Xizmên windayan li sê bajaran çalakî li dar xistin
- 14:44 17 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên xwe yên li sê bajaran de daxwaza edaletê ji bo Hrant Dink û Abdullah Canan kirin.
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li sê bajaran li hev civiyan û xwestin ku aqûbeta windayan bên diyarkirin û sûcdar bên darizandin.
Amed
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan çalakiyên xwe di hefteya 884'emîn de bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" berdewam kirin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan li ser hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo rojnamevan Hrant Dînk ku di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê hat kuştin, daxwaza edaletê hat kirin.
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Berfîn Elçiyê çîroka jiyan û qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya AGOS'ê Hrant Dînk xwend ku di 19'ê Çileya 2007'an de gava ji avahiya rojnameyê ya li Şîşliya Stenbolê derket hat qetilkirin.
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Êlih
Li Êlihê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan çalakiya xwe ya hefteya 720'emîn li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya AGOS'ê Hrant Dînk ku di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê hat kuştin û bûyerên beriya kuştina wî hatin vegotin.
Rêveberê ÎHD'ê Îhsan Onel, çîroka Dînk xwend.
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa ÎHD ya Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 210'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, wêneyên kesên ku di dema binçavkirinê de hatin windakirin hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan xwestin ku esab ji sûcdarên windabûna Abdullah Canan bê pirsin ku di sala 1995'an de hate binçavkirin.
Daxuyanî ji aliyê Ayşe Canan, biraziya Abdullah Canan ve hat xwendin.
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê ya pênc deqeyan bi dawî bû.







