Kongreya 22' yemîn a ÎHD'ê: Sererastkirinên qanûnî divê

  • 11:32 15 Mijdar 2025
  • Rojane
ENQERE - ÎHD'ê kongreya xwe ya asayî ya 22'emîn ku wê 2 rojan bidome li dar dixe. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên niha diqewimin de jî qîrkirina gelan heye û wiha axivî: “Kurdistan di nav çar dewletan de hatiyê parçekirin. Em mafdar in. Dewlet naxwaze ev pêvajo civakî bibe û ji bo wê jî dev ji zextên xwe bernade. Divê em jî li her qadê daxwazên xwe bînin ziman.”
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Kongreya xwe ya 22'emîn a Asayî li Eywana Yilmaz Guney a Şeredariya Çankayayê li dar dixe. Kongre dê du rojan berdewam bike. Kongreyê îro bi axaftinan dest pê kir.
 
Hevserokên Giştî yên ÎHD Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û rêveberên ÎHDê û gelek kes tev li kongreyê bûn. Her wiha endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî beşdar bûn. Kongreyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
 
Piştre sînevîzyona ku qala têkoşîn û cangoriyên mafên mirovan û têkoşîna ÎHD'ê dikir hate nîşandan.
 
Ewilî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî. Eren Keskîn bi bîranîna Seyîd Riza û qurbaniyên komkujiya Dêrsimê dest bi axaftina xwe kir û bi lêv kir ku li dijî gelan komkujî pêk hatin û li ser van komkujiyan komarek ava bû. Eren Keskîn destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên niha diqewimin de jî qîrkirina gelan heye û wiha axivî: “Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Divê em sedema pirsgirêke rast pênase bikin. Sedema pirsgirêkan Kurdistan e. Kurdistan di nav çar dewletan de hatiyê parçekirin. Em mafdar in. Dewlet naxwaze ev pêvajo civakî bibe û ji bo wê jî dev ji zextên xwe bernade. Divê em jî li her qadê daxwazên xwe bînin ziman.”
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban jî bi lêv kir wan bi sedan hevalên xwe di têkoşîna mafên mirovan de ji dest dane û got: “Ji roja komeleya me ava bûye vir ve li dijî yekperestiyê têkoşiya ye. Ji bo gelên Ermenî, Kurd, Suryanî û hemû gelan têkoşîn da. Pêvajoyek dest pê kiriye. Li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin. Me jî di komîsyonê de got; Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ji bo endamên rêxistinê ku çekên xwe şewitandine qanûn bên amadekirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî qanûn bên amadekirin. Lê heta niha ev pêk nehatine. Hê jî komîsyon wê biçe Îmraliyê an neçe tê nîqaşkirin.”
 
Piştre jî li ser navê Mirovên Şemiyê/Dayikên Şemiyê Jiyan Tosûn axivî. Jiyan Tosûn bi bîranîna bavê rojnamger Ferhat Tepe, Îshak Tepe ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû dest bi axaftina xwe kir û got ku ew hemû têkoşerên mafên mirovan bi bîr tîne û piştre jî metna vê hefteyê ya çalakiya Mirovên Şemiyê xwend.
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û anî ziman ku ÎHD'ê tevî bedelên giranbiha jî bi awayekî xurt li ser pêyan ma û wihaa axivî: “ÎHD'ê weke ku Apê Musa jî dibêje, hem şahid e û hem jî tanixê têkoşîna mafên mirovan e. Niha li Tirkiyeyê em qala pêvajoyeke dikin. Ev pêvajo hê ne pêvajoyeke aştiyeyê lê pêvajoyeke nîqaş û hevdîtinan e. Hemû saziyên sivîl jî weke ÎHD'ê li qadan têkoşîna aştiyê bidomînin em dikarin vê pêvajoyê derbasî merhaleyeke pêvajoya aştiyê bikin. ÎHD'ê di vê pêvajoyê de jî wê roleke girîng bigre ser milê xwe. Hê jî hevserokên me yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û girtiyên siyasî nehatine berdan. Têkoşîna me hê jî didome. Di van 40 salan de me dît ku bi berxwedan û piştgiriyê em dikarin pêşî li zextan û binpêkirina mafên mirovan bigirin.”
 
Parlamenterê CHPê Okan Konuralp jî peyama ku Ozgur Ozel ji kongreyê şandibû xwend û cangoriyên têkoşîna mafên mirovan bi bîr anî.
 
Cigira Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û ev tişt anîn ziman: “Desthilat sepanên xwe yên zext û binpêkirinên mafên mirovan de bi israr e. Em welatekî demokratîk dikarin bi têkoşînê, bi hev re ava bikin.”
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz jî anî ziman ku ÎHD li dijî zextan û binpêkirina mafên mirovan têdikoşe û xwest ji bo pêvajoyê dewlet tavilê gavan biavêje û heta gav neyên avêtin dê mafên mirovan werin binpêkirin.
 
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal jî qala girîngiya têkoşîna mafên mirovan kir û got ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên dijhiqûqî bi dawî bibin divê qanûn bên amadekirin û sererastkirinên hiqûqî bên kirin.
 
Piştre jî beşdarên kongreyê bi dorê axivîn û qala têkoşîn û keda ÎHD'ê kirin û kongreyê li her kesî pîroz kirin.
 
Îro dê axaftin û nîqaş û pêşniyarî bên kirin û sibê jî dê hevserok û rêveberiya nû werin hilbijartin.