ROJEVA 17'YÊ ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 17 Çile 2026
  • Rojev
*Ayşete Atabay ya ku di pêvajoya qedexeyên derketina derve ya li Kurdistanê kurê xwe winda kir û 10 sal e li cenqazeya zarokê xwe digire wiha got: “Ez dixwazim cenazeya zarokê xwe bibînim. Daxwazek min ya din tune ye. Di xew de jî zarokê xwe dibînim û hişyar dibim. Me pir êş kişand. Ji ber vê em aştiyê dixwazin.” DÎMEN HEYE 
 
*Seroka şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Jiyan Tosun, diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj kûrtir dibin û got, "Pirsgirêka herî zêde ya ku em li girtîgehan pê re rû bi rû dimînin, nehiştina xwe gihêştina mafê tenduristiyê di wextê xwe de ye. Li Tirkiyeyê 352 girtiyên bi nexweşiyên giran hene. Em dizanin ku di sala 2025an de 55 girtî ji ber nexweşiyê mirine. Ev rewş hem ji bo girtiyên nexweş û hem jî ji bo girtiyên jin pirsgirêkek cidî çêdike." DÎMEN HEYE
 
*Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku ew ê li dijî sûcên şer ên ku çeteyên HTŞ'ê li dijî gel û jinên Sûriyeyê dikin, serî li Dadgeha Cezayê Navneteweyî bidin û anî zîman ku divê tu sûc bê ceza nemînin. DÎMEN HEYE
 
*Fatma Çakmak, ku tê îdiakirin ji aliyê Yasîn Çakmak, parêzvanekî serokkomar ve hatiye îşkencekirin û kuştin, diyar kir ku jiyana wê di xetereyê de ye, daxwaza piştgiriyê kir û got, "Ger ez bêm kuştin, Yasîn Çakmak kujerê  min e. Ji kerema xwe piştgiriyê bidin min." DÎMEN HEYE
 
*Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şîlan Kobanê diyar kir ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çekên giran hatine bikaranîn û got, "Di êrîşan de çekên kîmyewî hatin bikaranîn." DÎMEN HEYE
 
* Aktîvîsta KHRN’ê Fatma Kerîmî geşedanên li Îran û Rojhilat nixand û balkişand ser tevlibûna jinan a çalakiya ‘jin jiyan azadî’ û got: “Yekane daxwaza gel komara demokratîk e.”