Meral Daniş Beştaş: Divê bihêztir xwedî li aştiyê bê derketin

  • 09:04 15 Çile 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
STENBOL - Meral Daniş Beştaş komîsyona li TBMM’ê hatiye avakirin êrîşên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û serhildana gel a li Îranê nirxand û got: “Mirov nikarin bi aliyekî re li hev bikin û bi yê din re şer bikin. Gelê Kurd vê qebûl nake. Em jî nakin.”
 
Di vê pêvajoya ku Komîsyona Xwişk-Biratî, Aştî û Piştevaniya Mîlîtî ya di bin banê Meclisa Tirkiyeyê  (TBMM) de hatiye avkairin tê nîqaşkirin de êrîşên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan ên li Heleba Sûriyeyê û serhildana gel a li Îranê her diçe bilind dibe. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş der barê mijarê de axivî.
 
‘Êrîş û nêzîkatiya li hember Kurdan rastiyê nîşan dide’
 
Meral Daniş Beştaş der barê Komîsyona li meclîsê hatiye avakirin û civîna wan ya dawî de nirxandin kir û got: “Em demek dirêje dibêjin avakirina komîsyonê girînge. Ji ber mijara Kurd heta niha bi perspektîeke Înkar,îmha û asîmîlasyonê hat destgirtin.Bêguman avakirina komîsyonê, tevlibûna partiyan girînge, lê ev nayê wateya ku nêzîkatiya li hember Kurd û pirsgirêka Kurd ji kokê guheriye.Ev hefteyek  li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrîş hene. Nêzîkatiya Şam û Tirkiyyê ya li hember SDG û gelê Kurd ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tişt dîsa nîşan da.Divê her kes bqebûl bike ku ferasta ewlehiyê tu çareseriyê nayne.”
 
‘Divê nêzîkatiya li hember Kurdan biguhere’
 
Meral Daniş Beştaş ev tişt bi lêv kir: “Em wek partî û endamên komîsyonê dibêjin ku divê nêzîkatiya li hember Kurdn biguhere. Em di perspektîfa ku wekheviya gelan û aştiyê esas digire de israr dikin. Di vê nokteyê de Birêz Ocalan bi daxuaniyên xwe çarçoveya girîng ava dike. Ji bo wekheviya Kurd-Tirk, jiyanek demokratîk û adîlane pênase dike. Komîsyon niha raporê dinivîse. Beşek van raporan ji çareserî  û demokratîkbûnê dur in. Ji ber vê jî ne pêkane rapora hevpar bi vê ferasetê  pêş dikeve. Armanca komîsyonê ev e ku ji bo fêdeya her kesî encamek derkeve.  Me pêşniyarên xwe temam kirin. Divê di mafê ziman, mafê hêviyê, qeyûm, rewşa girtiyên siyasî, şert û mercên başkirina Birêz Ocalan di raporê de aşkera  bên îfadekirin.”
 
‘Pêla manîpulasyoneke rêxistinkirî heye’
 
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di rojên dawî de bi êrîşên  li hember taxên Kurdan,  pêla manîpulasyoneke ku tê belavkirin heye û wiha got: “ Em her tim di nava gelê xwe dene. Em bi gel re tên gel hev. Di serî de gelê Kurd û aliyên ku li alî aştiyê ne hene. Lê di hefteyên dawî de bi zanebûn ji bo tevgera siyasî ya Kurd qels bikin, pêleke manîpulasyonê ya rêxistinkirî ku dixwazin baweriya gel bişkînin heye. Ev êrîş hestên rats yên gel nîşan nadin;berojvajî vê parçeyek dînamîkên qirêj yên dijberê çareseriyê ne.”
 
‘Êrîşên li hember taxên Kurdan nayên qebûlkirin’
 
Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku rojeva esas pir eşkera ye û got rola Tirkiyeyê ya di êrîşên li Helebê de nayê veşartin û got: “Piştî hevdîtinên bi SDG’ê re êrîşan dest pê kir. Divê Tirkiye di polîtîkaya Sûriyeyê de bi awayekî cidî bê lêpirsînkirin. Li Tirkiyeyê behşa aştî û wekheviyê tê kirin. Lê li Helebê êrîşî Kurdan dikin. Ev nakokiyek mezine û nayê qebûlkirinê. Bi birayekî re li hevkirin bi yê din re şerkirin nabe. Gelê Kurd zelal e. Yên hedef tên girtin jin û zarok, sivîlin.Em ne şer, em dixwazin aştiyê mezin bikin. Em hewl didin li qadan zimanê aştiyê bifirînin. Lê çapemeniya alîgir zimanê şer û dijminahiyê global dike. Em vê red dikin. Ferasta ku Kurd û SDG dijmin îlan kir duh jî çareserî pêk neanî û îro jî nayne. Sîvîl hedef tên girtin û qetilkirin, nexweşxane tên bombebarankirin. Divê em  şer şermezar bikin û aştiyê biparêzin.”
 
‘Gel li dijî zext û zorê îtîraz dikin’
 
Meral Daniş Beştaş rewşa li Îranê jî nirxand û wiha bi lêv kir: “Em geşedanên li Rojhilat ji hev cuda nanirxînin.Em îro di atmosfereke ku şer û perçûn tên diyarkirin, rêgazên ahlaqî, wijdanî û hiqûqî tên rawestandin dijîn. Ji ber vê tiştên li Îranê tên jiyîn ji vê qût nînin. Li Rojhilat li hember Kurdan û muxalîfên din, jinan êrîş û binpêkirinên cidî yên giran hene. Li Îranê îtîrazeke gel a mezin heye. Rejîm li dijî tevgera gel ketiye zorê.  Li Îranê jî bi salane Kurd bi pergala înkarê re rû bi rû ne. Darvekirin, zext û zor bilind bûn. Ji ber vê jî Gelê Kurd îtîrazên xwe bi dengekî bilind tîne ziman.”
 
‘Geşedan ji hev serbixwe nînin’
 
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mutabakata 10’ê Adarê propangadayek cidî heye û bi israr dibêjin SDG li gorî mutabakatê tevnagere. Meral Daniş Beştaş wiha bi lêv kir: “Lê tu rastiya vê tuneye. Ya divê bê dîtin piştgiriğya ji bo rêveberiya Şamê ye.  Gelê Kurd bersivek zelal dide vê tabloyê.  ‘Nêzîkatiya li hember me li hember Helebê ye. Li hember Rojava ye’. Ev geşedanên tên jiyîn ji hev qût nînin. Raste rast bandorê li hev dikin.”
 
‘NY bê bandor maye, hiqûqa navneteweyî krîza rewabûnê dijî’
 
Meral Daniş Beştaş bêdengiya NY’ê ya li dijî sûcên şer yên li Sûriyeyê û binpêkirinên mafan yên li Îranê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “NY’ê di vê nokteyê de rewabûna xwe ji nîqaşê re vekiriye. Ev sazî bi helbest û bê bandorbûna xwe li dijî Xeza, niha jî li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biser neketiye. Bê bandor maye. Sûc tê kirin li dijî vê daxuyaniyek tê dayîn. Lê lêpirsînkirina vê mafê me hemûıyan e. Ev nayê qebûlkirin.bi çekên giran êrîşê taxan dikin. Gelo ji vê tabloyê girantir tablo heye. Tevî vê bertek di asta bi daxuyaniyan man.  Lîderê hikûmeta Şamê li Qesra Spî tê qebûlkirin. Gelo di vê pêvajoyê de bêyî agahiya wan dikare ev bimeşe.  Ji ber vê jî hiqûqa navneteweyî krîza rewabûnê dijî.”
 
Meral Daniş Beştaş di dawieya xaftina xwe de wiha anî ziman: “Em wek HDK ji bo jiyaneke demokratîk têdikoşin. Ji bo li Tirkiyeyê pêvajo veguhere civaka aştî û demokratîk em xebatên xwe li her drê didomînin. Em hemû aliyên civakê tînin gel hev û em têkoşîna hevpar esas digirin.Em li dijî geşdanên tên jiyîn bêdeng nînin. Em li dijî geşedanên Îranê gotina xwe dibêjin, em li dijî êrîşên li hember Kurdan, Durziyan û Elewiyan yên li Rojava dibêjin.”