TJK-E'yê banga tevlibûna çalakiya 19'ê Çileyê kir
- 12:18 18 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E), bang li rayedarên Elmanyayê kir ku serdana serokê demkî yê Sûriyeyê El Şera betal bike û ji bo tevlîbûna çalakiya şermezarkirinê bang li her kesî kir.
TJK-E ji bo çalakiya ku dê di 19’ê Çileyê de li ber konsulxaneyên Elmanya û Sûriyê li Berlîn û çend bajarên din ên Ewropa bê lidar xistin banga tevlîbûnê kir.
TJK-E da zanîn ku Elewî, Durzî, Ermenî û Kurd di bin rêveberiya 'Sûriyeya Nû' ya Colanî de rastî êrîşên dijwar tên û ev tişt hat gotin, “Çeteyên HTŞ’ê li Lazkiye, Swêd û Helebê komkujî pêk anîn û mirovan neçar kirin ku koçber bibin. Ev êrîş berdewamiya zîhniyeta DAÎŞ’ê ne û ji hêla hêzên navneteweyî ve têne rewakirin.”
TJK-E diyar kir ku komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcên li dijî mirovahiyê ne û got ku li vir, mîna li Kobanê û Şengalê gel û jinên ku li dijî tarîtiyê li ber xwe didin hene.
TJK-E diyar kir ku amadekariya hikûmeta Elmanya ji bo hevdîtina bi Colanî re tê wateya rewakirina sûcên hatine kirin û rê li ber komkujiyên nû vekirine.
TJK-E, daxwaza betalkirina hevdîtina bi Colanî re û darizandina kesên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine kir.
TJK-E got, “Çalakiyên protestoyê dê di 19’ê Çileyê de, di serî de li Berlînê li seranserê Elmanya û Ewropayê jî werin lidar xistin. Em bang li hemû rêxistinên jinan û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bibin.”







