Koma Amed serdana malbata Rojîn Kabaiş kir

  • 11:44 25 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Endamên Koma Amed serdana malbata Rojîn Kabaiş kirin.
 
Endamên Koma Amed, ku dê îşev li Parka Newrozê ya li Amed konserekê bidin, serdanên xwe didomînin. Endamên komê duh tevahiya rojê bi nûnerên komeleyên ziman û çandê re civiyan û êvarê serdana malbata xwendekara Zanîngeha Yuzuncuyilê (YYU) ya Wanê Rojîn Kabaîş ku di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da kirin.
 
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Peyasê jî di serdanê de bi endamên Koma Amed re bûn.
 
Endamên komê xemgîniya xwe bi malbatê re parve kirin, di heman demê de siyasetmedaran soz dan ku ew ê hewldanên xwe yên ji bo ronîkirina mirina bigûman a Rojîn Kabaiş û darizandina sûcdaran bidomînin.