Ji bo Kobanê xebata hashtag
- 19:11 21 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Çete bê navber êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin, bi taybet jî Kobanê niha dibin dorpêçek tund deye. Di çarçoveya daxwaza rawestandina van êrişan û rakirina dorpêça li ser bajêr de, çalakvan û bikarhênerên medyaya civakî kampanyayeke berfireh a hashtagê dan destpêkirin da ku dorpêçê rakin, piştgirî û alîkariyê bidin wan.
Êrişên çeteyan ên li ser Gelê Kurd dewam dikin. Li her çar beşên Kurdistan û Ewropayê Kurd li ser piyanin û piştgirî didin berxwedana Rojavayê Kurdistanê.
Êriş hîn jî dewam dikin û bi taybet Kobanê niha dibin dorpêçe çeteyan deye. Bi hewldana westandina şêniyan û gefxwarina li jiyana wan a rojane, çeteyên hikumeta demkî dorpêçeke giran li ser bajarê Kobanê yê kantona Firatê ferz kiriye. Nahêle av û kehrebe bigihîne bajêr, înternet qut kiriye û êriş berdewam dikin.
Gel, nûçegihan û çalakvanan ev sûc bi tundî şermezar kirin. Çalakvan û bikarhênerên medya civakî, bi beşdariya kesayetên rewşenbîr, siyasî û civakî kampanyayek hashtag bi navê #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ da destpêkirin. Armanca wê dorpêç were rakirin û êriş rawestin.
Ingiliziya haştagê wiha ye; #KobaniUnderSiege
Ev kampanya ji bo balkişandina li ser rewşa mirovî ya metirsîdar, raya giştî ya xwecihî û navneteweyî hat destpêkirin, ku dorpêç bi dawî bibe.







