Li Erdîşê meşa li dijî êrişan: Piştgiriyê bidin serhildana gel

  • 16:35 12 Çile 2026
  • Rojane
WAN - Li Erdîşê, li dijî êrîşan meşek hate lidarxistin, bi bangên wekî, "Hêzên hegemonîk û tarî destên xwe ji Rojhilata Navîn vekişînin. Kurdan bi tenê nehêlin. Piştgiriya berxwedana gelê Şêxmaqsûd û Eşrefiye bikin."
 
Li navçeya Erdîşê ya Wanê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiye yên Helebê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistinên Navçeya Erdîşê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk, meşek hate lidarxistin.
 
Meşa ku hejmareke mezin ji mirovan beşdar bûn, ji ofîsa navçeya Erdîşê ya DEM Partiyê dest pê kir û ber bi Parka Zîlanê ve berdewam kir. Girseya gel bi dirûşmeyên "Bîjî berxwedana Rojava" û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" meşiyan û dirûşmên, "Li Rojava komkujî heye! Jin, zarok û gel tê gûlebarkirin! Em bêdeng nemînin!" hatin berzkirin. 
 
Piştî ku meş li Parka Zîlan bi dawî bû, girseyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Navçeya DEM Partiyê Mahmût Pala daxuyanî xwend.
 
'Divê hêzên tarî destên xwe ji Rojhilata Navîn vekişînin'
 
Di daxuyaniyê de, bal kişand ser êrîşên li Helebê û tekez kir ku Kurd her tim bi gelên din re di aştiyê de jiyane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên hegemonîk û kapîtalîst dixwazin li Rojhilata Navîn kaosê biafirînin û hat gotin, "Divê hêzên hegemonîk û tarî destên xwe ji Rojhilata Navîn vekişînin."
 
'Kurdan bi tenê nehêlin'
 
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku Kurd dixwazin di aştiyê, xwişk û biratiyê de bijîn û hat gotin, "Em bang li hêzên navneteweyî û hemî hêzên peywendîdar dikin; dev ji temaşekirinê berdin. Bêdengî tê wateya hevkariya vî sûcî. Tirkiye bi vê helwestê nikare aştiyê di hundurê welêt de ava bike. Lê heke bixwaze, dikare bi Kurdan re di aştiyê de bijî. Tirkiye dixwaze Kurdên Rojava parçe bike. Em helwesta Tirkiyeyê ya li hember Kurdan bi tundî şermezar dikin. Xwînrijandin, vexwarina xwîna Kurdan dê we jehrî bike. Em ji vir bang li her kesî dikin; Kurdan bi tenê nehêlin. Piştgiriya berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.