LFI’yê ji bo Rojava bang li hikûmeta Fransayê kir

  • 02:40 21 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - La France Insoumise (LFI) li Meclisa Neteweyî êrîşên li ser Rojava protesto kir û got:“Hewldidin modela ku îlhamê dide bi mîlyonan kesan hilweşîbib. Wê encamên navneteweyî hebin; Divê Fransa demildest bikeve nava liv û tevgerê.”
 
Bertekên navneteweyî yên li dijî êrîşên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve berdewam dikin. Parlamenterên La France Insoumise (LFI) li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê civînek çapemeniyê li dar xistin. Seroka komê Mathilde Panot, serokê Koma Lêkolînên Kurdî Thomas Portes û gelek parlamenterên din beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û gotin: "Em daxwaz dikin ku hikûmeta Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bicivîne û agirbestek daîmî îlan bike da ku ewlehiya Kurdan misoger bike û mafên wan di Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê de misoger bike."