û şoreşek kir. Sîstemek demokratîk û wekhev ku hemû gelan digire nav xwe hate avakirin. Her kesî di vê pergalê de cih girt û her kesî xwe di nav de dît. Lêbelê, hin hêzên tarî nekarîn vê yekê tehemûl bikin. Ev êrîş 10 sal in berdewam dikin. Ev êrîş bi piştgiriya Tirkiyeyê berdewam dikin. Tirkiye piştgiriyê dide zihniyeta DAIŞ'ê ya li dijî Kurdan ku xwe bi xwe birêve dibin. DAIŞ-Tirkiye winda kir, HTŞ-Tirkiye jî dê winda bike. Bila kes ji me hêvî neke ku em bêdeng bimînin. Em ê heta dawiyê li kêleka birayên xwe bin. Berxwedan dê bi ser bikeve."
‘Berxwedan ferz e’
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan,
DEM Parti Şirnex Milletvekili Newroz Uysal Aslan jî diyar kir ku çar hêlên Kurdistan li dijî êrîşan li ser piyan e û got û got, "Gelê Kurd li her derê dibêje ku em li alîyê aştîyê ne. Ger ji bilî şer çareyek din tune be, divê Kurd li ber xwe bidin. Çawa ku şer ferz e, berxwedan jî ferz e."
Daxuyanî bi dirûşmên "Rojava dê bibe goristan ji DAIŞê re" û "Yeke, yeke, gelê Kurd yek e" bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, girseyê bi dirûşme û sirûdan meşa xwe di kolanên bajêr de domand. Ciwanan çalakî li hemû kolanên Hezexê belav kirin.







