Halîde Turkoglu: Sedema tirsa ji Sûriyeyê paradîgmaya azadîxwaz a Jinan e

  • 11:01 14 Çile 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, li ser mijarên rojane axivî û bal kişand ser mijara li Sûriyeyê û diyar kir ku çavkaniya êrîş û tirsê li wir paradîgmaya rizgariya jinan a azad,xwaz e ku tê avakirin e û got, "Nêzîkatiya Rojava nêzîkatiyek ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e." 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu beriya civîna meclîsê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Halîde Turkoglu anî ziman ku sala 2025'an ji bo jinan bi têkoşînê derbas bûyê û ew di sala 2026'an de civîna xwe ya yekem li dar dixin. Halîde Turkoglu bi lêv kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk weke jin ew jî ji bo aştiyê têkoşiyane û di sala 2026'an de jî têkoşîna wan dê bidome.
 
‘Rojava rûmeta me ye’
 
Halîde Turkoglu diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn herî zede bandorê li jinan dikin û wiha got: “Li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li dijî jin, nasname û baweriyan êriş pêk hatin. Li dijî jinan û welatiyên sivîl sûcê şer pêk hatin. Em ê ji bo Sûriyeyeke demokratîk û azadiya jinan pêk were têkoşîna xwe bidomînin. Divê ew çeteyên ku sûcên şer kirine werin darizandin. Ji bo wê jî saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî divê di nava hewldanan de bin. Berxwedana li taxan nîşan da ku jin û welatiyên berxwedêr teslîmî van çeteyên cîhadîst nabin. Partiya me, jin û ciwan li qadan li dijî van êrişan bertek nîşan didin. Em ê jî li dijî van êrişan deng û helwesta xwe zêdetir nîşan bidin û têkoşîna xwe bilind bikin. Rojava xeta me ya sor e û rûmete me ya. Em bang li saziyên jinan jî dikin û dibêjin; Ji bo Rojava deng derxin peywîrek mirovahiyê ye. Dayikên Aştiyê jî duh li ber Wezareta Karên Derve daxuyanî dan û xwestin Hakan Fîdan îstîfa bike. Daxwaza Dayikên Aştiyê daxwaza me ye. Li vir qala çareseriyê bê kirin û li wir êriş bên kirin, ev yek nayê qebûlkirin. Ev yek zerarê dide pêvajoyê. Divê li hûndir jî li derve jî polîtikayên aştiyê bikeve dewrê.”
 
Xwepeşendanên li Îranê
 
Halîde Turkoglu bal kişand ser xwepêşendanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: “Jin, gel û baweriyên cuda li dijî rejîma dîktator li qadan in. Bi hezaran kesên ji ber mafên xwe derketin kolanan ji aliyê rejime ve hatin qetilkirin. Ya ku rejîma Îranê bike ew e ku daxwazên gel bi cih bîne. Wisa neke krîz dê mezintir bibe.”
 
‘Em ê têkoşîna jinan mezin bikin’
 
Halîde Turkoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî kuştin û tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe û got ku Tirkiye ji bo jiyana jinan ne bi ewle ye. Halîde Turkoglu diyar kir ku ji ber vê polîtîkayên bêcezakirinê zêdetir dibin û wiha got: “Jiyana jinan bi paketên darazê tê tunekirin. Ji bo kujerên Rojîn Kabaîş bên darizandin têkoşîna me dê bidome. Em ê li dijî polîtîkayên bêcezakirinê û parastina jinan têkoşîna xwe mezintir bikin. Jin li dijî şer, polîtîkayên ku keda jinan didize derdikevin. Em ê nehêlin ku têkoşîna jinan berevajî bê nîşandan. Di sala 2026an de jî wê têkoşîna me ya azadîxwaziyê bidome.”