HTŞ’ê zarokek qetil kir

  • 21:45 17 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - Hêzên Ewlakariya Hundirîn ragihand ku çeteyên HTŞ û SMO’yê li gundê Xanim El Elî yê Reqayê êrişî malên sivîlan kir û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da.
 
Hêzên Ewlakariya Hudirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên HTŞ û SMO’yê li gundê Xanim El Elî yê li rojhilatê Reqayê êrişî malên sivîlan kir û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da.
 
Hêzên ewlekariyê di daxuyaniya xwe got ku berpirsyarê vê sûcê hêzên hikûmetê ne û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe, lêpirsînek zelal bidin destpêkirin, û bi baldarî bixebitin da ku van binpêkirinên dubare yên li dijî sivîlan rawestînin.