Hikûmeta demkî ceyrana Dêr Hafir û derdora wê qût kir

  • 21:22 15 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikumeta demkî ya Sûriyeyê 3 roj in ceyran li ser bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê qut kiriye. Vê yekê zehmetiyên şêniyan ku rûbirûyî topbaran û êrişên dronan in girantir kiriye.
 
Hikumeta demkî ya Sûriyeyê, hemwextî sewqiyetên leşkerî yên çeteyên xwe li derdora herêmê, ji 3 rojan ve ceyran li bajarê Dêr Hafir û gundewarê wê yên girêdayî kantona Tebqayê qut kiriye. Vê pêkanînê zehmetiyên şêniyan zêdetir kirin.
 
Stasyona  ceyranê ya li nêzî bajarê Sifîrê yê gundewarê rojhilatê Helebê ku di bin kontrola hikumeta demkî de, kehrebê dide Dêr Hafir û gundewarê wê. Qutkirina kehrebê ji ser bajêr xizmetên bingehîn felc kirin.
 
Di êrişên çeteyên hikumeta demkî de firna Dêr Hafirê ya ku rojane 13 hezar û 500 tûrên nan ji zêdetirî 17 hezar malbatên bajêr û gundewarê re çêdike, navenda posteyê, navenda êm û malên welatiyan hatin hedefgirtin.
 
Êrişên berdewam û qutkirina ceyranê krîza mirovî ya li Dêr Hafir û gundewarê wê zêdetir dike. Bi van êrişan gel ji nan, kehrebê û xizmetguzariyên bingehîn mehrûm dibe.