TAJÊ: Bi hezaran Êzidî di bin xeteriya komkujiyê de ne
- 16:54 16 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ têkildarî êrişên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî da, ragihand ku jiyana hezar û 200 Êzidiyên li taxan jiyan dikirin di bin metirsiyek mezin de ye û bang li civaka Êzidî kir ku li dijî êrişan bêdeng nemînin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li mekteba sor a li navenda Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên qirkirinê yên çeteyên dawleta Tirk û HTŞ’ê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyên yên Helebê bi tûndî hatin şermezarkirin û bang li raya giştî û mirovahiya xwedî wîjdan hate kirin li hemberî vê hovîtiya ku li dijî gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê kirin dawî li bêdengiya xwe bîne.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Şengalî ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de berxwedêrên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî hovîtiya çeteyan şer kirin, di şexsê Denîz û fermandar Ziyad tevahî şehîd hatin bibîr anîn û wiha hat gotin:
“Di serî de di şexsê rêheval Denîz, Ziyad, Faraşîn, Gerlîa, Leyla, Dilbirîn, Rojbîn, Hawar, Brûsk û Malik de ku bi lehengî şer kirin û bi berxwedana xwe bûn destan, em şehîdên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û tevahî qurbaniyên komkujiya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibîr tînin û bi minetdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.
‘Ev êrîşên qirker bi fermana dewleta Tirk û çeteyên wê kirin’
Di dîrokê de bi hezarê salan gelên bindest li hemberî komkûjî û fermanan liber xwe dan e. Gelên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî bi salan, li hemberî zihniyeta deshilatdar bi rûhê şerê gelê şoreşgerî ji bo jiyanek bi rûmet xwedî tekoşîn û berxwedanek bê hempa ne. Ev sekna bi hêz ne li gorî berjewendiyên hêzên hegomonîk û dagirker bû. Ji ber vê yekê bi plangerî û peymanekî kirêd, di 6 Çileyê de êrîşên hovane li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê destpê kirin. Ev êrîş raste rast ji milê çeteyên HTŞ ve bi talîmat û hevkariya dewleta Tirk pêk hat. Li ber çavê cîhanê du dewletan êrîşî du taxan kirin. Me dît çawa jin, zarok, mirovên sivîl û hêzên asayîşê bi hovane rastî êrîşan hatin. Di van êrîşan de bi sedan mirov jin û zarok jî di nav de hatin qetil kirin, bi deh hezaran ji cih û warên xwe bi zorê koçber bûn û bi deh hezaran miletê sivîl ku di taxê de mane çarenûsa wan ne diyar e. Tê gotin zêdetirî 500 kesî hatine revandin û tu agahî ji wan nîne.
‘Em jina leheng Denîz weke rûmeta xwe dibînin’
Li her du taxan hezar û 200 malabatên Êzidî jiyan dikirin, di encama şer de bi sedan ji wir hatin koçber kirin û bi sedan yên ku li taxê man agahî ji wan nîne. Ji xwe ev çend roj in ji bo rastiya kiryarên wan dernekevin holê bi tu awayî nahêlin tu kes, ragihandin jî di nav de derbasî taxê bibin. Ew çeteyên DAIŞ î cenazê şervana jin a leheng ku ji bo parastina axû gelê xwe, canê xwe feda kir, bi rengek wehşî cenazê wê ji binyatê avêtin. Ev dîman wijdanê mirovahiyê hejand. Em jinên Êzidî jina leheng Denîz rûmeta xwe dibînin. Her wiha şewtandina cenazê şehîdan, cenaze bi erdê re kaş kirin, zarok bi îşkencê kuştin, destdirêjiya li ser jinan, kuştinên komî, revanidin, zihniyet û kiryarên DAIŞ in û derveyî exlaqê insanetiyê ne.
‘1200 malbatên Êzidî li van herdu taxan jiyan dikirin’
Li gorî raporên UN û rêxistinên mafê mirovan, di komkûjiya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de, nêzî 120 hezar mirov bi darê zorê ji cih û warên xwe koçber bûne. Zêdetirî 500 mirov jî winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Tê zanîn zêdetirî 300 mirov jî hatine kuştin, di nav de malbatên ku bi komî hatine kuştin jî hene. 1200 malbatên Êzidî li van herdu taxan jiyan dikirin, piraniya wan bi darê zorê, sala 2018 ji Efrînê koçber bûbûn. Li gorî agahiyan di vê êrîşê de bi sedan malbatên Êzidî koçber bûne, bi sedan jî li herdû taxan mane. Çarenûsa 1200 malbatan ne diyare û peywendî bi wan re qûtbûye.
‘Kiryarên Çeteyan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin Ferman e’
Li gorî zagonên UN, kuştina bi sedan mirovan, kuştinên komî, wêran kirin û talankirina malan, êrîşên ser nexweşxaneyan, bi zorê koçberkirina bi sed hezaran mirovan ji cih û warê wan, revandina mirovan, kuştina zarokan, destavêtinali jinan û îşkence, sûcên qirkirinê ne. Lewra em dibêjin kiryarên ku li taxa Şêxmaqasûd û Eşrefiyê hate jiyan kirin ferman e. Fermana sala 2014 an li Şingal pêk hat, li Helebê hate dubare kirin û metirsî heya vê kêliyê dewam dikin.
Em tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) êrîş û kiryarên li Şêxmaqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar dikin û em van bangan li raya giştî û hemû saziyên ku van kiryaran qebûl nakin dikin ku van komkûjiyan rawastîn in. Êrîş û Kiryarên li ser taxa Şêxmaqsûd û Eşrefiyê hatin jiyan kirin û berdewam dikin, sûcên qirkirinê ne, lewra em bang dikin ku ev yek wek ferman bê pênase kirin.
‘Divê demil dest komîteyek serbixwe van komkujiya lêpirsîn bike’
Di heman demê de em dixwazin komîteyên serbixwe ên navnetewî van sûcen şer lêpirsîn bikin û pêwîste bê ceza nemînin. Di heman demê de pêwîste saziyên mafên mirovan û ragihandin derbasî taxa Şêx Meqsûd bibin ku em bikaribin li pêşiya kiryarên ku bêdeng têne kirin bigirin. Em bangawazî li hemû civaka xwe ya Êzidî li welat û dervayî welat dikin ku hêza xwe bikin yek û li dijî van kiryarên DAIŞ’ê bêdeng nemîn in. Herî dawî jî em dibêjin ku 19’ê mehê çûndina Colanî a li Berlînê, bi girseyî bê şermezar kirin û bertekeke tund bê raber kirin.”







